Rêveberiya Xweser: Şerê Dêrezorê beşeke ji hevrîkiya Amerîka û Îranê ye

Kurdi

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku armanca êrişên li Dêrezorê derxistina fitneyan û têkbirina projeyên wan e.

Şer û aloziyên van rojên dawiyê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û grûpên çekdarên ên Hikûmeta Sûriyeyê nêrîn û helwêstên siyasî yên cûr bi cûr li pey xwe anîn.

Aliyên siyasî yên Rêveberiya Xweser amajeyê bi wê yekê dikin ku milmilaneyeke navherêmî li ser ezmûna wan heye.

“Ev şer ne tiştekî nû ye”

Hevserokê Yekîtiya Siryanî ya Rêveberiya Xweser Senharîb Bersûm got:

“Ev milmilane û şerê li Dêrezorê di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de çêdibe ne tiştekî nû ye.

Her dem li wê herêmê rejîma Sûriyeyê û rejîma Îranê êrişan li ser me pêk tînin.

Van êrişan aliyekî din ê xwe heye.

Tevî êrişa li ser HSD û Rêveberiya Xweser, ev pirs girêdayî milmilaneya navherêmî ye, bi taybetî hevrîkiya di navbera Amerîka û Îranê de.”

Aliyên siyasî yên Rêveberiya Xweser di wê baweriyê de ne ku ezmûna wan ji aliyê ajandayên navherêmî û navneteweyî ve jî dibin hedef.

“Îran dixwaze bibe gef”

Senharîb Bersûm herwiha got:

“Îran hewl dide bi rêya êrişên xwe li ser pêgehên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê bibe gef.

Herwiha  hevpeymaniya Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ajandayên taybet li xwe digire.

Her aliyekî ajandayeke xwe heye û dixwaze HSDyê û projeya Rêveberiya Xweser ji nav bibin.

Bi taybetî rejîma Sûriyeyê ku her dem ji çareseriya siyasî direve, dixwaze careke din bi piştevaniya hevpeymanên xwe û bi rêya leşkerî herêmê kontrol bike.

Lê li bermaberî jî hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser dê li gel HSDyê berevaniya li xwe bikin da ku hemû gelên biparêzin biparêzin.”

Li gorî ragihandina HSDyê çarşema borî çekdarên Ceyşa Eşayirê yên ku hikûmeta Sûriyeyê piştevaniya wan dike êrişî pêgehên HSDyê yên li çend bajarokên rojhilatê Dêrezorê kiribû.

/rd/

İlginizi Çekebilir

Seîd Veroj: Vanlı Memduh Selim Bey….
SMA hastası Vanlı ikizler yardım bekliyor

Öne Çıkanlar