Osman Özçelik: Cinawirê Şernexê

KurdiYazarlar

Sê sal berê li navçeya Payîzava ya Wanê (Gürpınar) çalakvanê mafê mirovan Koçer Sason Yapıcı, tê binçavkirin. Polîs îşkenceyeke giran pê dikin. Wêneyên Koçer Sason di rojnameyan de, di medya civakî de hat weşandin. Dev û rûyê wî werimandibûn, reş û şîn kiribûn, pişta wî sor û mor kiribûn.

Darizandina bûyerê çend roj berê bi dawî bû. Polîsên işkencekar beraet kirin. Dadgehê 19 meh ceza da Koçer Sason. Sedema cezayê; qaşo, dema ku Koçer hatiye binçavkirin, li ber xwe daye, heqaret li wan kiriye, li polîsan daye; bi vî awayî nehiştiye ku polîsên dewletê “wezîfeya xwe” bikin.

Wek ku Koçer Sason di dadgehê de gotiye, “Li herêmê hiqûk, mîna ji bo sûcên ku hêzên ewlekariyê bincil bike, dixebite.”

Ev rewş ji bo me kurdan; Ji avakirina komarê heta roja me qet neguheriye.

19 sal berê bo darizandineke wisa bişopînim çûbûm Şernexê. Gava mirov ji Cizîrê diçe Şernexê di gundê Qesrîkê de derbas dibe. Li wir qereqolek heye. Her mirov, heta çûkên ku li wir difirin jî, bêyî heqaret, lêdan û binçavkirinê, nikarin ji destê komando û cendirmeyên qereqolê xelas bibin.

Li wir serokê bajarê Şernexê hatibû girtin, avêtibûn hepsê. Bi wê sedemê li Şernexê bûm.

Li vegerê min di rojnameya Azadiya Welat de, çavdêriyên xwe yên vê bûyerê, bi sernavê “Cinawirê Şernexê” gotarek nivîsî. Ev gotar di pirtûka min a bi navê “Kulîlkên Qeşayê” de jî cih girt. Bi çend redaksiyonên biçûk nivîsê pêşkêşî we dikim.

Cinawirê Şernexê*

Di 16ê meha gulanê de darizandina Cinawirê Şernexê hebû. Polîsên Çîr (çevik kuvvet) di hundirê avahiya dadgehê de li hemberî hev rêz bûbûn, di navbera xwe de wek korîdorekê valahî hiştibûn ku cinawir têde derbas bibe.

Serbazê komandoyan, bêtêl di dest de, derket keşfa derdorê. Erê tevdîr hemî di cih de bûn. Serbaz ferman da ku deriyê tirimbêla bi zirx vebe… Derî vebû. Cinawirê Şernexê destên wî kelemçekirî, giran giran dahat xwarê. Yekî kinik î hûrik bû. Şaşmayî li dora xwe nihêrî, bi awayekî şermokî meşiya.

Panzer, cemse; komando û polîs hemî mîna tivinga li ser nig, amade bûn. Xuşe xuş û çîve çîva bêtêlê bû. Radigîhandin hevdu ku Cinawir bi saxî û silametî gihandine dadgehê.

Hâkima jin a ciwan, ji Cinawir pirsî: “Te li Qesrîkê li cendirmeyên qereqolê xistiye, te dê û jinên wan gotiye û te du kes ji wan xerab birîndar kiriye. Te ji Dewleta me û ji artêşa me re jî gotinên xerab gotine. Sedema darizandina te ev e. Tu çi dibêjî?”

Cinawir şaşwaz got: “Kê gotiye?”

Dadger: “Şahid hene!”

Şahidê yekem, leşkerekî Qereqola Qesrîkê bû ku ji polîsiyê veqetiyaye, bûye leşker. Ew hat û got: “Me, mîna her car li Qesrîkê qontrola rê û rêwiyan dikir. Tirimbêla vî kesî ji Şernexê dihat. Me ew jî rawestand, nasnameya wî û yên hevalên wî hildan, birin qereqolê ku qontrol bibe û bêne qeydkirin. Piştî demekê me bangî wan kir ku werin nasnameyên xwe hildin, bibin. Ew hat, ket hundir qereqolê, dest bi xeber û dijûnan kir. Got: ‘Kûçikên TC ya faşîst, ez ê dê û jinên we sînqaf bikim… Got, rezîlên bênamûs ên bêşeref!’ Hevalên me jê re gotin: ‘Beyefendî, ji kerema xwe re xwe aciz meke û sakîn be. Em li vir wezîfeya xwe ya welatî dikin, rica dikim sakîn be.’ Vî kesî dîsa got: ‘Hûn faşîstên bêşeref in, ez ê bikutim jinên we!’ Hâkime xanim, hê hevalê me jê re negotibû, ‘Beyefendi rica ederim…’ Vî kesî cendirmeyê me da ber pehînan.”

Şahid, îfadeya xwe domand: “Paşê qomitanê me hat. Wî jî, ‘Beyefendî ji kerema xwe re bisekinin, eskerê me gune ye, wezîfeya xwe dike, hûn çi jê dixwazin?..’ got. Hîna qomitanê me gotina xwe neqedandibû, ev kes vê carê vegeriya ser qomitanê me û ji wî re jî got: ‘Hûn hemî kûçikên TC ya faşîst in û ez ê di q..zê dê û jinên we n…’ û bi boksan kişiya ser qomitanê me. Paşê me çar pênc kesan bi zorê ew zevt kir… Tiştên ku min dîtine ev in hâkîme xanim.”

Şahidê duyem jî cendirmeyek bû. Piştî sondxwarina rastgotinê, wî jî, ne kelîmeyek kêm, ne yek zêde, heman îfade dubare kir.

Hâkîme xanim ji Cinawir pirsî: “Tu çi dibêjî?”

Cinawir ji cihê xwe rabû ser piyan, dengê wî diricifî, got: “Welleh derew e. Ez çi bêjim. Min di jiyana xwe de li tu kesî nexistiye û xeberên neçê jî negotine. Hemî derew in. Gava li pêş min ev xeberên bi sînqaf têne gotin, tew ez ji bihîstina wan jî şerm dikim. Di adet û terbiya partiya me de tiştên weha nîn in. Ez… Ez şerm dikim. Ev komplo ye. Ez serokê HADEPa Şernexê me. Hemî derew in… Hemî derew in!”
Ew Cinawir (!) Resul Sadak bû û hê jî di hepsê de ye…

——————————
* Cinawirê Şernexê: Ji pirtûka “Kulîlkên Qeşayê” Osman Özçelik, Weşanên M, 2004

İlginizi Çekebilir

Rohat Alakom: Hewldana Kuştina Şerîf Paşa li Parîsê (1914)
Günay Aslan: Devlet güçlenince erkek de güçleniyor

Öne Çıkanlar