Ozgur Ozel li Mêrdînê çû dawetê

Kurdi

🔴 Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bû şahidê mehra Azad Kilinçaslan û Nurhan Îlhanê.

Azad Kilinçaslanê kurê parlamenterê berê yê CHPyê Mehmet Kilinçaslan û Nurhan Îlhanê daweta xwe li navçeya Qoserê li holeke dawetê kir.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî çû daweta wan û bû şahidê mehra Azad û Nurhanê.

Ozgur Ozel hevjînên ciwan pîroz kirin û got ku şahidiya mehsa Azad û Nurhanê ji bo bû serbilindî ye.

Ozel diyar kir ku her du jî parêzerên serkeftî ne û Azad sekreterê bajêr ê partiyan wan e.

“Mêrdînî dê dengê xwe jî bidin”

Serokê Giştî yê CHPyê anî zimên ku ew rastî eleqeyeke zêde hatine û got, “Bi qasî ku ez fêhm dikim dê Mêrdînî êdî ne tenê silavê bidin me, dê dengê xwe jî bidin.”

Ozgur Ozel paşê bi bûkê, zava û vexwendiyan re govend gerand.

/rd/

İlginizi Çekebilir

Behice Feride Demir: Demirtaş’ın Savunması Kitabı
Hrant Dink Ödülleri sahiplerini buldu

Öne Çıkanlar