Rêveberiya Xweser Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Kurdi

Bi boney salvegera 12’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyanî da.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha got:

“Em 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû gelan pîroz dikin.

Em diyar dikin ku bi yekîtiya pêkhateyên xwe û bi şoreşa xwe ya azad, em ê herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.

Her wiha hemû projeyên qirkirin û tunekirinê têk bibin.”

Rêveberiyê zosa şopandina rêya şehîdan da û ev bang kir:

“Em bang li hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê dikin ku dest bidin hewldanên gelê me da ku bi hev re Sûriyeke nenavendî û demokratîk avabikin.”

/Jêder:Ronahi.tv/

İlginizi Çekebilir

Blinken: Gazze’de ateşkes anlaşmasında son aşamaya gelindi
Beyaz Saray, Biden’ın ABD seçimlerinden çekileceği iddiasını yalanladı

Öne Çıkanlar