NATO û Ukrayna sibê ser daxwaza Kîevê kom dibin

Kurdi

Berdevkê NATO Farah Dakhlallah îro Sêşemê got ku Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg wê ser daxwaza Kîevê sibê Çarşemê Konseya NATO û Ukrayna kom bike.

Dakhlallah dîyar kir ku civîn wê di asta balyozan de çêbin û li ber e ku Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov bi rêka vîdyokonferansê ser rewşa li qada şêr û pêdivîyên serekî yên kanînê agahîyan bide.’’

Konseya NATO û Ukrayna sala borî jibo kordînasyona nêz ya hevpeymanî û Kîevê hat ava kirin.

Di civînên Konseya NATO-Ukrayna de balyozên endamên hevpeymanîyê û karbidestên Kîevê kom dibin.

Dakhlallah bal kişand ku civîna sibê piştî wan êrîşên dawî ya Rûsya çêdibe ku dijî sîvîl û binesazîyan li dar ketibû.

Wî dîyar kir ku hevbendên NATO piştgirîyên girîng dane Ukrayna û ew bi biryar in ku berevanîya Kîevê hîn jî xurt bikin.

Karbidestên Ukrayna îro Sêşemê didin zanîn ku Rûsya bi êrîşên dawî yên muşekî û dronî herî kêm 5 kes kuştine.

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

Trump: Yoldaş Kamala Harris ile tartışma için anlaşma yaptım
Rûdaw’ın sitesi hacklendi

Öne Çıkanlar