Pîrtûk a nû ji Pall Weşanê: “Edebiyata Berxwedanê”

Kurdi

Pîrtûka Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê ku cara ewil di 1987an de hatiye çapkirin, yek ji berhemên avakar ên xebatên edebiyata postkolonyal tê qebûlkirin. Vê berhemê têra xwe rê li ber nîqaşên piştî serdema xwe yên qada edebiyat û berxwedana antîkolonyal jî vekiriye. Ev berhema giranbuha, bi wergêrana Umran Aran û Yusiv Hemedî ve ji aliyê Pall Weşanê ve hat çapkirin.

Nivîsa bergê: 

Wek yek ji deqên bingehîn ên di warê nivîsên postkolonyal de, Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê di xebatên edebî yên rojavayî de zemîneke nû danî. Ev xebata rexneyî ya nîqaşbar ku cara pêşî di 1987an de hatiye çapkirin, nêzîkatiyeke li edebiyatê bi pêş dixe ku di eslê xwe de siyasî ye. Edebiyata Berxwedanê rola edebiyatê di tevgerên azadîxwaz ên cîhana pêşkev a sedsala 20an de nîşanî xwîneran dide. Ew li ser bedeneke nivîsan dixebite ku li Rojavayê bi piranî hatine paşguhkirin. Herçend ev kitêb li gor mijarên cureyî –helbest, vegêran, bîranînên girtîgehê hatiye organîzekirin, tê de mijarên tematîk û şertûmercên dîrokî yên taybetî bi pêş de hatine derxistin ku karîger in li ser stratejiyên çandî û siyasî yên têkoşînên berxwedanê yên cihêreng ku di nav wan de yên Filistîn, Nîkaragûa û Afrîkaya Başûr hene. 

Edebiyata Berxwedanê, bi wergêrana Umran Aran û Yusiv Hemedî û bi teqdîm û pêşgotina Serdar Şengül û Mia Carterê, xwîner û nivîserên kurdî vedixwîne nav danûstendineke fikrî û edebî.

Barbara Harlow

Di 1948an de ji dayîk bû. Di 1977an de doktoraya xwe li ser Marcel Proust bire serî. Kitêba wê ya ewil Edebiyata Berxwedanê di sala 1987an de weşiya. Ji wê demê û pê ve, zêdetir bala xwe da nivîskar û edebiyatên tevgerên rizgariya neteweyî û têkoşînên berxwedanê yên li Afrîka, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn. Kuştina siyasî ya nivîskarên şoreşger wek mijareke navendî di nivîsên wê de cih girt. Hin berhemên din ên ku wê nivîsîne û edîtoriya wan kiriye, ev in: Imperialism and Orientalism: a documentary sourcebook [Emperyalîzm û Oryantalîzm: Çavkaniyeke Belgeyî], Barred: Women, Writing and Political Detention [Qedexekirî: Jin, Nivisîn û Girtina Siyasî] Archives of Empire [Arşîvên Împeratoriyê], After Lives: legacies of revolutionary writing [Jiyana Piştî Mirinê: Mîrateyên Nivîsarên Şoreşger]. Harlowê di sala 2017an de jiyana xwe ji dest da.

Xwendevan dikarin vê kitêbê ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.

İlginizi Çekebilir

Ali Engin Yurtsever:  Suriye ve Gündemin İçinden 
AB rekabetçilik, savunma, Ukrayna ve ABD’yle ilişkiler zirvesine hazırlanıyor

Öne Çıkanlar