9 kitêbên zarokan ên Tove Janssonê, “rêzekitêba mominkan” ku bi karakterê xwe yê îlhambexş deng vedaye û bûye klasîkeke giring li dinyayê, bi wergera Robîn Şahîn a ji swêdî, ji aliyê Pall Weşanê ve têne çapkirin.
Her 2 kitêbên ku hatine çapkirin û 7 kitêbên din ku dê bi dorê bêne çapkirin ev in:
Mominko û Lehiya Mezin (1945),
Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946),
Şewqeya Sêhrbazo (1948),
Bîranînên Bavmominko (1950),
Havîna Efsûnî (1954),
Zivistana Efsûnî (1957),
Zaroka Nexuya û Hin Çîrokên Din (1962),
Bavmominko û Derya (1965),
Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970).
Mominko û Lehiya Mezin
Pirtûka yekemîn a li ser mominkan, Mominko û Lehiya Mezin, cara pêşîn sala 1945ê bi swêdî hat çapkirin. Di vê çîrokê de bavê Mominko winda bûye û ew û dêya xwe li wî digerin. Bûyerên ecêb ên bitalûke û têrtirs têne serê wan. Lê dawiya dawîn ew bi ser bavê Mominko ve dibin û geliyekî gelekî delal ji xwe re peyda dikin ku ew dikarin lê bistirin.
Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê
Li geliyê mominkan havîn weke her carê ye, germ û xweş. Snîfkê heywanok ji xwe re şikeftek dîtiye – ev bûyereke têra xwe mezin e. Lê bi şev firtoneyek bi ser gelî de digire…
Li dûr, di nav tariyê de çavekî sor diçirise û her roja ku derbas dibe, mezintir dibe. Ew dûvstêrkek e ku her nêzîktir û nêzîktir dibe! Asîman sor bûye û deryayê xwe kişandiye nava qul û qelîştekên xwe yên kûr.
Simriko radihêje harmonîkaya xwe û li ser serpêhatiyan stranan lê dide – ne serpêhatiyên biçûk haaa, ew ên qerase, yên ecêb mezin. Mominko û Snîfko taweya qursikan û şerbeta xwe dixine tûrikên xwe û ber bi talûkeyan ve diçin. Ber bi wan serpêhatiyên qerase ve ku Simriko li ser wan stranan lê dide.
Tove Jansson:
Sala 1914ê li Helsînkiyê ji dayik bûye û sala 2001ê li heman bajarî miriye. Yek ji nivîskar û hunermendên herî navdar ên fînlandî ye. Jansson ji kêmneteweya swêdî ya li Fînlandê bû. Herçiqasî ku ew fînlandî be jî, zimanê wê yê dayikê swêdî bû û wê berhemên xwe bi swêdî dinivîsîn. Ew herî zêde bi rêzeçîrokên xwe yên li ser mominkan tê naskirin ku ji neh pirtûkan pêk tên. Berhemên Janssonê li seranserê cîhanê ji bo zêdeyî 45 zimanan hatine wergerandin. Temamê pirtûkên wê yên li ser mominkan dê ji aliyê Pall Weşanê ve bêne weşandin: Mominko û Lehiya Mezin (1945), Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946), Şewqeya Sêhrbazo (1948), Bîranînên Bavmominko (1950), Havîna Efsûnî (1954), Zivistana Efsûnî (1957), Zaroka Nebînbar û Hin Çîrokên Din (1962), Bavmominko û Derya (1965), Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970).
Robîn Şahîn:
Sala 1988an li Batmanê ji dayik bûye û ji sala 2010î ve ye ku li Swêdê dijî. Wî li zanîngeha Uppsalalayê master li ser zimanên îranî û kurdî wergirtiye û dersên li ser teoriya wergerandinê xwendine. Ew weke wergêr û zimannas, û gelek salan weke mamosteyê kurdî xebitiye. Ji xeynî swêdî û kurdî, bi îngilîzî, tirkî û îtalî jî diaxive, lê ew bi giştî ji swêdî werdigerîne kurdî. Romana Balsam Karam a bi navê Yekaneyî (Pall, 2025) ji swêdî wergerandiye kurdî.
Xwendevan dikarin ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.











