Di vî warî de tecrûbeyên berê jî hene, lê li hemû perçeyênKurdistanê, jîyana siyasî û civakî bi sedan caran nîşanê me daye ku hin partî û rêxistinên me yên sîyasî ku bi sîyaset, îdeolojî û rêbazên cuda kar dikin di hinek deman de têkiliyênxwe bi hevdu re qut kiribin jî, heta carna hevdu bi ”xayintî” sûcdar kiribin jî, roj hatiye ew hatine ba hev, wekî ku berêtiştekî `nebûbe´ bi hev re meşîyane. Ev `hatin` û `çûyin`ênweha gellek caran dewam kirine, hetta hinek dewlet û hêzênnavneteweyî bûne navberçî jî. Ji ber polemîkên nepêwistnaxwazim navên hin partî û rêxistinan bidim, lê wexta em li partî û rêxistinên heyî yên li perçeyên welatê me binerên û tiştên ku di van dehsalên dawîn de bûne bînin li ber çavan, taybloyên nêzbûn û dûrbûnên `radikal´ pirr in…
Bêşik pirr normal e ku sîyaset, îdeolojî û rêbazên din cuda binji ber ku her çend pirsên neteweyî û bêdewletbûnê giranî de bin jî, civata me jî wekî civatên din ji grûb û kategorîyên cudapêk tê; cudabûnên sîyasî, civakî, kulturî, aborî, cinsî, fonksiyonî û her wekî din bi xwe re cudabûnên partî û rêxistinan jî bînin…
Bêşik di rewşên heyî de, ji ´mecbûrîyet´ê yan jî ji hin tercîhêncuda be jî, hin têkiliyên hin partî û rêxistinan bi hin dewlet û hêzên nexêrxwaz re hene û ew zextên cuda dixin ser van partîû rêxistinan…
Bêşik di berpirsiyarî û sebeban de di navbera partî û rêxistinancudabûnên girîng hene…
Bêşik di rastîyên ew hemû tiştên ku qewimîne û têkiliyên heyîyên pirralî de gellek astengî û zehmetî henin ku hevkarî û ahengên ku dikarin dilê her kurdekê/î dilsoz şad, bextewar û germ bikin ne hêsan in…
Ew lîste dikare pirr dirêj be…
Ji alîyê din jî di gel hemû astengî û zehmetîyên ku Kurd û ûKurdistan rûbirû ye jî, Kurd û Kurdistanî û dostên wan li Kurdistana Başûr xwedîyên federasyonê ne, li KurdistanaRojava hîn statûyeke resmî nebe jî xwedîyên desthilatdarîyêne, li Kurdistana Bakur ´de facto´ xwedîyên desthilatdarîyênherêmî ne û li Kurdistana Rojhilat hîn ´bêdengî´ hebe jî wekîagirê binê xwelîyê her gav dikarin bi çirûskên xwe pêvajoyêronî bike. Li diasporayê jî, her çend pêwistiya koordînasyonênfirehtir hebe jî, Kurd û Kurdistanî bi piştgiriya dostên xwekarûbarên hêja dikin, aktorên gellek girîng in di avakirin û geşkirina raya giştî de.
Çi yên ji aliyê hêzên xêrnexwaz û çi yên ji alîyên me Kurd û Kurdistanîyan bixwe, di gel hemû astengî û zehmetîyên heyîjî, ez bixwe ne li gel bi giranî taswîrên `tabloyên reş´ û ´haho`me. Bêşik em dê `tabloyên reş` jî bibînin, wexta pêwist be `haho` jî bikin, lê tucarî ew destkeftîyên heyî, desthilatdarî û hêzên ku Kurd û Kurdistanî henin, beyî ku bikevin rehawetê,qet jibîr nekin, bi wan serbilind bin, geşbîn bin. Ez bixweserbilind û geşbîn im di gel hemû astengî û zehmetîyan. Ji ber van tiştan jî, dilê me li gel kîjan partî û rêxistin dibe bila bibe, divê ne tenê rexneyên avakar û dostane, herweha divê emspasîya partî û rêxistinên xwe jî bikin ku li gorî bawerî û hêzên xwe welatê rojê û agir bi serkeftiyan jî xemilandine û dixemilînin.
Ez dî wê bawerîyê de me ku ger em bikaribin li pêvajoyan bi perspektîfên weha firehtir, avaker û dostane zêdetir û xurtirbinerin û li hember hesûdî û bêwefayiya siyasî şiyartir bin, dêcarnan tiştên herî biçûk, wekî mînak jesteke yekalî, wefadarîyeke vekirî, silavake jidil an ´bêdengîyeke` dostane di navbera partî û rêxistinên me de bi xwe re bayên xweş kudikarin germayî di dil û ruhên me de çêkin bînin; di gel hemû´mecbûrîyet`ên heyî jî me berbî destkeftinên nû bibin; harmonîya di navbera zarokên welatê rojê û agir de herkes bi reng û dengê xwe geştir bike ku xewn û xeyalên bi hesretahezar salan nêztir bibin; xêrnexwaz jî, hesûd û bêwefa jî dê jiqehran dîntir bibin. Ez wekî navê xwe dizanim ku ew hestênbi mîlyonan Kurd û Kurdistanîyên dilsoz û biwefa ne. Herweha dizanim û spasdar im gellek partî û rêxistin bi endamû dostên xwe di vî warî de gellek tişt kirine û dikin jî.
Ya min dilxwestinek û nêrîneke vekirî ji bo bi hev re zêdetirgeşkirin û xurtkirina harmonîya zarokên welatê rojê û agir e; dewlemendtirkirina perspektîfan e û pewistiya gavên nû ye kubeyî ku partî û rêxistin li benda hevdu bin, ji alîyê xwexurtkirina gavên heyî ye û avêtina gavên nû ye. Ew bi awayekîli hember hesûdî û bêwefadarîya siyasî, heval û dostanî yasîyasî ye, wefadarîya sîyasî ye. Gelo ev çiqas mumkun e? Astengî û zehmetî pirr in û pirralî ne, lê ji tevayiya dilê xwebawer dikim ku bi tiştên herî `biçûk`, wekî mînak jestekeyekalî, wefadarîyeke vekirî, silavake jidil an ´bêdengîyeke` dostane be jî di vî warî de gelek tişt ji nuha ve dikarin bênkirin û divê bê kirin jî. Ew gavên `biçûk” ji qama xwe gellekmezin in û dikarin bibin dermanên baş ji bo hêsir û êşên me kucarnan digihîjin asîmanên me. Di vî warî de sewîyeyaberpirsiyarî li gorî partî, rêxistin û kesayetîyan cuda be jî, li gorî zanîn û karîna her Kurd û Kurdistanîyê/a, ya me hemûyane, beyî ku em li behda hevdu bisekinin…
/Nupel/