Xanna Omerxalî (Khanna Omarkhali) Profesora beşa Zanistên Îranî û Kurdî ya Zanîngeha Azad a Berlînê (Freie Universität Berlin), ji aliyê rojnameya Der Tagesspiegel ve hatiye diyarkirin wek yek ji “100 Aqilên Herî Giring ên Zanistê ya Berlîn 2025”.
Profesor Omerxalî ji ber beşdariyên wê yên pêşeng di lêkolîna kêmîneyên olî, bi taybetî êzdiyatî û di qada kurdzaniyê de hate hilbijartin.
Di rêza xwe de, Der Tagesspiegel, Xanna Omerxalî wek zanistvaneke ku bi pirsên bingehîn ên maf û edaletê re mijûl dibe û ji bo “zanista azad” kar dike, pêşkêş dike.
Der Tagesspiegel dibêje: “Ew di nav zanyarên serekî yên qada kurdolojî de tê hesibandin. Di vê salê de, xebata wê bi Xelata Jemal Nebez 2025an hate xelatkirin. ‘Berxwedana wê ya bêwestan ji bo tradisyona êzdî, dengên êzdiyan û berxwedana wan di nav komkujiyê de xurt kiriye,’ wek ku di rapora juriyê de hatiye diyarkirin.”
/Jêder: Avesta Yayınları/










