Osman Aytar: Xewna kombûnekê li Hewlêrê…

KurdiYazarlar

Çawa min kanaleke televîzyonê ya Tirkan vekir, min dît ku bi heyacan behsa kombûnekê li Hewlerê çêbûbû dike. Bi meraq min got ka kanalên din ên televîzyonên Tirkan çi dibêjin. 

Wekî ku li hev kiribûn behsa vê kombûnê dikirin û ji devên spîkeran agir dibarî; ew ”pisporên” wan ên her  demî ji kanalek diçûn kanaleke din û bi xemgînî behsa vê kombûnê dikirin.

Ji bo ku ka binêrim kanalên televîzyonên Kurdan çi dibêjin min li wan jî nêrî. Di kanalên Kurdan de jî ew nûçe nûçeya yekemîn bû. Lê hemû kanalên Kurdan bi hêvî û kêfxweşî nûçeya vê kombûnê didan.

Li gorî agahdarîyên kanalên Kurdan bi kurtayî kombûna Hewlerê weha pêk hatibû û encamên sereke jî ew bûn:  

Bi înîsîyatîf û beşdarîya nûnerên Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê, Hikûmeta Kurdistana Başûr bi berpirsên KCK/PKKê li Hewlerê kombûnekê awarte çêkiribû û hin nûnerên Desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê jî wekî mêvan beşdar bûbû. Biryarên bingehîn ku ji kombûnê derketibûn ew bûn:

  1. KCK/PKKê li herêmên ku ew li wir in jî tê de di tevahîya Kurdistana Başûr de desthilatdariya Serokatîya Herêmê, Hikûmeta û Parlamentoya Kurdistanê qebûl kiribû…
  2. Hikûmeta Kurdistanê bi piştgiriya Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê dê ewlekarîya hêzên KCK/PKKê yên di ew warên lihevkirî de li hember êrîşên Tirkîyeyê temîn bike…
  3. Ji bo di pirsa Kurd û Kurdistanê li Bakûrê Kurdistanê de rêlibervekirina çareserîyên demokratîk KCK/PKKê yekalî biryara şerrawestandinê dabû…
  4. Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê dê bi hevkarîya Hikûmeta Kurdistanê û Desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê hewl bidana ku bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirkîyeyê pêvajoyeke nû ya çareserîya demokratîk û xweragir a pirsa Kurd û Kurdistanê li Bakûrê Kurdistanê qebûl bike…
  5. Di nava şeş mehan de bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî hevdîtin di navbera nûnerên Kurd û Kurdistana Bakur ku firehîya reng û dengên civatê temsîl dike û nûnerên dewleta Tirkîyeyê de pêk bê…
  6. Li gorî vê pevajoja nû Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê dê hewl bidana Tirkîye hêzên xwe ji Rojava û Başûrê Kurdistanê paş de bikşîne…

Ez ji kêfan li cihê xwe nedisekinîm. Êdî ji xêrnexwaz, hesûd û fîtnekaran re malzeme nemabû; aqlî selîm bi alîkarîya dostên Kurdan û Kurdistanê biser ketibû…

Çawa ji xewê şîyar bûm, hema li cihê xwe tevizîm. Axînek bi min ket. Pirr li ber ketim.

Êdî ji derd û kulên van rojan in, an jî tiştekî din e ku xwe di kûrahiya dil de veşartîye, min di xewna xwe ya îşev de ew tiştên xweş dîtin…

Lê ne xem e, ji hemû xêrnexwaz, hesûd û fîtnekarên ku dixwazin dîsa xwîna xûşk û birayan birije re înad, xewn be jî, xewneke xweş e, ji germayîya alawên dil û ruh e, tovê hêvî ye û tovê parastina doza rewa ya zarokên welatê rojê û agir e…

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: 2021, Kurd û ‘statû’
Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Şerê di navbera Kurdan karaset e

Öne Çıkanlar