Neteweyên Yekbûyî: Pêşnûmeya Filistînê hat qebûlkirin

Kurdi

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bangî Konseya Ewlehiyê kir ku Filistînê wekî welatekî endam ê daîmî qebûl bike.

Filistîn ji sala 2012an ve di Neteweyên Yekbûyî de xwedî statuyeke bi sînor e.

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya ji nû ve nirxandina endamtiya Filistînê ya ji bo NYyê û dayîna hinek îmtiyazên berfirehtir ji bo Filistînê qebûl kir.

Di dengdana Lijneya Giştî ya NYyê de ku ji 193 endaman pêk tê, 143 welatan got, “Belê” û 9 welatan jî dengên “Na” bikaranîn.

Di dengdanê de 25 welat jî bêalî man.

Tenê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikare biryara endamtiyê bide welatên ku bixwazin bibin endamên NYyê.

Tê çaverêkirin ku Amerîka dengdana endamtiyê di konseyê de veto bike.

Bi vê dengdanê re mafên zêde yên girîng ji bo Filistînê tê dayîn.

Filistîn ji sala 2012an ve di NYyê de ye xwedî statuya dewleta çavdêr e û ne endam e.

Piştî erekirina vê pêşnûmeyê Filistîn dê li NYyê bi tevahî beşdarî nîqaşan bibe, xalên rojevê pêşniyar bike û nûnerên xwe ji bo komîteyên NYyê jî destnîşan bike lê dîsa jî mafê wê yê dengdanê nîne.

Mafê bikaranîna deng di destê desthilatdariya Konseya Ewlehiyê ya NYyê de ye.

Li aliyê din Serokwezîrê Filistînê Mehmûd Ebas li ser biryarê axivî û eşkere kir ku dê “hewldanên Filistînê” yên ji bo endamtiya daîmî ya NYyê berdewam bike.

Îsraîl: Ev xelatkirina terorê ye

Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan bi tundî li dijî vê gavê derket û dengdan wekî “xelatkirina terorê” bi nav kir.

Di meha Nîsanê de Amerîkayê pêşniyara naskirina dewleta Filistînê û endamtiya tam a Filistînê ya li Konseya Ewlehiyê ya NYyê veto kiribû.

Brîtanya, Swîsre û 15 endamên din ên Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji bo dengdayînê bêalî man, 12 endamên mayî jî dengê “Belê” dabûn.

Brîtanya, Çîn, Rûsya û Fransa, Amerîka 5 endamên daîmî yên Konseya Neteweyên Yekbûyî ne.

Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji bo pirsgirêka Filistînê demeke dirêj e piştgiriya çareseriya du dewletî kir ku di nav sînorên ewle de li kêleka hev bijîn.

Filistînî li herêma Şerîaya Rojava, Qudsa Rojhilat û Şerîda Xezeyê ku di sala 1967an de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kontrolkirin dewleteke serbixwe dixwazin.

Îsraîl dewleta Filistînê nas nake. Hikûmeta niha ya Îsraîlê li dijî avakirina dewleteke Filistînê ye li Şerîeya Rojava û Xezeyê.

Berpirsên Îsraîlê eşkere dikin ku naskirina dewleta Filistînê li wan herêman metirsiye li ser hebûna Îsraîlê.

Li aliyê din Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku Spanya dê 21ê Gulanê Filistînê wekî dewlet nas bike.

Joseph Borrell beriya niha diyar kiribû ku wê Îrlanda, Slovenya û Malta jî gavên bi vî rengî bavêjin lê heta niha dîroka gavên wan welatan ne diyar in.

 

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

Cumartesi Anneleri 998. haftada Halil ve Kasım Alpsoy için adalet istedi
Amerika: İsrail uluslararası hukuku ihlal ediyor

Öne Çıkanlar