Abdurrahman Qasimlo, Mûsa Anter û Kamûran Alî Bedirxan… Sê kesên ku di dîroka Kurdan a nêz de xwedî cihên gelek girîng in…
Ev her sê kesan di têkoşîna azadiya mileta Kurd de xwedî cihên bi qedr û qîmet in û loma ji gelek aliyan ve dişibin hev û di navbera wan de gelek xalên hevpar hene. Lê ya herî girîng têkiliyên wan in ku ev xal mixabin zêde nayê zanîn.
Kamûran Alî Bedirxan, yek ji neviyên Bedirxan Begê mîrê Mîrektiya Botanê ye, ku Împaratoriya Osmaniyan, di çarçoveya siyaseta dijberiya rêveberiyên xweser ên Kurdan de, vê mîrektiyê bi zilm û zorê di sala 1847an de ji holê rakiribû. Kurê Emîn Alî Beg Kamûran Bedirxan, birayê Celadet Alî Bedirxan e, ku ew ji ber ked û xebatên xwe yên li ser dîrok, ziman û siyaseta Kurdan hema hema ji aliyê hemû Kurdan ve tê nasîn.
Kamûran Bedirxan, gorî tê qebûlkirin, di 21ê Tebaxa 1895an de li Stenbolê ji dayîk bûye, zorakatî û ciwantiya wî li vê bajarê derbas bûye, li vir perwerde bûye. Di salên Împaratoriya Osmaniyan hildiweşiya de li Stenbolê di qada hiqûqê de perwerdeya xwe temam dike, loma wek parêzer jî tê nasîn. Di serê salên 1920an de wek birayê xwe Celadet û gelek ferdên malbata xwe ew jî mecbûr dimîne ku Stenbolê biterikîne. Lewra kar û xebatên wî yên bo maf û azadiya mileta Kurd ji bo dewleta Tirk a nû sûc bû û loma derheqê wî de hikmê îdamê hatibû dayîn. Kamûran Bedirxan, derbasî Alamanyayê dibe û di bin şert û mercên zor û zehmet de ji aliyek ve perwerdeya xwe ya pisporiya li ser hiqûqê didomîne, ku şûn de dibe xwedî ûnwana doktoriyê, ji aliyek ve jî bo maf û azadiya Kurdan hîn têdikoşe.
Kamûran Bedirxan, 1930an de diçe Suriyeyê û karen xwe yên siyasî û edebî li vir bi hevkariya birayê xwe Celadet didomîne, ku Celadet çend salan berê derbasî Suriyeyê bibû û heya dawiya emre xwe li vir mabû, demek wek serokê rexistina Xoybûnê çalak bû, piştî 1932an jî taybetî li ser ziman û çanda Kurdan gelek xebatên hêja pêş xistibû, kovara Hawarê yek ji wan xebatan e.
Nivîsên Kamûran Bedirxan jî di Hawarê de hatibûn çapkirin. Lê demeke şûn de Kamûran Bedirxan derbasî Beyrûdê dibe, li vir kovara bi navê Ronahî çap dike û gelek berhemên hêja yên derheqê siyaset, çand û zimanê Kurdan de diafirîne. 1948an de derbasî Parîsa Fransayê dibe, kar û xebatên xwe li vir didomîne, li Zanîngeha Sorbonneê di beşa Zimanên Rojhilatî de li ser zimanê Kurdî perwerde dide. Kamûran Bedirxan, 1960an şûn de dibe nûnerê karên dervayî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê, ku serokê wê Melle Mistefa Barzanî bû. Loma di qada dîplomasiyê de gelek xebatên balkêş û girîng bi cih aniye.
Kamûran Alî Bedirxan, ji salên dawî yên Osmaniyan heya dawiya salên 1970, li Stenbolê, Kurdistanê, Sûriyeyê, Ewrûpa û hetta li Amerîkayê bi salan bo maf û azadiya neteweya Kurd xebitî û 1978an de koça dawî kir. Xebatên wî yên siyasî bêguman bo Kurdan mîrateyeke bêhempa ne û herwiha li pey xwe gelek berhemên hêja yên bo çand, dîrok û zimanê Kurdan hiştiye.
Abdurrahman Qasimlo, di 22ê Kanûna 1930yê de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Ûrmiyeyê hatiye dinê. Vê demê li Îranê rejîma Şah hebû û siyaseta Şah jî wekî ya Mistefa Kemalê Tirkiyeyê bû. Wekî Tirkiyeyê li Îranê jî maf û azadiya neteweya Kurd nedihat qebûlkirin, yên daxwaza mafên xwe dikirin jî bi tûndî dihatin cezakirin. Wê demê li Rojhilatê Kurdistanê kesê bo têkoşîna Kurdan rêberî dikir Simko Axa / Îsmaîl Axayê Şikakî bû û ew jî salek beriya jidayîkbûna Qasimlo ji aliyê Îrana dijminê mileta Kurd ve hatibû qetilkirin. Ango dema serokekî Kurdan ji aliyê Îranê ve hatibû qetilkirin, serokekî din ê Kurd hatibû dinê û wek îroniyeke dîrokî balkêş e ku herdu jî xwedî heman aqûbate bûn.
Qasimlo dema hîn ciwan bû û perwerdeya xwe dewam dikir, li Rojhilatê Kurdistanê bûyerên girîng diqewimîn û têkoşîna azadiya mileta Kurd bi rêberiya Qazî Mihemmed gihiştibû asteke dîrokî û Qasimlo jî wek ciwanekî bibû şahide îlankirina damezirandina Komara Kurdistanê. Mixabin ev bûyera dîrokî xwedî ‘emreke dirêj nebû, tenê 6 mehan li ser pêyan ma, şûn de Komara Kurdistanê têkçû û Qazî bi du kesên din re hate darvekirin. Loma Qasimlo di heman demê de şahidê wan bûyerên dramatîk jî bû.
Ev tecrûbeya reş û tarî bo mileta Kurd bibû sedema êş û elemê, lê li aliyê din jiyan berdewam dikir û Qasimlo jî berê xwe dabû Ewrûpayê, ku ji bo rojên pêş ev rê gelek girîng bû. Wekî gelemperî tê gotin, wek ciwanekî sosyalîst Qasimlo berê xwe dabû dewleta sosyalîst Çekoslovakyayê û li vir perwerdeya xwe domandiye. Rastî beriya çûyîna Çekoslovakyayê Qasimlo çûbû Tirkiyeyê û bo demek kurt li vir şert û mercên perwerdeyê ceribandibû, di vê qonaxê de rêya Qasimlo û Mûsa Anter û Kamûran Alî Bedirxan gihiştibû hevûdu. Gorî Mûsa Anter gotiye, piştî ceribandina Stenbolê Qasimlo bi wesîleya Kamûran Alî Bedirxan derbasî Ewropayê bûye, şûn de li Zaningeha Pragê perwerde dîtiye û piştî perwerdeya xwe li heman zaningehê bûye mamoste.
Qasimlo yê gelek zimanan zanibûye û li akademiyê serkeftî bûye, di sala 1968an de vedigere Kurdistanê. Vegera wî, teqabûlê piştî 20 salan zêdetir a têkçûyîna Komara Kurdistanê dike û Qasimlo êdî ne ciwan e, mirovekî têra xwe kamil û zanyar e. Di heman demê de têkoşîna Kurdan, piştî şikestina Mahabadê dîsa zindî bûye û Qasimlo jî dibe perçeyeke vê demê û di sala 1973an de dibe serokê Partiya Demokrat A Kurdistanê, ango 27 salan şûn de peywira Pêşewa Qazî Mihemmed hildigire ser milên xwe.
Di sala 1979an de li Îranê rejîm guherî; melleyan desthilatdariya şahê zordar û dîktator hilweşandin û dest danîn ser dewletê. Lê ev melleyan jî qasî şah zordar û ceberrût bûn, taybetî jî di hêla siyaseta dijberiya Kurdan de di navbera her du dijminan de tu cudahiyeke tune bû, hîn jî tune ye. Ligel vê rastiyê, him di dema şoreşa melleyan de him jî di dema şerê Îran û Iraqê de, ku navbera salên 1980 û 1988an de dewam kiribû, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bo Kurdan rê li ber derfetan vebibû. Di vê demê de yek ji rêberê Kurdên Rojhilat jî Qasimlo bû.
Piştî gelek şer û pevçûnan Îranê daxwaza muzakereyan kiribû û loma Qasimlo çûbû Vîennaya Awûsturyayê. Lê di rastiyê de derdê Îranê ne muzakere û guftoguh felan bûn, rejîma dijminê Kurdan dîsa li pey qelaşiyê bû û mixabin haya Qasimlo jê tune bû. Loma di hevdîtina bi rayedarên Îranê de Qasimlo û du hevalên wî rastî êrişeke çekdarî hatin û hatin qetilkirin. Bi vê awayê Îranê qelaşiya dijî Simko, 60 salan şûn de êja dijî Qasimlo bi kar anîbû. Helbet Îranê nikaribû bi vê êrişê têkoşîna Kurdan bi dawî bike, lê derbeyeke mezin lê xistibû.
Û Mûsa Anter… Bi gelemperî tê qebûlkirin ku di sala 1920an de li Nisêbînê hatiye dinê. Di zorakatî û ciwantiya xwe de bû şahidê zilm û zordariya li ser Kurdan a dewleta Kemalîst. Ji ber vê, dewleta nû hatibû damezirandin û maf û hebûna Kurdan bi temamî red û înkar dikir, rêya Mûsa Anter hîn di serî de dîyar bû. Loma hîn di xortaniya xwe de hatibû binçavkirin û îşkence lê kiribûn. Helbet ev bûyer nebibû sedema tobekirin û poşmaniya Mûsa Anter, bîlakîs vê tecrûbeya hanê Mûsa Anterê ciwan hîn zêdetir ji bo doza maf û azadiya Kurdan bi bîryar kir û her salên çûyîn de navê wî hîn zêdetir derkete pêş û loma bû yek ji stêrkên Kurdan.
Anter, rojnamevan û nivîskarekî bi tecrûbe û zanyar bû, lê ya herî girîng, beriya her tiştê Apê Mûsa yê Kurdan bû. Loma Musa Anter, her tim bibû belayekî mezin ji bo dewleta li ser hîmên înkarkirin û kuştina Kurdan hatibû damezirandin. Di salên 1940an de, 1950an de, 1960an de, 1970an de, 1980an de û çend salên ewil ên 1990an de bi dehan caran hate binçavkirin, îşkence lê kirin, darizandin û kirin zindanan. Hema hema ji ber hemû dozên tên zanîn ên dijî Kurdan hatine vekirin, hatibû darizandin. Loma careke wiha gotibû:
“Ez şahidekî zindî yê her tiştên 55 salên Tirkiyeyê me. ‘Him tenê şahidekî?’ Na… Bersûc im, mehkûm im û dozger im jî…”
Rastî jî jiyana wî van gotinan zêdetir piştrast dike. Mirov dikare bibêje ku jiyana Mûsa Anter di heman demê de hikayeta meseleya Kurdan e jî. ‘Emrê wî di nav doz û têkoşîna maf û azadiya Kurdan de derbas bû, her tim derd û kulên Kurdan anî ziman û nivîsand, ji bo çareseriya meseleyên Kurdan ked da.
Lê di dawiya dawî de, di 20ê Îlona 1992an de li Amedê ji aliyê hêzên kontrgerilla / JİTEMa dewleta Tirk ve bi qelaşî hate qetilkirin, ku ew 72 salî bû. Anter jî wekî Kamûran Alî Bedirxan û Abdurrahman Qasimlo mirateyeke bi rûmet a bo têkoşîna mileta Kurd li pey xwe hişt; herwiha xwedî berhemên gelek hêja bû, ku ew hemû bo çand, dîrok, rojnamevanî û zimanê Kurdî xwedî cihên bêhempa nin.
Di sedsala 20an de, ev her sê kesan, piranî di heman deman de û lê li cihên cuda bo maf û azadiya Kurdan têkoşiyabûn û ‘emrê xwe bo vê feda kiribûn. Tişteke girîng ya din jî ev e ku têkiliya van her sê kesan jî bi hev re hebûn û li ser hev bi bandor bûn. Mixabin ev xala gelek girîng zêde, belkî hîç, nayê zanîn. Lê têkiliya van her sê kesên, ku ew di heman demê de lê li cihên cuda bo heman dozê têkoşiyabûn, taybetî ji ber van du xalan gelek girîng e:
Ev têkilî, him bo têkildariya têkoşîn û berxwedana Kurdên di bin mêtingeriya dewletên cuda de, him jî bo fehmkirina belavbûn û bandora neteweperestiya Kurd bi tevahî gelek watedar e.
Piştî van kurteagahiyan, niha jî em ê bala xwe bidin ser têkiliyên van hersê kesan û em ê bibînin ka ev têkiliyên wan çawa çêbûne û çi encam dane. Rasterast ji bîranên Mûsa Anter ez ê neqil bikim, wiha nivîsiye:
“Du birayên Kurdên İranê, ji Urumiyeyê li Stenbolê dixwendin. Huseyin Qasimlo, li wargeha xwendevanan a Zaningeha Teknîkê dima û li wir dixwend. Ahmet Qasimlo jî li Fakulteya Tipê dixwend û li cem min dima. Texmîn dikim ku di sala 1945an de bû, rojeke Huseyin zarokeke pak û delal û wekî cinan anî cem min û wiha bi min da nasîn: ‘Kak Musa, ev jî Abdurrahman e; birayê me yê piçûk.’
“Abdurrahman Qasemlu, wê salê li Îranê lîseyê qedandibû û bo xwendinê hatibû [Stenbolê]. Xortekî gelek hêja bû. Ji her aliyên wî de enerjiya civakî diherikî. Herdu birayên wî, Ahmet û Huseyin wisa nebûn. Hîn zêdetir dilên wan li ser çandê bûn. Abdurrahman dixwest sosyolojiyê bixwîne. Min li wir qeyda wî çêkir. Li wargeha min a xwendevanan dima. Tenê li wargehê na, bilî demên dersan jî li gel min bû. Bi agirê Kurd û Kurdistanê dikemilî. Qasî çar pênc mehan şûn de Fakulteya Edebiyatê vala hesiband [ango ne‘eciband] û ji nû ve destpê kir. Di her fersendê de ji min re daxwaza xwe ya çûyîna Ewrûpayê digot. Wê demê mala xwûşka Kamûran Alî Bedirxan Meziyat Bedirxan Şişliya Stenbolê bû û ez û Kamûran Alî Bedirxan jî her îniya ewil a mehê li ser telefonê bi hev re diaxivîn. Rojeke min xwesteka vî xortê ji Kamûran Bedirxan re got. Wî jî got, ‘Hay hay, bişîne kurê min. Ez ê li vir jê re bûrseke peyda bikim.’ Dema min mizgînî da Qasemlu, gelek şa bû. Lê min got şerteke min heye: Eger birayên te qebûl bikin… Wekî agir bû, hema wê şevê herdu birayên xwe girt û anî cem min. Birayên wî jî gotin, em qebûl dikin. Lê gotin pereyên wan tune, lazim e ji malbata li Îranê re binivîsînin û şûn de ew ê wî [Qasimlo] bişînin [Ewrûpayê]. Min ji wan re got, ez ji we pere naxxwazim, çi lazim e ez ê bikim, eger birayê we ye, birayê min e jî. Abdurrahman, di demeke kurt de qeyda xwe ji fakulteyê rakir, ewraqên xwe girt û me wî li gara Sirkeciyê li trenê siwar kir û şand Parisê. Tabi, Şerê Duyemîn ê Cihanê bi dawî bibû.
“Piştî Abdurrahman çû Parisê, ne ji hêla ‘îlmî ve ne jî ji hêla polîtîk ve têkiliyên xwe bi min re nebirî. Li wir bû xwedî zimaneke xweş û şert û mercên baş û him derheqê aşitiya cihanê de him derheqê pirtûkxane û navendên ‘îlmî de tim ji min re nivîsî û min agahdar kir. Kamûran Beg jî heyranê wî bû. Abdurrahman jî li gel Kamûran Beg û xanima wî ya Polonî gelek rêzdar bû. Kamûran Beg, wî wek ewladekî xwe hesiband. Kamûran Beg ji ber ku xalê xanima min bû her tim ji min re digot Xwarzê û rojeke li ser telefonê ji min re got, ‘Kurê min, ji ber ku zarokeke min tune bû ez li ber xwe diketim. Lê te û Abdurrahman vê kêmasiyê li ser min rakirin. Niha gelek bextewar im. Eger bimirim jî çavên min li paş namînin. Û ev bo min îltîfat û şerefa herî mezin a dinê bû. Ez nikarim ku wateya vê şerefê bi gotinan bînim ziman. Piştî vê îltîfatê min xwe her tim wek kurê Kamûran Bedirxan hesiband. Bo şerefa wî biparêzim heya ji destên min hat ez xebitîm. Hîn jî şexsiyeta wî ya bi şeref, bo jiyana min rêber e. Dikarim bibêjim ku, para şîretên millî yên Kamûran Beg li min kiriye zêde ye ku ez heya niha wek polîtîk û exlakî li ser peyan mame.
“Eger hûn bala xwe bidinê, Abddurrahman jî li ser heman xetê ye. Lê, şansê wî ji yê min zêdetir bû. Lewra mirina wî bişeref bû. Eger şansê min hebe û ez jî wekî wî di rêya gelê xwe de şehîd bikevim, ew ê bo min bibe xweşî. Abdurrahman îro di nav gelê xwe de wek alekî badibe. Şerefa herî mezin ma ev nîn e?” (Hatıralarım, 1991:111-112-113, Yön Yayıncılık)
Mûsa Anter mirina di rêya doza maf û azadiya Kurdan de bişeref dihesiband û dixwest li wî jî bibe nesîb. Wiha jî bû. Tiştên bo Abdurrahman Qasimlo nivîsandibû û gotibû, îro bo wî jî derbasdar in. Ew jî di nav gelê xwe de wek ala rengîn badibe, wek stêrkekî timûtim diçirûse…
Bo podcastê:
https://www.youtube.com/watch?v=bDl0yZZgJtc