Pirtuk: Dekolonîzasyon û yên Dekolonîzebûyî derket

Kurdi

Pirtûka Albert Memmi bi navê Dekolonîzasyon û yên Dekolonîzebûyî ji Weşanxaneya Avesta derket!

 Di vê kitêbê de Albert Memmi bi me re dipeyive ku rojekê serxwebûn bê bidestxistin jî dibe ku ew bixwe, nîşan û sembolên serweriyê têra me neke; netewe-dewlet xwe biqedîne berî ku derfet bibîne xwe îsbat bike ger nikaribe civakeke nû ya nifşên nû dixwaze ava bike; dema hiqûqa kolonyalîstan bê rakirin û şûna wê neyê tijîkirin, gendeliya berdewam û kontrola kesên nêzîkî serkirdeyên sektorên aborî dikare serxwebûnê biherimîne; vê carê gelê dewleta serbixwe ji ber feqîrî û zordestiya navxweyî xwe li sînorên wan welatên kevne-kolonyalîst û welatên rojavayî xin. Ev trajedî ye. Loma riya serxwebûnê riya avakirina civaka siberojê ye û di vê riyê de rola întelektuelan giring e.

Li welatên ciwan kêmasiyên întelektuelan ew e ku qadê vala dihêlin ji ewan re ku ji dêvla rasyonelbûnê coşeke mistîk û îşligê teng ê endamtiyeke hişk a vekirîbûna universalîzmê tercîh dikin; ji dêvla vêgaya biqaswet an bêrûmetkirî, xewna vegera bo serdemeke zêrîn dibînin. Întelektuel ji wê wêrektiyê bêpar in ku tişta beloq bibînin. Nivîskar amrazeke miezem heye di destê wan de, sêwirandin, dike ku bidin bawerkirin. Dikarin tiştên ew hîs dikin û difikirin li lehengên honakî bar bikin. Pêncî romanên ji serdemeke diyar, ji bo famkirina wê demê çavkaniyeke gelekî dewlemendtir dabîn dike ji tonên kaxiza rojnameyên di hikumdariya dîktatorekî de hatiye çapkirin.

Ew tişta ji ramangerekî serbixwe tê payin, emilandina aqlekî rexnegirane ye bo hevtemenên xwe. Întelektuel ji dêvla ku xwe li teoriyên demode bigrin û li dora wan biçin bên, divê biwêrin bi rewşa xwe ya rastîn û bêşiyaniya siyasetmedaran re rû bi rû bibin.

ALBERT MEMMI (1920-2020) li Tunisê hat dinyayê û li wir mezin bû; piştî serxwebûna Tunisê (1956) li Parisê jiyana xwe domand. Romannûs û rexnegir e ku bêtir li ser kolonyalîzm, antî-semitîzm û nijadperestiyê nivîsandiye. Memmi 4 salî dest bi dibistana ibranî kir. Li dibistanên fransî yên li Tunisê xwend. Di 1939an de xwendina xwe ya navîn qedand û dest bi xwendina felsefeyê kir li zanîngeha Cizayirê. Di II. Şerê Cîhanê de, ji ber ku li Fransayê hikumeta antî-semitîk, Vichy li ser kar bû, ji zanîngehê hat avêtin û bo kampeke xebatê hat şandin.

Piştî şer, Memmi li Paris, Sorbonneê xwendina xwe domand. Di 1951ê de vegeriya Tunisê û mamostetiya lîseyê kir. Memmi, piştî ku bi awayekî mayinde vegeriya Parisê, li Sorbonneê bû mamoste; di 1970yî de li heman zanîngehê doktoraya xwe qedand. Di 1975an de bû rêvebirê Dibistana Perwerdeya Bilind a di Zanistên Civakî de; li Dibistana Bilind a Xebatên Ticaretê û zanîngeha Nanterreê xebitî. Hin ji berhemên wî yî din: Portrait du Colonisé, Précédé du Portrait du Colonisateur (Berî Portreya Kolonîzator Portreya yê Kolonîzekirî), 1957; Portrait d’un Juif (Portreyê Cihû) 1962; Juifs et Arabes (Cihû û Ereb), 1974; Le Racisme: Description, Définition, Traitement (Nijadperestî: Teswîr, Pênase, Çareserî),1982; La Statue de Sel (Stûnê Xwê), 1953, roman; Le désert: Ou, La Vie et les Aventures de Jubair Ouali El-Mammi (Çol: An Jiyan û Serpêhatiyên Cubayir Ouali El-Memmi), 1977, roman.

Dekolonîzasyon û yên Dekolonîzebûyî Albert Memmi

Werger: Fahriye Adsay

ISBN: 978-625-5535-34-4

13×19.5, 152 rûpel

https://avestakitap.com/dekolonizasyon-u-yen-dekolonizebuyi

 

İlginizi Çekebilir

Halep’teki Kürt mahallelerine dönük abluka devam ediyor
Erdoğan: İsrail saldırılarını derhal durdurup ateşkes planına uymalı

Öne Çıkanlar