Du bav, du serokên Kurd, du seyîd di du demên cuda de êşên ku tu bavek, tu dayikek nikare bi wan bijî, bixwaze bijî dîtin.
Sal 1925, roj 27ê Gulanê û cih Diyarbekir e. Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî berî ku bê îdamkirin wekî daxwaza xwe ya dawîn dibêje ku wî berî kurê wî Seyîd Mehmed dardebikin. Lê celladên rejîma Kemalîst vê yekê qebûl nakin, berê kurê wî dardedikin û wekî bavek 74 salî wî jî di kêleka kurê wî de dardedikin.
Sal 1937, roj 15ê Çiriya Paşînê û cih Elezîz e. Seyîd Riza jî wekî ku 12 sal berê Seyîd Abdulqadir gotibû, dixwaze ku wekî daxwaza wî ya dawîn, berê wî û du re kurê wî Resik bê dardekirin ji bo ku êş û derdê îdama kurê xwe nebîne. Lê celladên wan jî vê yekê qebûl nakin û Resikê xort li ber çavên Seyîd Rizayê 74 salî dardedikin.
Cellad êynî celladên Kemalîst in. ‘Qurbanî’ kurên eynî neteweyê ne. Ma ev ne hovîtî ye çiye? Ma ev ne bêvujdanî ye çiye? Kujerbûna wan a sîstematîk bidin aliyekî, wexta hûn daxwaza van seyîdên me dipirsin, çi bû nîyeta we ey zilimkar?
Wexta ne tenê wekî Kurdekî, werweha wekî bavekî van bûyeran difikirim, alaw ji dil û çavên min diperikin, hêsir ji çavan tên, gotin di qirika min de dimînin, û ne tenê êş û derd, herweha kîn û nefret jî mezin dibe.
Celladên dewleta Tirkiyeyê bi van hovîtiyan jî neman, cesedên van bav û lawan, serkirde û çalakvanên me Kurdan ‘wenda’ kirin û hîn jî ‘wenda’ ne. Ma mirov ji we re çi bibêje ey celladên dewletê?
Hewqas sal piştî bûyeran jî hîn jî hûn cihên wan jî ji me re nabêjin. Lê wekî mînak Selahaddin Eyyubîyê ku di dema xwe de ji xizmeta Kurdayetîyê pirtir bi xizmeta Îslamê tê nasîn, ji devên we nakeve. Ma di vir de durûtiyeke pirr vekirî tuneye?
Ya ew bi milyonan Kurdên ku dengên xwe didin partiyên ku hîn jî van qetlîaman vekirî diparêzin û yên nû jî dikin? Ya ew ‘ronakbîr’, ‘akademîsyen’, ‘siyasetmedar’ên ku hîn jî ji bo pere, statû û tiştên weha qelem û vujdanê xwe dane ‘xizmeta’ vê dewleta zilimkar?
Lê hûn jî, yên ku piştgiriya we dikin jî û yên ku xizmetkarên we ne jî, bila baş bizanibin ku em dê tu carî van zilmên we jibir nekin. Bi vê munasebetê hêjayên me yên Kurd û Kurdistanê, Seyîd Abdulqadir, Seyîd Mehmed, Seyid Riza, Resik, Abdullah Sadî, Kemal Fewzî, Mehmed Tevfîk, Hoca Askerî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê jidil bi hurmet û hezkirin bibîrtînim.
/Nupel/