Osman Özçelik: Salvegera sihemîn a avakirina HEPê (I)

KurdiYazarlar

Nivîsîna bîranînan karekî pirr zehmet e. Tew mirov kurd be û mijara bîranînan bûyerên siyasî be, berpirsiyariya mirov girantir dibe. Di siyasetê de her tişt di her wextê de nayê gotin. Gotineke bê wext, dikare bibe sedema aloziyên hilweşîner.

Şerd û mercên me kurdan girantir e. Merc, destûrê nade ku em bûyeran û şîroveyên xwe roj bi roj, an dem bi dem di rojnivîskekê de jî binivîsin. Tirsa ku rojekê notên me bikeve destê polîs, me ji rojnivîskan bidûr dixe. Heman xetere, di hilanîn û berhevkirina belgeyan de jî heye. Bi hilanîna belgeyekê, notekê, rêzikek helbestekê, pirtûkekê re,  dikare serê mirov bikeve belayeka giran. Em dikarin bêjin ku ji tirsan, tu civakê bi qasî kurdan belge û pirtûk neşewitandine, tune nekirine. 

Bi vê sedemê çanda arşîvkirinê, çanda nivîsîna dîrokê bi pêş nakeve. Nivîs dîrokê, dîrok jî, hişmendiya neteweyî bi pêş ve dixe. Desthilatdariyên dagirker, bi zanayî dest datînin ser belgeyên nivîskî ku zincîra serpêhatiyên netewî qut bibe, ji nifşekî derbasî nifşekî din nebe. Divê haya nifşên nû ji yên beriya xwe nebe.

Sedema kêmnivîsîna bîranînan yek jî, mesela objektîfbûnê ye. Gelo mirov dê bikaribe çiqas objektîf tevbigere? Bi xwezayî her mirov xwediyê ramanekê, xwediyê hestên xweser e û kapasîteya şîrovekirina bûyeran ya her mirovî cuda ye. Mirov ji şaşfamkirinê, ji neheqîkirinekê ditirse, xwe ji nivîsê dide alî.

Bi vê hişmendiyê, piştî sih salan, min xwest bi çavê avakarekî ji avakarên HEPê, behsa serdemekê bikim. Serdema avakirina Navenda HEPê û bi taybetî avakirin û xebatên şaxê Stenbolê.

Piştî darbeya leşkerî ya îlona 1980an bi çar salan, berbendkirina partiyên siyasî rabûbû. Li gel partiyên din,  du partiyên ku xwe wek partiyên sosyal demokrat didan nasîn; Halkçı Parti (HP) û Sosyal Demokrasi Partisi (SODEP) di serokatiya Erdal İnönü de, bi navê Sosyal Demokrat Halkçı Parti (SHP) bûbûn yek parti. 

Di hilbijartina 30.11.1987 an de, pirtirên kurdan û hêzên çep, hêzên demokrat, piştgiriya SHPyê kiribûn. Ji DİSKê (Devrimci İşçi Sendikaları Konfederasyonu) wek serok Abdullah Baştürk, sekreter Fehmi Işıklar, İsmail Hakkı Önal û hindek kurd, wek miletvekili hatibûn hilbijartin. Di nava SHPyê de wekilên kurd û sendîkavan, wek “grûba çep” tevdigeriyan. 

Min SHP dişopand, belê dilê min li wê partiyê rûneniştibû. Ji xwe tu nêta min a ku siyaseta aktîf bikim jî tunebû. Min ji xwendin û nivîsînê hez dikir. Di avakirina ANAPê de Vehbi Dinçerler, ku paşê di kabîneya Turgut Özal de, dê bibûya wezîrê perwerdehiyê, heta dermanxaneya min a ku li Zeytinburnu, hatibû teklîfa serokatiya ANAPa Zeytinburnu li min kiribû. Heman teklîf ji DSPya Ecevit jî hatibû û min her du teklîf jî qebûl nekiribû.

Li ser israra dostên min ên kurd, ên di nav SHPya Stenbolê de wek “grûba çep” tevdigeriyan, min endamtiya SHPya Zeytinburnu qebûl kiribû û ketibûm nav grûba çep. Li Zeytinburnu SHP, di destê “mutehîtên laz” de bû. Em koma çepgir, 30-40 kes bûn.

Bi hewldanên Sekreterê Giştî Deniz Baykal, ji ber ku beşdarî “Konferansa Kurd a Navneteweyî” ya li Parisê (14-15 Cotmeh 1989) bûne, wekîlên kurd; Mehmet Ali Eren, Kenan Sönmez, İsmail Hakkı Önal, Ahmet Türk, Adnan Ekmen, Salih Sümer, Mahmut Alınak û İbrahim Aksoy, ji SHPyê hatin avêtin. 

Konferans bi destê “Enstîtuya Kurd a Parisê” lidar ketibû, wekîlên kurd jî wek mêvanan hatibûn vexwendin. Di konferansê de tu lîzeke (rol) wekîlan nîn bû. Neaxivîbûn, daxuyanî nedabûn. Çûna wan a Parisê bûbû wek seyehateke tûrîstîk. Dîsa jî çavê Dewletê bar nebûbû, bi destê Deniz Baykal, wekîl ji SHPyê hatibûn bidûrxistin.

Bûyerê hêrsa gelê kurd bilind kiribû, mîna agir bi fitîla bombeyekê xistibin, teqîneke civakî pêk hat. Li Kurdistanê hema bêje temama rêxistinên SHPyê îstîfa kirin, tabela danîn. 

Wekîlên din ên SHPyê; Abdillah Baştürk, Fahiş Işıklar, Cüneyt Canver, Mehmet Kahraman, Arif Sağ, İlhami Binici, Kemal Anadol, Hüsnü Okçuoğlu, Tevfik Kaçak, Kamil Ateşoğulları û Aydın Güven Gürkan, ji bo protestokirina biryarê, di nava mehekê de, ji endamtiya partiya xwe îstifa kirin. SHP serobino dibû.

Li Stenbolê jî ji rêxistinên her navçeyê, pirtirên wan kurd kom bi kom îstifayan destpê dikir. Min jî gazî koma me ya çepgir a Zeytinburnu, kir. 20-25 kes beşdarî civînê bûn. Min raya xwe eşkere kir, diviya me jî îstîfa bikira. Pirtirên hevalên me dudilî bûn, digotin hela em bûyeran bişopînin, paşê biryarê bidin.

Roja din, min bi serê xwe, îstîfa xwe da. Min gotibû nema dikarim bi vê partiya ku tehamulî kurdan nake re bixebitim. Piştî min, ji hevalên me 12 kesan jî îstîfa xwe dan. Li Stenbolê hejmara îstîfakarên SHPyê gihîştibû şeş sed kesî. 

Wekîlên qewirandî û hinek wekîlên piştgir, bi navê “Yeni Demokratik Oluşum/Pêkhateya Nû ya Demokratîk” daxuyaniyek belav kirin. Diyar bûbû ku dê di serokatiya Prof. Dr. Aydın Güven Gürkan de partiyeka sosyal demokrat a di standartên Ewropayê de, bihata sazkirin. 

Ji wekîlan; Mehmet Kahraman, İlhami Binici û Tewfik Koçak li SHPyê vegeriyan. Kemal Anadol, Hüsnü Okçuoğlu û Kamil Ateşoğulları jî, bi navê “Sosyalist Birlik Partisi/Partiya Sosyalîst a Yekbûyî” partiyek ava kirin.

Li Stenbolê pirtirên wan kurd, elewî û sosyalîst qefle bi qefle beşdarî xebatên me dibûn. Êdî em di salonan de, hilnedihatin. Me biryar da ku li her navçeyê endamên me civînên xweser lidar bixin û her navçe ji nava xwe sê berdevkan hilbijêrin. Li Zeytinburnu bi tevlêbûnên nû, hejmara me gihîştibû 25 kesan. Ez, Adnan Şenol û Hıdır Kuş wek berdevkên navçeyê hatin hilbijartin.

Di civîneke berfireh ya berdevkên navçeyan de; Ez, Halit Ötün û Erol Kızılelma wek berdevkên Stenbolê hatin hilbijartin. Me di temsîlê de hevsengiyeke zimnî saz kiribû. Li gor rêza navên li jor; kurd, elewî û sosyalist. Ne hemû, belê pirtirên elewî û sosyalîstên ku ketibûn nav xebatê jî, kurd bûn.

Serokatiya Aydın Güven Gürkan hêz dida me hemûyan. Rewşenbîrekî kûr, demokrat û zana bû. Di serdema serokatiya wî ya Halkçı Parti de hatibû naskirin û hezkirin. Dema Partiyên HP û SODEP bi navê SHP tevî hev bûn, wî fedakarî kiribû, serokatiya SHPyê ji Erdal İnönü re hiştibû.

Me ê partiyek ava bikira, belê partiyeke çawa? Bo wê piştî xebatên pênc mehan, li “Ankara Atatürk Kapalı Spor Salonu” kongreyek hat lidarxistin. Salona tije, bi sloganan dihejiya. Beşdarên kongrê bi giraniyeke mezin kurd bûn û cara yekemîn bû ku kurd bi nasnavê xwe beşdarî kongreyeke legal dibûn. Wek berdevkê rêxistina Stenbolê min jî raporeke dirêj pêşkêş kir. Di nav tilîlî û çepikan de ji ser kursiyê hatim xwarê. Rapora min pir hatibû ecibandin, Aydın Güven Gürkan ji her du çavan ez maç kirim, ji bo pîrozkirinê wekîlên me ketibûn rêzê. 

Kongrê, nîşan dabû ku dê partiya nû li ser hîmê demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka kurd ava bibûya. Ji bo avakirina partiyê ez jî di nav de, em 25 kes hatin hilbijartin. Komîsyona avakar karbeşiya; program, rêbaz û rêxistinbûna partiyê kir. Ji bo nivîsîna programê; Tarık Ziya Ekinci, M. Ali Aslan, Aslan Başer Kafaoğlu, Murat Belge û ez, em hatin peywirdarkirin. M. Ali Aslan şeklê dawî yê programa partiyê nivîsî. 

Me navê partiyê; “Halkın Emek Partisi-HEP” (Partiya Keda Gel) danî.  Amblema me; Di nava diwazdeh destên hevgirtî yên çemberek pêk anîbû de, guleke sor bû. Gula sor, sembola sosyal demokratên dinyayê bû. Destên hevgirtî jî, gelên kedkar temsil dikir. 

Di nava gel de diwazdeh destan, diwazdeh îmamên elewiyan bibîr dixist û elewiyan pir kêfa xwe ji amblema me re dianîn. Me Rêbaz (Tüzük) a partiyê, bi çend guhertinan, ji Rêbaza SHPyê kopye kiribû.

                           

Ji nişka ve Aydın Güven Gürkan ji xebatan vekişiya, got, “Nema ez dikarim vî karî bimeşînim.” Ji bo tevgera me zerarê nebîne, daxuyanî neda raya giştî. Belê di guftugoyên navxweyî de, bi eşkereyî digot, “Ez dibînim tevgera me, bi ber partiyeke kurdewar ve diçe, derveyî bajarên kurdan, li tu derê ‘pel nalive.’ Ez nikarim vî barê giran hilgirim.” Rast digot, bar giran bû. Her diçû li Kurdistanê şer, pevçûn, kuştin û şiddeta dewletê zêde dibû.

Dê serokekî din bihata dîtin. Diviya yekî kurd bibûya serokê partiyê, belê tu kesî xwe nedida ber vî barî. Abdülmelik Fırat ketibû bîra komisyonê. Abdulmelik, neviyê Şêx Seîd bû, wek rûspiyekî kurdperwer dihat nasîn, di partiya Süleyman Demirel (DYP) de wekîlê Erzurumê bû. Teklîf qebûl nekir. Li ser israran, ya dawî got, ku qet ji bîra min naçe. “Ez ji we re dibêjim, ez xadim im, hûn dibêjin çend kurên te hene?” Me fam kiribû.

Abdullah Baştürk jî bi hinceta xebatên DİSKê, serokatî qebûl nekir. Darbeya leşkerî DİSK girtibû, dest danîbûn ser mal û milkên sendîkayê. Serokê sendîkayê A. Baştürk û rêveberên sendîkayê avêtibûn zindanê, bi idamê, bi darvekirinê hatibûn darizandin. A. Baştürk, ji serokê dadgehê re gotibû, “Ancax hûn dikarin çakêtê min darve bikin.”  Piştî hepsa çar salan wan beraat kiribûn, di hilbijartina 1987an de wek wekîlê SHPyê hatibûn hilbijartin. Niha ew bi me re bûn. Baştürk got, “Ji bo ji nû ve DİSKê vekim û mal û milkê sendikayê ji destê dewletê xelas bikim, dixebitim. Ez ê giraniya xwe bidim ser vî karê xwe.” 

Baştürk, ji bo serokatiya partiyê, Sekreterê Giştî yê DİSKê, Fehmi Işıklar, pêşniyaz kiribû. Naçar, serokatî ji F. Işıklar re ma. Ji ber ku ew ne kurd e, gelek kesan acizî ji vê biryarê kirin, hinekan xebatên xwe sar kirin an veqetiyan.

Daxwaznameya avakirina partiyê, ez jî di nav de, me bi dosya 82 kesan, di roja 7 ê Pûşpera 1990an de teslîmî serdozgeriyê kir. Avakarê 82. ê HEPê, Musa Anter bû. Di civîna yekemîn de; F. Işıklar bi fermî wek serokê partiyê hat hilbijartin. İbrahim Aksoy Sekreterê giştî; Cüneyt Canver, Kenan Sönmez û Ahmet Karataş wek cîgirên Sekreterê Giştî hatin hilbijartin. Salih Sümer bû hesabgêrê partiyê.

Baştürk û Mahmut Alınak ne tê de, temama wekîlan di rêveberiyê de cih girtin. Min teklîfa cîgiriya sekreteriyê, bi hinceta ku dixwazim li Stenbolê wek endamekî bixebitim, qebûl nekiribû.

Navenda partiyê biryara çalakiyeke mezin dabû. Dê wekilên me, ji Edirne heta Amedê bi navê, “Meşa Jiyana Azad û bi Rûmet” bimeşiyana. Ji ber derfetên teknîkî, meşê roja 17ê Tîrmeha 1990an Ji Stenbolê, di bin dorpêça polîsan de, bi otobusekê destpê kir. Polîsan destûr nedabûn ku gel bi wekîlan re bimeşin. Tenê 12 wekil, şofêr, ez û Tülay Geyik em man di otobusê de. 

                                  (Lîsteya sloganan) 

Di têketina her bajarekî de wekîl ji otobusê dadiketin, di stuyê wan de pankartên sloganan, dimeşiyan. Min û Tülay, sedema meşa me anons dikir, em sloganên partiyê diqîriyan. Cara yekem bû ku wekîlan çalakıyeke wisa lidar dixistin. Li her bajarî ji hêviyên me bêtir, em bi girseyî dihatin pêşwazîkirin, gel bi çepikan piştgirî didan çalakiyê. Belê polîsan rihetî nedidan me, êrîşî gel dikirin, wekîl tehdît û tacîz dikirin. Her ku em bi ber Kurdistanê ve diçûn, pêşwaziya gel û tacîza polîsan zêdetir dibû. Piştî neh rojan em gihîştin Amedê, bi mîtîngeke girseyî meşa me qediya. Çapemeniya Tirkiye li hember vê çalakiyê xwe kerr û lal kiribûn. Rêzikek jî nedinivîsîn. Dîsa jî me navê partiyê dabû naskirin.

Li vir dixwazim heqê Fehmi Işıklar teslîm bikim. Ji serî heta dawiyê wek lîderekî û bi wêrekî tevgeriya, li hember provokasyonên polîsên ku bi çavên dijminan li me dinêrîn, em şiyar dikirin û bi hişmendî meşa me ji xetereyan diparast.

Li vegerê me dest bi xebatên avakirina rêxistina Stenbolê kir. Min ji Av. Medet Serhat xwestibû ku ew bibe serokê me yê Stenbolê. Mixabin wî qebûl nekiribû.

Ji bo serokatiya bajêr navê min û yê Halit Ötün derbas dibû. Halit, esnafekî Dêrsimî bû, ji rêveberiya SHPya Stenbolê îstîfa kiribû, ji bo avakirina partiyê em bi hev re dixebitîn. Elewîtî û çepgiriya wî di pêşiya kurdbûna wî de bû. Li gor min dê nikarîbûya vî barî hilgire. Komîsyona me ya avakar ji neh kesan pêk dihat. Di civîna me ya ku li ofisa İbrahim Barut (Mali Müşavir) lidar ket de, bi giraniya hevalên elewî-çepgir, navê Halit Ötün derket pêş. Ne bi dilê min bûya jî, min bertek nîşan neda. Di civîneke berfireh de, me ê navê serokê xwe diyar bikira û ji bo rêveberiya mayîn, me ê pêşniyazên endaman wergirta.

Bi beşdariya 300-400 endaman li salona “Mülkiyeliler Birliği” (Ortaköy) em civiyan. Ji ku bihîstibû nizanim, Yaşar Kaya bi du sê kesan ve hatibû civînê. Ji ber ku heta wê rojê ew qet beşdarî xebatên me nebûbû, nedihat naskirin û ne vexwendiyê civînê bû. Ji endaman hinekan xwestibûn Yaşar Kaya civînê biterikîne, min nehiştibû bêrêziyeke wisa pêk were.

Yaşar Kaya û çend hevalên xwe li hember HEPê daxuyaniyeke tund belav kiribûn ku keda gelê kurd bi rêya HEPê, bûye dûvikê sendîkalîstan. Hevalên me yên ku ev daxuyanî xwendibûn, bertek nîşan didan. Yaşar Kaya di cihê xwe de axivî û doza serokatiya Stenbolê kir. Her kes şaş mabûn. Beşdaran bi tundî nerazîbûna xwe anîn ziman, bi devkî êrîşî wî kirin. Yaşar Kaya û hevalên xwe civîn terk kirin.

Wek berendamê serokatiya bajêr, Halit Ötün hat ser mîkrofonê. Pirr agresîv bû. Axavtineke bê ser û ber kir. Paşê got, “Ez ji berendamtiya serokatiya bajêr vedikişim.” Bi bergera hevalên ku destek dabûn wî jî, biryara xwe neguherand. Ji xwe, pêşniyaza serokatiya wî ne bi dilê pirtirên endaman bû. 

Kêfa dilxwazên min hatibû, li ser pêşniyaza endaman, navê min derket pêş û bi yekdengiya civînê wek serokê şaxê Stenbolê hatim hilbijartin. Civîn qediya. 

Bi Komîsyona amadekar re, me lîsteya rêveberiya bajêr amade kir û bi rêya faksê şand Navenda Giştî ya Partiyê. Rojek di ser de derbas bû, Serokê Giştî Fehmi Işıklar, telefon da min ku ez bi lîsteya xwe ve ecele biçim Ankara. Roja din serê sibê gihîştim Navenda Partiyê ya li Kızılay. Gava ketim odeya Serokê Giştî, min dît ku; Musa Anter, Yaşa Kaya û Zeki Bozalan li odê rûniştine.

Ez û yaşar Kaya li ber maseya Fehmî Işıklar, li ser kursiyên mêvanan rûniştibûn. Fehmi Işıklar pirsî, got, “We lîsteya xwe çawa amade kir?” Min xebatên me yên neh mehan yek bi yek vegot. Xebatên li navçeyan, hilbijartina berdevkên navçeyan, civînên berfireh, hilbijartina komîsyona amadekar, lêgerîna serokekî navdar û rêveberiyeke xurt, heta civîna berfireh ya ku Yaşar Kaya jî beşdar bûbû, min bi hûrgilî derpêş kir.  

Işıklar, “Baş e,” got û domand, “Apê Musa hatiye ricayê ku tu ji serokatiyê vekişe û Yaşar Kaya bibe serok, tu çi dibêjî?” Min bersîvand. “Yaşar Kaya mezinekî me ye, ez dikarim bi kêfxweşî ji bo wî vekişim. Belê xebatkarên partiyê wî nas nakin, dê qet qebûl nekin. Ez nebim jî, dê yekî din pêşniyaz bikin.” 

Fehim Işıklar xwest lîsteya me bibîne. Min pêşkêş kir. Lîste wisa bû:

Osman Özçelik (Dermansaz), Halit Ötün (Esnaf), İbrahim Barut (Mali Müşavir), Mehmet Can (Avukat), Emin Köse (Qaymeqamê Berê), Zülfü Anıl (Karker), İsmet Akkuş (Esnaf), Ekrem Yıldız (Karker), Süleyman Dinç (Karker), Ahmet Soner (Senarist-Sinemakêş), Tacim Demir (Tuccar), Kenan Aktaş (Esnaf), Ferda Çetin (Avukat), Serhat Bucak (Avukat), Emine Ekerci (Avukat)

Işıklar hêj lîste dixwend, Yaşar Kaya lîste ji destê wî kişand, xwend û şûnde avêt ber F. Işıklar. Axivî, “Sefalet Listesi!..” got û domand, “Ka profesor, ka sanayîcî, ka hunermendên bi nav û deng, ka mezinên kurdan?… Min yek jî di vê lîsteyê de nedît,” got. F. Işıklar di bin çavan re, li vê tevgera wî ya çors nêrîbû.

Min got, “Yaşar Abê, heqê te tune tu bêjî ‘sefalet listesi’ heke tu wisa bikî, ez ê mecbûrî bêrêziyekê bibim. Belê naxwazim bêrêziyê bikim. Bi xebata neh mehan ewqas ji destê me hat. Were bi me re bixebite, di kongreya bajêr de, em lîsteyeke qenctir amade bikin.”

Apê Musa, “Osman, kurê min, Yaşar pirr dixwaze tu cihê xwe bidî wî. Tu ciwan î, tu dikarî gelek caran bibî serok, Yaşar pirr dixwaze,” got. 

Min bersîvand: “Apê Musa, bi xwestina min nabe. Rêxistina Stenbolê qebûl nake. Ez wê sozê didim, bila Yaşar Abê were beşdarî xebatên me bibe, di demeke herî nêz de, em ê kongreya bajêr lidar bixin, ez nabim berendam, heke ew bixwaze ez ê bo serokatiya wî bixebitim.”

F. Işıklar, “Temam, mesele hat famkirin. Em ê meselê di civîna partiyê de, nîqaş bikin, bo hatina we spas dikim,” got, civîn qedand. Li derve jî Apê Musa pir israr kir. Fam nedikir, min nema lê guhdarî kir. 

Paşê min bihîst ku Yaşar Kaya beriya Musa Anter, çûye ofîsa Medet Serhat ku ew min îkna bike. Medet Serhat ret kiriye, gotiye, “Osman ciwan e, dê vî karî ji te çêtir bike.” Yaşar Kaya bi xeyd ofîs terikandiye.

Navendê, lîsteya me qebûl kiribû û bi nîvîsekê em peywirdar kiribûn. Me li ser navê min, li Taksimê cihekî xweş, fireh kirê kiribû. Xwediyê daîrê gotibû ez cihê xwe didim te, nadim partiyê. 

 

                                (Nivîsa peywirdarkirinê)                                                                 

Rêveberiya me; Halit Ötün wek sekreter, Emine Ekerci jî wek hesabgêr hilbijart. Ji rêveberan, Kenan Aktaş qet beşdarî xebatan nebû. İsmet Akkuş, piştî du mehan vekişiya, Süleyman Dinç, piştî sê-çar mehan îstîfa kir. Me di nav zext û zorên Dewletê de, di nav bêderfetiyên maddî de, dest bi avakirina navçeyan kiribû.

Apê Musa û Yaşar Kaya di serokatiya Abdurrahman Demir de, di rêveberiya navçeya Kadıköy de cih girtin.

Her diçû HEP dibû partiyeke kurdan û meşandina xebatan dijwartir dibû. Ên ji vê rewşê aciz bûn, an nikarîbûn xwe li ber êrîşên dewletê ragirin, hêdî hêdî partî diterikandin. Şûna wan vala nedima, kurd bêtir li me vedihewiyan. 

Siyaset, wek jiyanê bi surprîzan ve dagirtî bû. Kê dizanî dê Yaşar Kaya paşê bibe Serokê Giştî yê, “Demokrasi Partisi -DEP” Dostaya me dê heta mirina wî her dewam bikira. Wî, bi rahmet bibîr tînim.

Meşa ku bi 82 kesan destpêkiribû; bi xebat, fedakarî û bedelên giran ên sih salan, îro bi milyonan didome…  

 

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- K-
Firat Cewerî: Ev neyar ne wek mirovan hov e

Öne Çıkanlar