Pirtuk: Folklora Kurmanca…

Kurdi

Weşanê Avesta pirtuka Heciyê Cindî & Emînê Evdal  bi nave Folklora Kurmanca, bi aliyê Tosinê Reşîd we hatîbu amede kirin çapa 2yem weşand.

“Folklora Kurmanca” ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne.
Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin. Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.
“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn.
Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e Qurana me.’”
Şekroyê Xudo Mihoyî…
Folklora Kurmanca Heciyê Cindî & Emînê Evdal Amadekar: Tosinê Reşîd
ISBN: 978-9944-382-40-3
13.5×21.5,
752 rûpel

İlginizi Çekebilir

İngiltere, Rusya’nın enerji sektörüne yönelik yeni yaptırım açıkladı
Doğan’dan Dervişoğlu’na: Siz ‘milli hassasiyet’ tacirlerisiniz

Öne Çıkanlar