Koça civaka Êzîdî ya ber bi Ewropayê ve di dawiya salên 70’î û di nîvê salên 80’î de, pêşî di nav Êzidiyên Bakûrê Kurdistanê de destpêkir.
Di dawiya salên 80’î û destpêka salên 90’î de gihişt e asta herî jor. Îro li Bakûrê Kurdistanê kesên ku xwedî nasnameya Êzdayetiyê yên ku nehatine asîmilekirin dikin kêmî 1000 kesî ne.
Bi pêlên koç a ber bi Ewropayê ve ku li Bakûrê Kurdistanê destpêkir, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî vê yekê hêdî hêdî xwe da der. Koça Êzîdiyan ya ji Rojavayê Kurdistanê destpêka salên 90’î de destpêkir û di dawiya salên 90’î de gihişt asta bilind.
Beriya 20-30 salî hejmara Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê, di navbera 50-100 hezar kesî de bû. Bi destpêka salên 90’î ve ev hejmar her ku çû kêm bû û Êzîdiyan berê xwe dan welatên Ewropayê. Herî zêde ji Êzidiyên li herêma Cizîrê pêşengiya vê koçê kirin.
Vê yekê di nav Êzidiyên li Başûr de di dawiya salên 90’î de destpêkir heya Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an domand. Mirov dikare bêje ku pêlên dijwar yên koçê, her ku diçû kêm dibû, lê belê bi Fermana Şengalê re ev yek daket asta herî jor û hîna jî bi hemû dijwariya xwe berdewam e.
Koçberiya ji Başûr ku beriya hingî di navbera 15-20 salan de pêk hatibû, piştî Fermana 3’ê Tebaxê di navbera 1-2 salan de pêk hat. Vê yekê bandora xwe li Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê jî kir û hejmara Êzidiyên ku cih û warên xwe terikandin zêde bû.
Tişta ku bala mirov dikşîne ew e ku fenomena koçberiyê ya ku li ba civaka Êzîdî destpêkirî, bi çend salên navber li hemû cih û warên ku Êzîdî lê dijîn xwe dide der. Ev yek ne hemwext jî be, li ba Êzidiyên Kafkasyayê jî rû dide. Bi ya min her çiqasî vê yekê di nav Êzidiyên Kafkasyayê piştî hilweşandina Sovyetê destpêkiribe jî, ji dînamîkên civaka Êzîdî yên li herêmên din û pêlên koçberiyê ku destpêkirin ne cûde ye.
Ev yek dide xûyakirin ku, pêşketinek erênî yan jî neyênî ye ku li herêmek Êzîdî lê dijîn derkeve ev yek bandorê li tevahiya civaka Êzîdî dike. Mijara koçberiya civaka Êzîdî mijarek girîng e û divê bi berfirehî werê lêkolîn.
„Qanûna Parastin û rêveberiya mal û milkên kesên nehên (xayib)“
Ya ku ez dixwazim balê bikşînim ser, rewşa Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî rewşa Êzidiyên li herêma Cizîrê ye. Beriya demekê bi awayekî lez û bez Qanûna 7 ya bi navê „Qanûna parastin û rêveberiya mal û milkên kesên nehên (xayib)“ hat derxistin.
Armanca vê qanûnê ew bû ku pêşî li koç a Kurdan ya ji Rojava bigre. Li gorî vê yekê kesên ku di navbera salekê de venegerin Rojava, wê mafê Rêveberiyê hebe ku dest deynê ser mal û milkên wan, erdê wan ji bo çandiniyê bikar bînê û xaniyên vala jî bide kesên ku pêwîstiya wan pê hebe, an jî Rêveberî Li gorî pêdiviyên xwe bikar bînê. Ji bilî yên ku di dereca yekem, dûyem û sêyemîn de xwediyê wan li wir hebin.
Eger ev qanûn bikeve meriyetê wê herî zêde civaka Êzîdî jê zirarê bîbine, ji ber ku herî zêde Êzîdî ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne. Tiştên ku li Bakûr hatî serê civaka Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê jî hatiye serê civaka Êzîdî. Piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê hejmara Êzidiyên li wir her ku diçê kêm dibe.
Ji xwe beriya hingî pêvajo û fenomena koç a Êzidiyan li herêma Cizîrê destpêkiribû û mîna ya Êzidiyên li Başûr, bi Fermana Şengalê ya sala 2014’an derketibû asta herî jor.
Li seranserê herêma Cizîrê, mirov dikare bi tiliyan Êzidiyan bijmêre. Bi dehan Gund vala bûne û kes tê de najî. Eger qanûnek wisa bikeve meriyetê, wê bi temamî Êzîdî ji warê xwe qutbibin û pêşî li vegera wan ya siberojê jî bê girtin. Destdanîne ser mal û milkên Êzidiyan, bi dawîanîna civaka Êzîdî ya li herêmê de ye.
Di siberojê de, Rojava bibe xwedî statû û serbixwe jî be, wê cihê Êzidiyan te de tûnebe. Ji ber ku beriya hingî te hemû tişt jê standiye û ew ji wir qut kirine. Ev qanûn wê koka Êzidiyan ya li herêmê biqelîne. Kesên ku bikevin xaniyên Êzidiyan û dest deynin ser milkê wan, wê tu carî jê dernekevin. Dê rê li pêşiya alozî û pirsgirêkên civakî jî bê vekirin.
Li ser nerazîbûna ku li hemberî vê qanûnê derket, Rêveberiya Xweser ev qanûn neyêxist meriyet ê û cemidand. Civaka Êzîdî ji bona vê yekê kefxweşiya xwe anî ziman û spasî Rêveberiyê kir. Tevî ku ev qanûn neket meriyetê jî, gelek Êzidiyên li herêmê û nûnerên civaka Êzîdî, bi awayekî azad mifteyên xaniyên xwe dan kesên peywendîdar û gotin eger pêwistiya Rêveberiyê an jî kesên bêmal pê hebe, hûn dikarin bikar bînin û wan tê de bicîh bikin, lê belê bi şertê ku xaniyên me bên parastin û em bizanibin bê kê tê de hatiye bicîhkirin.
Mixabin gelek ji van xaniyên ku civaka Êzîdî bi emanet radestî Rêveberiya Xweser kirin, hatin rûxandin û kes nizanê bê kê tê de dijî û çi bi miftên wan hat. Her wiha kesê ku ev mal bikar anîn kesên nenas bûn. Fikar û goman hene ku kesên peywendîdar ev milk û mal ne li gora pêwistiyên Rêveberiyê û civakê bikar anîbin. Berovajî vê yekê wan ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî bikaranîn û sûd jê wergirtin. Ev jî nebes bû ketin nav karên qirêj û xwestin bi hîleyan dest deynîn ser mal û milkên Êzîdiyan.
Di dema dawî de tiştekî din jî derket holê, ku bêyî haya nûnerên civaka Êzîdî û xwediyê malan jê hebe û wan destûr dabe, bi taybetî li herêma Tirbespiyê gelek xanî hatine vekirin, mifteyên wan hatine şikandin. Kesên ku van karan dikin karmendên Rêveberiya Xweser in. Li dijî nerazîbûna xwediyê mal û milkan, karmendên Rêveberiya Xweser, ew tehdît kirin û niha bi darê zorê dest danîne ser mal û milkên wan. Ev kes Xaniyê ku bixwazin mifte û deriyên dişkînin û tê de bicihdibin.
Daxwaz û bendawariyên ji Rêveberiya Xweser!
Wek ku min di destpêkê de destnîşan kir, bandorek erênî an jî neyênî li kîjan herêma ku Êzîdî lê dijîn hebe, ev yek bandorê li tevahiya civakê û li herdera ku civak lê dijî dike. Ev kiryarên di dema dawî de, ku li herêma Cizîrê rûdidin, bandorê li hemî Êzidiyên Cîhanê dike. Vê yekê nerazîbûnek mezin di nav civaka Êzîdî de bi giştî çêkir û bandorek neyenî li ser têkilî û baweriya wan ya bi Rêveberiya Xweser re dike.
Ji ber ku hemû Êzidiyên li Cîhanê jî Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya li wir xwedî hêviyên mezin in. Ji ber ku hemû Êzîdî rola Kurdên Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya wir û lêhengiya YPG-YPJ ya piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de baş dizanin û spasdarê wan in. Her wiha rola QSD‘ê ya dawîanîne faşîzma DAİŞ’ê û rizgarkirina bi hezaran zarok î jinên Êzîdî ya ji destê wan hovan de.
Lê belê mixabin ev bûyerên dawî yên li herêma Cizîrê bûyer û kiryarên li Bakûrê Kurdistanê ditîne hişê mirov. Li gelek herêman hemwelatiyên ku bi eslê xwe Kurd in dest danîne ser cih û warên civaka Êzîdî û bûye pirsgirêkek mezin, ji bo vegera Êzidiyan ya ser cih û warên wan û ji nuh ve avakirina gundê Êzidiyan yên li Bakûr.
Gelek ji van kesan alîgirên dewleta Tirk`in û zilamê dewletê ne. Nêzîkbûna dewleta Tirk ku berdewamiya dewleta Osmanî ya li hember civaka Êzîdî diyar e. Siyaseta dewleta Tirk ya îro, berdewamiya siyaseta qirker a dewleta Osmanî ye.
Êzîdî mîna yê ku devê wî ji şîr şewitî û pifkirî mêst bûne. Kiryarên qirkirin û tûnekirinê ku li ser vê civakê hatîn meşandin, wan mecburî bertek û helwestek parastinê dike.
Êzîdî ji xwe dipirsin û dibêjin gelo Rêveberiya Xweser nexwaze ku cih, war û siberoja Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê hebe û mafê jiyanê yên Êzidiyan li wir mîsogerkirî be?
Îro li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, civaka Êzîdî herî zêde baweriya xwe bi felsefeya Neteweya Demokratîk tîne. Baş xerab ev felsefe îro li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê-Rojava serwext e, eger li vê derê civaka Êzîdî û mafê wê neyê parastin wê li kûderê werê parastin û civaka Êzîdî baweriya xwe bi kê û kijan felsefeyê bînin?
Ji tevahiya civaka Kurd herî zêde civaka li Rojavayê Kurdistanê xwe ji bandor û fanatîzma olî rizgarkiriye. Civaka li wir demokrat û sekuler e. Di dema bihurtî da, zêde pirsgirêk di navbera civaka Kurd li Rojava û ya Êzîdî derneketin.
Êzîdî li wir li gora herêmên din yên Kurdistanê dikarîbûn bi nasnameya xwe û bê tirs bijîn. Îro jî sempatiya tevahiya civaka Êzîdî ji Rojavayê Kurdistanê re heye û li dijî êrişê li ser Rojava herî zêde Êzîdî bertek nîşan didin û li dijî dagirkeriyê derdikevin.
Îro eger li Şengalê jiyan heye û veger lê çêdibe, ji ber li kêleka Rojavayê Kurdistanê ne. Hebûna Rojava û civaka wir bawerî û hêzê dide tevahiya civaka Êzîdî û Şengalê.
Ji ber vê yekê statûye Êzidiyan ya li Rojava wê bandorê li tevahiya civaka Êzîdî bike. Hebûn û jiyana Êzidiyan li Rojava, wê ji bo hebûna Êzidiyan bi giştî rolek mezin bileyîze. Ev jî yek ji qezencên herî mezin ya tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye…
Bi ya min eger Rêveberiya Xweser bixwaze ku Êzîdî li wir xwedî hebûn û siberoja xwe bin, divê bi her awayî mafê Êzîdiyan yê jiyanê û cih û warên wan werin parastin û dev ji darê zorê bikaranîne mal û milkên Êzidiyan bê berdan. Sed sal jî derbas be, Êzidiyek jî li wir nemabe, divê neviyê neviyê Êzidiyan rojeke bikaribin vegerin ser cih û warên xwe û bingehê wê hebe. Divê bi taybetî qanûnên teşfîk kirina Êzidiyan ji bo Rojava bên derxistin û ne yên qutbûna wan. Êzîdî bi nasname û derfetên xwe wê karibin di avakirina Rojavayê Kurdistanê de xwedî bandor bin. Divê peşî li vê yekê neyê girtin, lê werê vekirin.
Weka çareseri ji bo mal milkên Êzidiyan dikare Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê an jî malên Êzidiyan yên li Rojava bên destnîşankirin. Ya rast ev yek e.