🔴Di hevdîtina navbera Fidan û Barzanî de, aloziya ku piştî êrîşên DY nê (Amerîka) û Îsraîlê yên li ser Îranê zêde bûye û rewşa ewlehiyê ya herêmê hatin nirxandin. Her wiha hewildanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şeran jî di rojevê de bûn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li herêmê û şerên berdewam hatin gotubêjkirin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatine girtin, di peywendiya Fidan û Barzanî de, rewşa ewlehiyê ya herêmê û rageşiya piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de behsa xebatên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer û pevçûnan jî hat kirin.
Fidan di çarçoveya têkiliyên xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re jî bi telefonê axivî. Di vê hevdîtinê de êrîşên li herêmê û hewildanên ji bo sekinandina şeran hatin nirxandin.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve, Fidan her wiha bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Mihemed bîn Ebdulrehman Al Sanî û Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Yorgos Yerapetritis re jî bi telefonê axivî. Di van peywendiyan de rewşa dawî ya herêmê û lêgerînên ji bo çareseriya dîplomatîk hatin gotubêjkirin.
Hate ragihandin ku Wezîr Fidan bi Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack re jî civiyaye.
/Çavkanî: ÎlkeTV/







