Pirtuk / Yael Tamir: Çima Neteweperwerî..?

Kurdi

 Pirtuka Yael Tamir bi nave Çima Neteweperwerî ji Weşanê Avesta derket…

Ji zû ve ye wext hatiye ku em îtibara neteweperweriyê lê vegerînin, ji ber ku: neteweperwerî parçeyek esasî ya modernîte û pêşveçûnê ye; komeke mirovên ji nasnameyên cuda bi ciyekî diyar ê cografî ve girê dide; bi hemana xwe ya terîtoryal girêdanekê çêdike di navbera netewe û dewletê de, li ser herêmeke diyar doza otorîteyeke meşrû dike.

Neteweperwerî di korîdoreke demokratîk û aborî re ketiye nav modernîteyê, loma tenê bersiv nade hewcedariyên dewletê, bersiv dide daxwaza takekesên modern ku bibin xwediyê jiyana xwe; tecrubeyên şexsî û gişteyî dewlemend dike, maneyeke taybet dide kirinên wan, wan dike parçeyek ji zincîreyeke domdar a afirîneriyê. Netewe-dewletê bi riya koalisyoneke nav-çînî mal û derfetên biqîmet pêşkêşî welatiyan kir; endamên çînên jêrîn kirin parçeyek ji yekeyeke siyasî ya civakî û hevpar û destkeftiyên bêemsal pêşkêşî wan kir: perwerde da wan, zimanekî hevpar ferî wan kir û mafên wan ê siyasî gerantî kir.

Neteweperwerî sedemeke maqûl dabîn dike: pêşî bo meseleya sînoran, dûre bo pênaseya “gel” û dawiya dawî bo meseleyên belavkirinê;  welatiyên xwe temîn dike ku ev welatê me ye, axa me ye, nerîtên me ne û ev jî berpirsiyariyên me ne ku em pê rabin; teşwîqkirina peymaneke civakî û koalisyoneke nav-çînî ye û sedemên hêja dide takekesan da ku bi hev re bixebitin ji bo pêşvebirina qenciya hevpar, belavkirineke adiltir a rîsk û derfetan. Bi halê xwe yê herî xirab, hêzeke wêranker û hilweşîner e; bi halê xwe yê herî baş, yek ji hêzên herî zêde avakar û afirîner e.

Ewçax lazim e, em hewl bidin û îstifade bikin ji tecrubeyên neteweyî lê çavê xwe ji rîskên wê re jî negirin.

Çima Neteweperwerî? Yael Tamir

Ji ingilîzî: Fahriye Adsay

ISBN: 978-625-5535-39-9

13.5×21.5, 208 rûpel

İlginizi Çekebilir

Ekrem İmamoğlu’ndan TELE 1 tepkisi: Bu bir çökmedir
Cumartesi Anneleri 1074’üncü haftada Yusuf Nergiz’i sordu

Öne Çıkanlar