Rizgar Elegez: Edebiyat, Mekan û Tiştên Din 

Kurdi

I.

Mekan çi qasî tiştekî rasteqîn be ew qasî jî xeyalî ye, lê ew xeyal bi xwe jî dibe tişta heqîqî. Mekan di nava zeman da dikişin û kiras diguherin. Wekî ew tesewira Italo Calvino “bajarên nexuya”, ew mekan in ku ji enwayî çêşîd mekan û navan çêdibin û di zeman û zêhnê da dîsa têne texeyul kirin. Belkî cî û warê mirov caran winda û jidestdayî be yan wekî bibuşteke ku vegera li wê, “nostos“a wê, ne pêkan be, lê dîsa jî mirov mehkûmê bedenekê û erdekî û nefesekê ye.

    Mekan xwe bîreweriya însan e ku ji bûyînê heta mirinê dewam dike. Li vir texeyula mekan di edebiyatê da çawa dizê û vedizê ciyê balê ye. 

    Caran belkî meriv dibêje gelo honak (fiction) mezin e yan heqîqet, lê her tim heqîqet mezintir derdikeve û dihundirîne. Nivîskar belkî ji bo zêdeçûyîna honaka xwe bikeve şikê jî, lê jiyan wî/ê piştrast dike ku ji honakê û xeyal netirse.

II.

Rabirdû û texeyula tarîxê jî xeyalkariyeke din e, lê çawa be jî wekî beden, mekanekî ferz dike. Ji ber wê yekê him avakirina mekan ji bo nivîskar, him jî ji bo cimaetekê yan neteweyekê ew cî û war wekî xeyal derekê nîşan dide. Roman bi taybetî li gel hunerên din, zeman û mekanê cemawereke diyar, wekî netewe yan cemaeteke dînî, şûnekê jî diafirîne. Heta ew texeyul hukm li ser mekanê hazir dike, wê diguherîne û dike ku fikriyatek peyda bibe û mekan çêbike. Wekî îmaja helbestkî, ku R. Tagore îmajek yan xeyalek rasteqîntir didît li ber derb û herikîna zeman, her wisa xweragirtir in texeyul ji rastiyên fîzîkî. Loma jî roman, berê bi hikayetên devkî û dengbêjkî, û di sedsalên berê da li piraniya cîhanê di forma nezmê da qalkirin, di serdema modern da ji reh û ruhê tarîxî mekan veguherenda diyardeyekê ku paşê wekî mekanên endustriyel jî li welatên Ewrûpayê bi taybet bûne realîteyeke nava jiyanê. Heke em wê têgiha Benedict Anderson deyn bikin, cimaetên xeyalî (imagined communities), tişta ku edebiyat dike ne tiştekî tam wisa be jî, lê, caran mekanekî çêdike ku di fikrê da disêwirîne, heta ciyekî li der-dinyayê jî diafirîne, wekî ew bihuşt û dojeha ku Dante di Komediyaya Îlahî da disêwirîne. 

   Li vir mekan û cimaet dikevine nava hev ku wekî beden, cimaet yan kes li mekan/ekî berceste dibin. Di Faûsta Goethe da beşa pêşîn, mekanên wekî têketina bajêr, meyxane, seyrangeh, mala cînar, odeya Gretchenê, baxçeyê Martheê hene, lê beşa duyem da, Mefîsto, Faûst derdixe sefereke alemeke ku kes û dewr dikevine nava hev, ew cî û mekan, kes û karakter li erdên Yûnana qedîm digerin. Peneios, Sfenks, Sîren û Nîmf diaxifin. Esil, Faûst li pey “bedewiya mitleq” dikeve ya ku di Helenayê da berceste dibe, lê tu carî nagihîje wê hestê.

III.

Di edebiyata kurdî da mînakên baş hene ku ka mekan û lêgerîna mebestê çawa teswîr û tesewir kirine. 

    Mekan çi qasî xeyalî be ew qasî li kirasê heqîqetê jî dike. Kitêba kurteçîrokan ya Mehmet Dîcle ya bi navê Asûs, ji ber ku ew mekan/bajar hatiye sêwirandin loma dikare bikeve dilqên mekanên dîtir. Anku dema meriv Asûsê xeyal dike, her xwîner, bajar û navçeyên xwe yan yê dîtir tînine ber çavên xwe, di vir da mekan bi xwendinê û temasê dîsa tê sêwirandin. Ew xwendin ji rastiya wê civakê û herikînê jî xweberê çêdibin. Di kitêba navborî da du çîrokên bi navê Meqesa Zêrîn û Gulên Sala hene ku li Asûsê derbas dibin. Di romana Mehmed Dîcle ya bi navê Berfa Sor da jî ew kesên din di van çîrokan da, bi heman mijar û mekanî lê di konteksteke berfireh da dîsa cî digirin. Aram ê fille, ê ku berberê Meqesa Zêrîn e, jina wî Şerbet û kesên din. Mekanên wekî Goristana Mîran, Mizgefta Mezin bajarekî diyar di hişê me da dinimîne. Roman behsa salên newhêdî, şer û derûna mirovî dike. Şêwaza nivîskar di vê romanê da jî berdewam e. Stîla Dîcle di aliyê vegêrrê da nêzîkî stîla edebiyata Amerîkaya Latîn e, bi taybet jî ya Marqûez. Karakterê bi navê Sala yê ku bi dînane bûye aşiqê Kewserê, di mala xwe da gulan hêşîn dike, ew kes di romanê da îcar ‘di dêst da gul li ber derê goristanê’ tê xuyan. 

      Ev cûre stîl di Bextiyar Elî da jî heye, wekî qesrên şûşe, seyyahên dûrwelat, yan mala zarokên ku li ber şeran seqet mane… Lê wekî heman mekan û karakter, Marqûez jî di berhemên din da jî wekî dirêjepêdan dîsa behs dike, di romana Dîcle da jî her wisa. Mekanên Marqûez tarîxî bin jî yanî mimkunata demekî bin jî, vegêrriya wî mijaran dikine rewşeke derasayî.

    Lê heger em Borges jî bînine bîra xwe, ew di nava zemanan da mekanên fantastîk di çend boûdan(rehend) da dike nava hev, ya wî hinekî jî di nava perrên kitêbên heyî û yên winda da ye.

      Bextiyar Elî, di Qesra Balindeyên Xemgîn da wekî romana xwe ya dî, Hinara Dawî Ya Dinyayê, karakter li pey “ya napeyda”, yan ya îdeal, yan ya dûr û deraz dikevin. Romana pêşîn da, keça Fîkretê Guldançî, Sewsen Fîkret her sê aşiqên xwe, yanî Kameranê Selma, Mengûrê Babegewre û Mensûr Esrîn, dişîne rêyeke dûr e zor ku paşê vegerine ‘hizûra eşqê’. Belkî jî Elî karakterên xwe dişîne derine wisa ku bizanibin dinyayên din jî mimkun in.

    Mekan li Kurdistana di şerê navxwe da ye, eşq jî wekî “tişta nemimkun” e, lê li mekanê din ê dinyayê digerin, heta Perû û Elwadorê diçin li pey balindeyên nadir û nadîde. Di romana din da, ya duyem e navborî, Muzeferê Subhdem li pey azadiyê û siberojê, Mihemedê Dilşûşe li pey eşqa pak û rast dikeve ku her du jî dîsa li pey ya napeyda dikevin ku trajediya welat vedibêjin. Mekan başûrê welat e di nava şer û şûrên sawnak da nin. Kilîdên şûşe û hinara şûşe îmaj in ku nimandina nazikbûna ya tişta “îdeal” yan ya ku “mirov azara nebûna wê dikêşin”, dikin. Ciyê ku hinara dawî lê ye, erdekî bilind î dûr e ku zû bi zû kesek nagihîje wir.  

    Kesên di nava romanê da ne wekî yên Mehmed Dîcle yan yên Ciwanmerd Kulek ew qas rasteqîn bin jî, Bextiyar Elî karakterên xwe bi taybet dil û derûna wan wekî şûşe diafirîne. Mekanên wekî koşkên şûşe, koxê li çoleke şevê nîşaneyên cihêreng çêdikin, yan koleksiyona bûnewer yan tiştên seyr. 

     Gabriel García Márquez stîla wî bi awayê vegêrrê rewnaqtir e, çimkî cî û mekan tevî ku wekî Macondo gundekî xeyalî ye, Aracataca’ya ciyê bûyîna Marquez nîşan dide, lê di Tenêtiya Sedsale da piyê karakteran erd digirin jî, tiştên derasayî vegotineke lîrîk diafine.

     Karakterên Bextiyar Elî tevî ku em dizanin kesên wê civakê ne, dîsa jî zêdetir afirî têne xuya. Derûna Mihemedê Dilşûşe wekî stêrkên li asîman sar û rast, wekî wan dûrê civakê ne. Her weha êş û kulên karakterên Bextiyar Elî li nava sînoran hil nayên.

      Stîla vegêrriya Marqûez, wekî dibêje “bi qasî hêkên firindeyên berî tarîxê spî’, ev şêwaz di hikayetên wî da jî tê dîtin. Marqûez ne karakteran yan cî û waran ji rehê zeman qut dike, wana bi awayekî karnavalî û derasayî vedibêje. Wekî, Mîralay Aureliano, Remediosa Bedew, ji nava civaka tarîxa wan dertên, Ursula Iguarán, ew cingeneyên ku wekî yên li cem me bi şênber tên ber çavên me. 

       Di vir da Mehmed Dîcle jî bêyî ku vegotinê ji heqîqetê qut bike, boûda gotinê bi stîla xwe bi kar tîne. Mekan rasteqîn e tevî ku navê wê derê her çi be jî. Vegêrrîya Dîcle bi teql diherike.

        Di romana Ciwanmerd Kulek, Zemanekî Li Sê Welatan, ew hemû mekan, navên cî û waran, kesan, texeyula erdekî tarîxî veçêdike. Lê wekî zemanê hikayetê herikîna wê giran e. Bi xwendinê ra xwîner dertê sêyr û seferê; ya li erd û welatên dîtir, Şakirê Seyfedînê Silo piştî ku bû kokimekî mêran çîrok lê bûne dîrok, mala Mûsayê Dawo, ji Golenderê, Heft-Deverê, Batirgê, Zozingê heta erdê Mîrê Amêdiyê, ji sînorê Hayistanê ber bi Welatê Jêrîn. Şakiro û Qadoyê qaçax,  ku  du karakterên sereke ne,  li serê rê û dirban, li ser berfan dikevin, qumatka li bera Gula Asê, li şikefta tirafa agirê ku li navê dixe, gur û nepakên li pey wan, erdê wêran, qesrên kelefe, qonaxên dêran, li ode û civatên zemanekî, Taqo Begê Ehmed Begê, ê ku bi çavekî dikeve û dimire, Mîrên li çar aqaran derbider, Mehmed Selîmkê, Şêxên Xews, kesên din, mifrezeyên eskeran, qaçax û qûçaxên ku di serê gom û tewleyan da agirê dilê xwe bi arezûya jînê vêdixistin, wekî zimanekî bêzeman ku bûne qal û behsên zemander… Ciwanmerd bi qasî Dîcle dîmenên derasayî, wekî realîzma efsûnî, di vê romanê da wekî şêwaz bi kar nayîne. Lê wekî Asûsê û Macondoyê na, lê Kurdistanekê ava dike, behsa pîrozbayiyên çilsaliya wê dike û heta li ser pereyên wê sûretê Xanî jî heye. Karakterên wê, yên romana mezkûr, rasteqîn in, yanî bêyî em li tarîxa wan lê bikolin, mimkun in kesên wisa hene. Yek jî wekî nîşandaneke dîmenî, sînema tê hişê mêriv, beşeke dawî di serî da kiriye ber nezera me.

IV.

Mekanên edebî çawa diniziline nava mekanên heyî? Yan jî berevajiyê wê.

      Bi şertê ku metna edebî di nava bîr û hizra cimaetekê da geşe pê bide. 

      Helbet wekî lîrîzm belkî şi’ir wekî metneke destanî te’rîfa mekanekî, erdekî û welatekî zêdetir dide. Lê roman cîhaneke ku vegêrr, wêya dinizilîne nava texeyula şexsî jî ku bi wê mekanên cihêreng jî têne afirandin. Eve dike ku cemaeteke edebî û hevxemî çêbe.

       Hinekî em berê xwe bidine wê dualiya mekanên xeyalî û rastî.

      Wexta min hinek metnên xwe dinivîsîn piranî ya xeyalkirî dibû rastî. Rojekê li qehwexanekê rûniştibûm, min ferq kir ku li ser şûşa camekana qehwexaneyekê Seyfonun Yerî (Ciyê Seyfo) nivîsiye, min hew zanibû ev der seba metna min çêbûye! Min jî ew wextek bû karakterê bi navê Seyfo û kuştina wî xeyal dikir di nava kurteçîroka xwe da. Ew rasthatin di hizra min da rastî û xeyal tevlihev kir. Piştî ku kitêb, Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştin Din, çap bû jî dîsa diçûme wê qehwexaneyê. Piştî demekê ew der hate girtin. Lê di wê kurteçêrokê da ciyê ku Seyfo jî diçûyê, ji bo demekê bû tiştekî rastî û paşê rabû, lê ew der axirî hebû. Ne ji bo mekan tenê, karakter jî bi xeyal û rastî li hev du dialin. Jixwe caran ji bo karakterekî xwe baştir bisêwirînim, li nava sûkê bi dizîkava diketime pey hin kesan û min ew  raçav dikirin! Wextek paşê dema min ew li sûkê bidîtana êdî ew kesên di honakê da bûn!

        Mîna wê; wextekî li sûkeke Amedê digeriyam, (heyna fûara 2025) rastî wî mekanê berber ê li Asûsê hatim, helbet navê wê derê tirkî bû, (Altin Makas), lê di cî da Meqesa Zêrîn a Asûs ê û dîsa di romana Berfa Sor da hate bîra min. Dîsa di romana Dîcle da, Goristana Mîran heye, li Giyadînê jî bi navekî nêzîkî wê heye, kesekî mîna wî karakterê Dîcle, Aramê ermenî heye, Feyzilayê Bekirê Fato jî behsa Gorên Mîrengan kiribû. Apê Feyzî behsa Hovanês jî kiribû ku ew him rasteqîn û paşê bû honakî jî. Berberxaneya Aram û dikana Apê Feyzî ku çi tesaduf e ku herd’ jî şîşên wê hebûn, “bêhna qolonyaya leymûnê” di her duk kitêbên Dîcle da jî derbas dibe. Di vir da fikr û xeyalê mekan û zayîna wê ya ji tarîxa wê ya civakî li hev tesîr dike. 

     Di pexşanê da jî belkî, sirr û qîmeta realîzma efsûnî ew e ku dihêle em her tişta ku bi wê şêwazê tê teswîr kirin, bi azadane û bi awayên ji qalibên realîst der bikin. Jiyan caran tiştên wisa surreal jî nîşan dide ku her tim sînor û îhtimalên dîtir li ber qefesa rasyonalîteya me dixe. Loma tişta xeyal û ya rastî li hev tê hûnandin.

     Îca, gelo Mehmed Dîcle ew mekan û ew nav ji wir hildabûn, dema li wê sûka Diyarbekir geriyabû? Bersiv çi be jî, encam ew e ku mekanên rastî û xeyalî ji hev dizên. 

    Ji vê pirsê mebestek jî  ew e ku, em wê zewqê û wê feraseta hildin ku texeyula edebî dihêle ku em mekan û zeman dîsa biafirînin, eva dihêle ku hizra civakekê wekî ahenga kulturî çêke. Dîsa wekî ku xeyalkirina Proust îro dihêle ku civaka Fransayê li dora qal û behsên di romana wî da top bin.

V.

Wek encameke dîtir; bi raya me mekanê her tiştî heye, çi heta enerjî û ronahî be jî. Lê tiştin hene her hal mekanên wan tune ne, yan bêyî cî û beden jî dibin. Lê ew “tişt” bi mekan têne dîtin, wekî “wate”, çimkî wate qismen di peyvan da ne, û wateya tiştên din jî, lê esil ew di nava rêzên peyvan da diteyîsin. Wekî wate ne peyv e, ne xet û hibr. Wate wekî ku ruh tê li bedenê vedinişe û rengê xwe dide wê, ew di nava risteyan da rûdinê. Cî û mekan nagire, nayê pîvan, nayê nîşandan, ew tê jiyîn! Wekî evînê û wekî îmanê. Ayet, mezmûr û risteyên şi’ira berra ji wan wateyan diteyîsin, mîna çilk û çirûskên çavên eşqê.

   Lê her çawa be jî, edebiyat dinyayekî diafirîne ku ev tişt ji metnên qedîm vir va wisa ne. Heger ku ziman bi xwe dirêjeka hebûna însan be, wate yan ruhê miletî, civakî, dikeve mekan û wê dike rastî. Her weha bi mî’mariya edebiyatê di nava ziman û peyvan da cî û milkên din peyda dibin. 

nîşe: navê çend kitêbên behskirî:

Bajarên Nexuya/Italo Calvino.

Komediyaya Îlahî/Dante Alighieri. Faûst/Goethe.

Berfa Sor, Asûs/Mehmet Dîcle.

Qesra Balindeyên Xemgîn, Hinara Dawî Ya Dinyayê/Bextiyar Elî.

Tenêtiya Sedsale/Gabriel García Márquez.

Zemanekî Li Sê Welatan/Ciwanmerd Kulek.

Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştin Din/Rizgar Elegez.

İlginizi Çekebilir

Putin, Çin vatandaşlarına yönelik vize uygulamasını kaldırdı
Sinan Dedeoğlu: Bölge Futbolunda Haftanın Değerlendirmesi

Öne Çıkanlar