Pirtûka Çerkezê Reş bi navê Nîşandayîna Jiyana Gelê Kurd di Nava Edebiyata Ermenî ya Sovyetê de ji Weşanxaneya Avesta derket!
Ev teza doktorayê ya Çerkezê Reş diyarbûna jiyana gelê kurd û temsîla jina kurd di nav edebiyata ermenî ya serdema Sovyetê de pêşkêş dike. Nivîskar gelek monografî, gotar, berhevok, berhemên metodolojîk ên giranbuha lêkolaye û di vê xebata berfireh de cîwar kiriye; dîmeneke çandî ya yekta ku bi polîtîkayên Sovyetê ve hatiye dirûvkirin derxistiye holê.
Xebat li ser berhemên edebî yên ermenî, însiyatîfên çandî yên bi piştgirîya dewletê û şert û mercên dîrokî radiweste, mijarên nasnameya kurdan, kevneşopiyên taxan-gundan û cîrantiya ermenî-kurdan radixe ber çavan.
Ev lêkolîn herwiha çavkaniyeke bingehîn e ji bo têgihîştina têkiliyên edebî di navbera gelên cihêreng ên Yekîtiya Sovyetê de, nîşan dide ku çawa danûstendinên bi rêya edebî û çandî dikarin girêdanên civakî kûrtir û xurttir bikin.










