Reuters: Îraq li bendê ye Hêzên Koalisyonê Îlonê dest bi vekişînê bikin

Kurdi

Çar jêderên Îraqî ragihand ku Îraq dixwaze koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Amerîka meha Îlonê dest bi vekişînê bike û heta Îlona 2025’an dawî li koalîsyonê were.

Ew jêder dîyar dikin ku çaverê ye li gor lihevkirinên nû hin hêzên Amerîkî di çarçoveya şîretvanîyê de li Îraqê bimînin.

Li gor jêderan, karbidestên Îraqî û Amerîkî wê vê hefteyê di hilcivîneke ewlekarîyê de bicivin, lê ew dibêjin ku ser bidawîkirina koalîsyonê û demnameyê hîn ti lihevkirin çênebûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mathew Miler di konferanseke rojnamevanî de dîyar kir ku ewê her du alî vê hefteyê li Washingtonê bicivin û ser guherandina mîsyona koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) danûstandinê bikin, lê zedetir hûrgilî neda.

Hêzên bi serkêşîya Amerîka sala 2003’an Îraq dagir kirin, rêberê berê Sadam Husên ji desthilatê gêr kirin û sala 2011’an paşve vekişîn.

Koalîsyon sala 2014’an jibo têkoşîna dijî DAIŞ’ê paşve vegerî.

Di wê koalîsyonê de pirtir ji 80 endam hene û 2,500 leşkerên Amerîkî yên li Îraqê rêberîya wê koalîsyonê dikin.

Ew leşker li sê bingehên serekî ne ku ji wan yek li Bexda ye, ye kil Anbar ya li rojava ye û yek jî li Herêma Kurdistanê ya li bakur e.

Hîn ne dîyar e ku ewê bi lihevkirinê çend leşker vegerin, lê her çiqas jêderên Îraqî dibêijn ew li bendê ne ku dawîya dawî piranîya leşkeran vegerin jî karbidestên Amerîkî dibêjin ku piranîya wan dikarin bi mîsyona nû ya alîkarî û şîretvanîyê bimînin.

Berdevkê Pentagon Pat Ryder do Duşemê got ku karbidestên berevanî yên Îraq û Amerîkayê li Washington civînan dikin da ku dem û çawanîya dawîkirina erka koalisyona dijî DAIŞ li Îraqê gotûbêj bikin. Ryder herwiha got ku veguhestina ber bi hevparîyeke ewlekarî ya domdar jî dê were nîqaş kirin.

Di şanda Îraqî de karbidestên Pêşmerge jî amade ne, li gor Pentagon.

Karbidestên Amerîka jibo piştgirîya bi qasî 900 leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê dixwazin ku li Îraqê jî bingeheke wê hebe.

Komên sîyasî yên Îraqî yên nêzî Îranê dixwazin ku ew jinûve Amerîka diqewitînin, lê karbidestên Amerîkî naxwazin ku Îran û hevbendên wê qezançeke din bidin destên wan.

Ser jinûve geşbûna DAIŞ jî hin fikar hene. Amerîka dibêje ku koma cîhadî sala 2017’an li Îraqê û sala 2019’an jî li Sûrîyê li ser axê hatiye têk birin, lê ew rêxistin li her du dewletan jî hîn êrîşan li dar dixe û nîşan dide ku îsal dikare êrîşên xwe li gor yên sala 2023’yan du qat zêde bike.

DAIŞ’ê û komên girêdayî wê di mehên dawî de li Îran û Rûsya û hefteya borî jî cara pêşî li Omanê êrîş kirine.

Her çiqas karê koalîsyonê têkoşîna dijî DAIŞ’ê û şîretvanîya jibo hêzên Îraqî ye jî, hin karbidestên Rojavayî dibêjin ku Amerîka û hevbendên wê koalîsyonê jibo kontrolkirina bandora Îranê ya li herêmê jî bi kar tînin.

Ger ser biçûkkirina koalîsyonê lihevkirinek çêbe, ev dikare jibo Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sudanî, ku ji alîyê komên girêdayî Îranê ve di bin zextê de ye ku hêzên Amerîkî ji welêt derxe serketine sîyasî be ku ew jiber hevbendîyên hem bi Tehranê re hem jî bi Washingtonê re li cîhekî krîtîk e.

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

İsrailli Bakan Yoav Kisch: Hizbullah ile savaştan kaçış yok
‘Erdoğan ve Esad görüşecek’ iddiasına Kremlin’den yanıt

Öne Çıkanlar