Pirtûk: Ji Dîroka Pevgirêdanên Edebî yên Ermenî û Kurdan

Kurdi

Pirtûka Çerkezê Reş  bi navê Ji Dîroka Pevgirêdanên Edebî yên Ermenî û Kurdan ji Weşanxaneya Avesta derket!

Ev xebata akademîk a Çerkezê Reş li ser dîroka pevgirêdanên edebî yên di navbera ermenî û kurdan de radiweste û wan bi awayekî zanistî rave û analîz dike. Nivîskar heyama lêkolîna xwe li ser sê beşan dabeş dike û bi çavkaniyên berfireh û materyalên dewlemend raber dike. Nirxandina dewranan ji sedsalên 5-18an ve dest pê dibe, heta sedsalên 19-20an berdewam dike û bi serdema Sovyetê re jî dawî dibe.

Danûstandinên çandî yên herdu gelên ku bi sedsalan bi hev re cîrantî kirine, di berhemên edebî de jî cihên xwe girtine. Xwesma jî zargotina kurdî ya ku ji berê de bûye mijara berhemên nivîskarên ermenî bi demê re pêş ketiye û îmaja “kurd” di wan de rengekî qayîm girtiye û bala rewşenbîran zêdetir kişandiye ser xwe.

Vedîtina vê xebata bi baldarî û hûrgilî hatiye amadekirin,xwendevanan vedixwîne lêgerîneke çandî li ser kûrbûna dîrok, ziman û kevneşopiyên edebî yên hevpar.

 Ji Dîroka Pevgirêdanên Edebî yên Ermenî û Kurdan

Çerkezê Reş

Berhemên Giştî: 3

Ji ermenî: Têmûrê Xelîl

ISBN: 978-625-5535-31-3

21.5×13.5, 80 rûpel

https:// avestakitap.com/ji-diroka-pevg iredanen-edebi-yen-ermeni-u-kurdan

İlginizi Çekebilir

Avrupa Konseyi Bakanlar Komitesi, ‘Umut Hakkı’nı gündemine alacak
Maduro: Venezuela saldırıya uğrarsa silahlı mücadele aşamasına geçer

Öne Çıkanlar