Li Kurdistanê û li her deverê dinyayê gelek taybetmendiyên erdnîgarî, çandî, urfî û adetî hene ku hewceye bêne behskirin. Ev taybetmendî hemû têkildarî baweriya gelan in. Bifikirin li hin ciyan kevir, li hin ciyan av, li hin ciyan dar, li hin ciyan ax pîroz tê hesibandin. Em dikarin hejmara van pîroziyan bi gelek tiştên din jî zêde bikin. Li Kurdistanê bi taybet di aliyê baweriya civakan de ji hev cuda gelek tiştên têkildarî mijarê hene. Weke mînak ji çanda Zerdeştiyan bigir hetanî ya Êzdî, Rêya Heq û Suniyan, tê bawerkirin ku însan bi awayeke seyrî wenda bibe. Ev ne tesadufî ye. Tabî tenê ne seyrîbûna însan, di heman demê de ji bo ajalan jî ev bawerî berbelavî ye. Dema însanan ewilî jiyana jîngehî kifş kirine, pêşî di şikeftên xwezayî, qelşik û li ser daran bi cih bûne.
Ev rêbaza bicihbûnê ji ajal û firindeyan sûd hatiye wergirtin. Paşê zinarên kilsîn bi bizmaran kolandine û dest bi çêkirina avahiyên zinarî kirine. Ev rêbaza hunerî mînaka wê Hesûniya Farqînê ye. Di heman demê de gorên kesên qedîrşînas jî di zinaran de hatine kolandin. Piştî kifşkirina çandiniyê mirovahî derbasî çêkirina avahiyên bin erdê bûye. Avahiyên bin erdê bi awayeke bîrvedanê hatine çêkirin û ser wan bi qal û qirşan hatiye nixumandin. Yanê bi awayeke spartgehî hatine çêkirin. Lê dîsa jî ev avahiyên bin erdê ji bo însanan nebûne stare. Çimkî ev avahî li gor çar demsalan nikarin însanan ji pêkhateyên xwezayî biparêzin. Wê çaxê însan aqil kiriye û li ser rûyê erdê bi dar û qamîşan avahiyên kepirî çêkirine. Çêkirina kepiran bere bere wesfa xwe bi kozikên tûmî re guhertîye. Ev rêbaza çêkirinê bi demê re bi awayeke tûmî şikil girtiye û avahiyên tûmî ku derdora wan bi axê têdayî ne hatine çêkirin. Mînaka van avahiyan jî li Rihayê li navçeya Heranê heye. Ji wan re xaniyên kumbeytî dibêjin. Ev rêbaza avahiyan jî, însanan ji pêkhateyên xwezayî neparastiye. Çimkî baran û berf zirarê dide avahiyên kumbeytî.
Paşê însan ketine dû çêkirina avahiyên xincîkî. Xincîk ku ji bo avahiyên bi taybetî li nav rezan têne çêkirin tê gotin. Bi awayeke din xaniyên hişkeber in. Xaniyên hişkeber bi qasî metreyek û nîv dîwar tê danîn û ser dîwar bi awayeke kumbeytî tê dar kirin û bi gurzên çilo tê serbankirin. Di danîna dîwar de ji bilî keviran darên hevirsan hatine bikaranîn. Bikaranîna darên hevirsê him ji bo hevgirtina dîwar û him jî ji bo saxlemiyê bûye. Yanê bi awayeke din erkê xercê dîtine. Xulase ev rêbaz jî însan li dijî hêza xwezayê neparastiye. Piştre bi pêşketina aqil xaniyên bêtir mehkem hatine çêkirin. Ev jî xaniyên ku bi xercê hatine çêkirin. Tabî xerca bikaranînê ne modernî bûye, xerca ji axê ku bi tevlî kirina kayê, bi awayeke ceblê tê çêkirin. Însanan di vê pêvajoyê de gelek tiştên din jî kifşkirin e.
Ev tişt ji bangeranê bigir, hetanî qeysê, cirn, kûp, xilik, pixêrî, kuçik, micirfe, gezik, cêrok û hwd. Ev hacetên mijara behsê hemû ji xwezayê bi destê însanan hatine çêkirin. Bi vê re însan têgihiştiye ku xweza çiqas zirarê bide wan, ewqas mafê parastinê jî dide. Bes bê biaqil kirin. Ev xanî bi awayeke wetaq, ode, serşok, axur, kadîn, kox û lîsên ji bo însan û heywanên kedîkirî hatine dabeşkirin. Di dabeşkirina vana de lazim bûye derî û şibak jî bêne çêkirin. Bi çêkirina şibakan re ew ê hem hundir ronî bibe û hem jî dê nefes bê girtin.
Tabî derî û şibak bi daran hatine çardarkirin û bi çermê heywanên nêçîrê hatine girtin. Ev wisa demekî domiyaye, piştre însanan ji mûyê heywanan telîs çêkirine. Telîs hem ji bo li ser raketinê û hem ji bo girtina derî û şibakan bikêr bûye. Bere bere ku aqil bi pêş dikeve, însan derbasî şoreşa sanayiyê dibe. Di vê pêvajoyê de karê însan bêtir hêsan bû. Lê tiştekî din hebû wesweseya dilê însan zêde dikir, ew jî ajalên kaşok ango kirkişo bûn. Ev ajalên ku însan dida fikirandin, bêtir Mar, Gindor ango Dûvpişk û Dûmareqol bûn. Tabî ji bilî van cûreyan mêş û mor û kêzik jî hebûn, lê yekser ev hersê bûn.
Çima ev her sê cûre? Ji ber ku her sê jî jehrî ne û ji bo însan ajalên xeternak in. Vê carê însan ketine pêşiya çareseriya li dijî van ajalan. Ew çareserî jî bi dîtbariya çavan pêkan bûye. Însanan kifş kirine ku ev cûre ajalên xeternak li her derê nagerin û najîn. Qismek ji axê, qismek ji darê, qismek ji avê, qismek ji kevirê xwe dûr didin. Ev jî bûye sebebê têgihiştina însan ku van ajalan rengê heşîn sor dibînin û ji vî rengî direvin. Ewçax hewcedarî pê dîtine ku cihên weke derî û şibak divê bi rengê heşîn bêne boyax kirin.
Ev reng ji bo heywanên kaşkaşok rengê agir yanê rengê sor xuya dike û jê direvin. Bi vî awayî însan bere bere li dijî xwezayê parastina xwe kiriye. Di roja me ya îro de li her deverê dinyayê, bi taybetî li cihên bejahî şibak û derî hê jî bi rengê heşînî têne boyax kirin. Di heman demê de ev reng weke rengê nezerê jî tê qebûlkirin. Ji xwe rengê heşîn di kevira beş ku weke kevira nezerê û kevira hinegirtî jî tê zanîn de hatiye tesbît kirin. Di heman demê de gihayeke bi navê Gafîş, Melvaş ango Mamîra jî heye ku ev jî ji bo parastina ji maran tê bikaranîn. Giha bi çardara derî û şibakan ve tê daliqandin. Dema mar bêhnê jê bigre nakeve hundirê xaniyan. Çimkî bêhna vî gihayî li ser ajalên har û jehrî tesîreke neyînî çêdike. Yek ji gihayê tesîrdar jî Gomişk e ku li devê şibakan hatiye danîn. Ev giha jî bêtir însanan ji mêşan parastiye.