Rêxistinên jinan li Stenbolê kuştina Narîn Guran şermezar kir

Kurdi

🔴 Meclîsa Jinê ya Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin li Stenbolê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet, li ser kuştina Narîn Guran civîyan.

Sekretera Giştî ya Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm, ragihand ku ewê jibo xala makezagonê ya 6284, ku “Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîgirtina Tundûtûjîya Ser Jinê ye, dest bi seferberîyekê dikin.

Ataselîm li ser kuştina Narîn Guran jî rawestîya:

“Xuşka me Narîn hate kuştin 19 roj nedîtin. Ana gundek bê deng e, her kes dibêje ku wîcdan û mirovahî mirîye û rayedar jî bes sersaxî dixwazin. Bila baş bê zanîn ku Narîn jiber ku rayedaran erka xwe neanî cî hate kuştin. Ku wek Narînê çend Narînên din jî di nav me de tunene û hinda ne. Emê ji îro û pê ve jibo rawestandina kuştina jînan tevgereke taybet ya li ser xala 6284 bidin destpê kirin ku bila êdî Narîn nemirin.”

Hin nûnerên rêxistinên jinan, aktîvîst û rayedarên mafên mirov, parlementerên Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) beşdarî vê civînê bûn.

Rayedar û parlementeran jî di vê civînê de li ser kuştina Narîn Guran peyîvîn û bi yekdengî ragihand ku ji bo ku êdî Narîneke din neyê kuştin, ewê bi hevre dest bi seferberîya “Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîgirtina Tundûtûjîya Ser Jinan” bikin.

Parlementera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Cupolo ji beşdarî civîna jinan bû û serdana wezîran ji Dengê Amerîka re nîrxand û got:

“Desthilata sîyasî 3 wezîr jibo şopandina doza Narînê şandin Amedê. Bi ya min ew jibo Narînê nehatine Amedê, ew dixwazin ku malbatê biparêzin. Ji xwe parlementerê AKP Galîp Ensarîoglu jî gotibû ‘Em ji pir tişt dizanin lê malbat malbata me ye’. Ev gotin jî dîyar dike ku ew gelek tişt dizanin lê bes malbatê diparêzin. Wek Tevgera Jinê Azad (TJA) emê heta dawîyê vê dozê bişopînin û xwedî li Narînê derkevin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di cîvînê de raporteke taybet ya ku li ser jinên ku ji alîyê mêran ve hatine kuştin weşand.

Raport dîyar dike ku hejmarê jinên kuştî her meh zêde bûye û di 8 mehên sala 2024’an de 261 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 164 jin jî bi guman mirî hatine dîtin.

Bi alîyekî din ve, doza ser kuştina Narîn Guran li Amedê destpê kir. Wezîrê Xizmeta Civakî ya Malbatê Mahînûr Ozdemîr Goktaş, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya bi hevre çûn Amedê û beşdarî doza Narîn Guran bûn. Wezîran piştî beşdarbûnê ragihand ku ewê heta dawîyê li pey vê dozê bisekinin û mafên Narînê biparêzin.

/Jêder: Voa-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

İstanbul’da tecride karşı ortak mücadele çağrısı 
Fransa Maliye Bakanı Bruno Le Maire istifa etti

Öne Çıkanlar