Moskow û Pyongyangê peymaneke din ya hevkarîyê îmza kir

GündemKurdi
🔴 Medyaya dewletê ya Koreya Bakur, KCNA îro Pêncşemê ragihand ku Pyongyangê bi Moskowê re protokoleke nû ya hevkarîyê îmza kiriye.
KCNA di nûçeya xwe de zêde hûrgilî neda, lê ajansa nûçeyan ya TASS ya Rûsya dîyar kir ku karbidestên her du dewletan piştî civînê biryar daye ku firînên ber bi hevdu pirtir bikin.

Ji meha Çile heta Îlonê pirtir ji 5000 turîst di navbera Rûsya û Çînê de çûne û hatine û pirtir ji 70 ji sedê wan bi rêka esman firîne.

TASS dîyar kir ku bi peymana nû çaverê ye xêncî herêma li rojhilata Rûsya ya nêzî Koreya Bakur ji herêmên din jî ber bi wî welatî ve firîn çêbin.

KCNA îro Pêncşemê ragihand ku şandeya Rûsî ya jibo danûstandinan serdana Pyongyangê kiriye ji bajêr derketiye.

Pyongyang û Moskowê di çend salên dawî de danûstandinên xwe yên dîplomatîk û aborî pêşve birin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin meha Hezîranê serdana Koreya Bakur kir û her du dewletan peymaneke berevanîyê îmza kir.

Pêşveçûna hevkarîyên her du dewletan jibo dewletên Rojavayî fikaran çêdikin.

Washington, Kîev û Seul didin zanîn ku Koreya Bakur jibo piştgirî bidin şerê hêzên Rûsî yên li Ukrayna pirtir ji 10,000 leşker şandine Rûsya û wê dewletê şermezar dikin.

/Jêder: voa kurdi- reuters/

İlginizi Çekebilir

UNICEF: Nijerya’da yaklaşık 5 milyon çocuk acil insani yardıma muhtaç
COP29’da iklim finansmanında henüz uzlaşı yok

Öne Çıkanlar