PZK-E: Em Rojên Cejna Zimanê Kurdî li hemû Gelê Kurd pîroz dikin

GündemKurdi

Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropa (PZK-E) derbarê Rojên Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da.

Daxuyaniyên PZK-E wusaye:

Em Rojên Cejna Zimanê Kurdî li hemû Gelê Kurd pîroz dikin

Ziman di jiyana gelan û neteweyan de hêmaneke bingehîn e û rasterast nasnameya gelan e. Lewra her gel bi zimanê xwe tê nasîn û binavkirin. Gelê ku zimanê xwe winda bike, nasnameya xwe jî winda dike û têk diçe. Ziman di pêvajoyeka bi hezaran salan de tê afirandin, ji ber vê egerê hemû nirxên gel di naveroka xwe de werdigire û dibe karektera gelan. Ziman bi axaftin, nivîsandin, ragihandin û ramandinê bi pêş dikeve. Demên berê hêza ku ziman zindî dihişt, dengbejî, çîrokbejî û vêjevanên payeperz bûn.

Em di destpêka sedsala 20 an de, di nav xwendekar û rewşenbîrên Kurd de helwestên kurdewarî dibînin. Di avakirina komeleyan û weşana Kovar û rojnameyan de zimanê Kurdî hatiye bikaranîn. Armanca sazî û çapamaniya Kurd, parastina zimanê Kudî û avakirina zimanekî wêjeyî ye

Di dîroka Kurdistanê de hewldanên bingehînên ragihandina Kurdî hene. Di serê sedsala 20an de li her parçeyên Kurdîstanê û li sovyeta berê, bi mebesta pêşxistina zimanê kurdî gelek rojname û kovar hatine weşandin. Bandoreke girîng li ser gelê Kurd dana  peydakirn  

Helwesteke girîng a din jî derxistina Kovara Hawarê ye. Ew roja 15ê Gulana 1932yan bi rêveberiya Celadet Ali Bedirxan li Şamê bi tîpên latînî derket. Ev payeberzî li Rojava û Bakur bû bingeha nivisandina kurdiya bi tîpên latînî.

KNKê jî bi vê têgîhîştin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2009an de rojên 14, 15 û 16ê meha Gulanê, wek rojên Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir. Ev biryara nirxberz ji aliyê her Kurdî ve hat pejirandin. Li pey komkujiyên wek Helebce cara yekem bi vê biryarê lihevkirina yekgirtiya neteweyî derket pêş. Bi piranî ev biryar hat pejirandin û ev biryar weke cejna zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt. 

Mixabin, hem li welêt (bipiranî li bakurê Kurdistanê) û hem jî li dervayî welêt di warê zimên de xemsarîyek heye, ev xemsarî wek karesetekî mezin li pêş me rawetsiyaye. Bila ev eger baş bê zanîn: “Heke ku zaroyên gelekî bi zimanê dayikê neaxêvin û zimanê dayika xwe ji bîr bikin, dahatûya wan zaroyan û wî gelî namîne!”  

Bi hêviya ku hemû Kurd di her warê jiyanê û perwerdeyê de bi berpirsiyariyeke hestên neteweyî li siberoja zimanê kurdî xwedî derkevin û divê êdî her dem jiyana me bi kurdî be!

Em li gelê xwe vê bangê dikin:

Bi kurdî biaxêvin!

Bi kurdî binivîsin!

Bi kurdî bixwînin!

Bi kurdî bihizirin!

Û her wiha

Bi Kurdî bijîn!

Divê em di bin her mercî de li zimanê xwe xwedî derkevin!

Bi vî hestî, em Rojên Zimanê Kurdî pêşwazî û pîroz dikin!

PZK-E (Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropa )

İlginizi Çekebilir

Amerika, Türkiye ve Suriye arasında üçlü görüşme gerçekleşti
Almanya Savunma Bakanı Pistorius: Savaşın bitmesi Putin’in elinde

Öne Çıkanlar