Robin Siya: Bijî biratiya Kurdan

Kurdi

Em dîsa dubare bikin, bo dijmine Kurdan yên sondxwarî zivistan li ber deriye, çiqas li ber xwe bidin jî ew ê, ev derî vebive û zivistana dijwar bikeve nav mala wan. Çend ro berê fermandarê Kurd brêz Karayılan, li ser ekranên Stêrk TVyê daxwaza gel bo me talîmate. Ev talîmat çi bû? Gel fermana çi dabû? Gel li seranserê dinyayê banga tevgerên Kurdan dikir û bi dengek pîroz û xurt, Yek e yek e yek e Kurdistan yek e! Ev talîmat bû gel bû û tevgera azadiye ev peyama gur û bi coş di şexse Karayılan de anî ser ziman. Tevgera azadiye ne vêga gelek caran bo yekîtiya Kurdan û bo yekgirtiya wan pirî caran hewl da viya pêk bîne. Gelek caran bi destên dijmin viya hat taloq kirin, hat sabote kirin. Tiştên ku siyasetmedarên Kurdan nebir serî, devleta dev xweyn û dijmin û têjikên wan bi êrişên hov û wehşînî gel viya bir serî. Hemû sînorên hişî û fîzîkî pûç kir. Gelê Kurd di gelek merhele û qonaxên dijwar de derbas bû, bi îradeyek polî jî tevgirtinên kirêj û êrişên tinêkirine vala derxist. 

Colanî û xwediyên wan derfetek bêhempa da ber Kurdan. Ji vê û pêva dibe siyasetmedarên Kurdan li gor daxwaza gel tevbigerin, ne li gor Enqereye û konfora xwe. Ev hîs, xwesteka pîroz dibe were sazkirine, xwendayên welatparez vê dînamîk bigîhinîn heta hucreyên civake. Kare herî pîroz û bo pêşaroja me ji nan û avê bêhtir pêwistiya me ji vê yekê heye. Yekîtî çaxê bi sazî û dezgehan û di pratîkê de xwe bide hîs kirin ew ê bawerî û bi cihbûna wiya di hiş de hesantir be. Di hişê civake de îmgeya “perçe” bûne bi vê pergela pûç bive. Şerê yekem li Rojava bi piştgiriya Bakur nefese girt vêga bi piştgiriya Başûr cihê xwe keys dike. Do Bakur îro Başûr birêva dibe. Yanî kare Rojhilata Kurdistane ne hêsane lê bi tecrubeyek û pratîkek, şerê ku li pêşiyeyê ew ê bive serî.     

Devleta hovan û Colanîyê terorîst krîzek derxistin û di pişt de lêdane. Jixwe di pişt de lêdan karên wan ne, li Pirsusê, li Enqereye, li Amedê, li Dîlokê bi bombayan viya destnîşan kirin. Gelê Kurd di hemû îhanetan de xurt derket, ji komara kemalîstan bigrin heta kontrayên hizbî-wehşet. Êdî rêyek dûr li benda me nîne lê em ê di wextên dijwar û wehşete de derbas bivin, dawiya ev rêwîtiye azadîye. Çimkî gel biryara xwe daye, fermana xwe ji hemû dinya aleme re aşkere kiriye. Çi dixwaze û li benda hêviya çi ye baş zane. Ger siyasetmedaren Kurd viya nikaribin bixweynin û li gor daxwaza gel gavan navejên ew ê yeko yeko têkbiçin. Li hemberî me dijminek xwedî rûmet nîne, ji xwendayên wan heta nezanên wan wehşî ne û hov in.  

Colanî hê têjike. Aparate, li gor berjewendîya serdestan tevdigere lê dawiya roje bo wî feleketa Kurdan ew ê hebe. Colanî û xwediyên wî çi devleta tirk çi erebistana seûdî bi êrişên xwe li sînorên Rojava ketin û gêj bûn. Kurdan dinya aleme rakir û bi yekîtiya xwe peyamek ji wan re şand, ne wisa hêsane qetla Kurdan. Ev dîware xurt û polî bêguman yekîtiya Kurdan bû, daxwaza sedsalan bû, hêviya dayik û xwişkan bû, soz û peyama şehîdên Kurdistane bû. Kurd li paydeyek hatin ba hevûdin, dibe li hemberî sobatajan û êrişên hest kişandine şiyar bin. Çimkî devleta tirk û têjika wî Colanî bo ev rih û yekîtî qut bive dikarin her tiştî bikin, jixwe aparatên xwe dîsa bi maskên cur bi cur belav kirine qada dîjîtale. Tiştên ku em dibînin û dixweynin di bin re xebatek perçekirine tê amade kirin. Li ser tevgera azadiye êriş bi maskeyên sembolên Kurdan tê kirin. Lê ew ê sernekevin wek do ew ê bi kontratiyên xwe û bi cehşbûna xwe bimînin.

Tevgera azadiye dîsa ew ê xêr selamet ew ê derkeve. Lê siyaseta legal yê Bakur ew ê têkbiçe, çimkî berê xwe daye Enqereye. Devleta dagirker wisa bi lez û bez yekîtiyek texmîn nedikir, devleta xweynxwar çiqas bi lez û bez û bi îhanete êriş kiribe jî di deste wî de teqiya û sînorên Rojava zelal bû. Devleta tirk ew ê ti car dev ji ev ehlaqe xwe ye genî bernede. Lê Kurd, Kurdên çil sal berê nînin. Ez ê mînakek bidim, li Stenbolê min Kurdek naskir, ev Kurdê me temene wî kêm zêde şest e. Dewlemend e û li Stenbolê hatiye dinyaye, di jiyana xwe de kêm caran rûye xwe zivirandiye Kurd û Kurdatiye. Yanî li gor sîsteme maqul û baş e. Meseleya Rojavayê çaxê vebû, bi rastî min tiştek wisa jê texmîn nedikirin, bi dengek hêrsî xwe bilind kir û wellehî ev şer dewam bike ez ê herim Rojava û şer bikim. Em behsa vê yekîtiye dikin, di rihê Kurdan de alevek û arzuyek bêhempa rabûye derpare,.. Tirsa dijmin û bo wan zivistana dijwar ev e.  

Ez ê zêde ser Dem partiye neseknim jixwe gel her tiştî eyan beyan dibîne. Lê dibe ku çend hevokan bo wan binivîsim. Di vê krîz û aloziye de bi serneketin, komploya ku devlet li ser hev leyst ti bersivek nedan, mazbeta îmraliyê çaxê hat parvekirin negotin ev kêm e û wisa nîne. Devlete piştrast kirin û bûn berdevka Enqereyê. Di nav alozî û krîze de bi lez û bez kom nebûn, siyeseta bekle ve gör meşandin. Ji cihê xwe tevnegeriyan, midaxeleyan nekirin, wek mirişka gêj li derdora çûn û hatin. Her tim dibêjim girtina û ez ê heta jiyana xwedawî jî viya bînim ser ziman Demîrtaş û rêhevalên wan ji bo wan rojan hatin girtin. Gel ketiye etra jiyana xwe, di nava mirin û jiyane de diçe û tê, rêveberên Dem partiye daxuyaniyên eletewş didin, daxuyaniya çi didin, “ew ê çareseriya pêvajoye bidome”. Rojnamegerek dibe ku ev pirs ji siyasetmederan bipirse, lê rêveberên Dem partiye ew qas pasîf û di şoke dane nikarin bersivek wisa zelal bidin, vêga dema ev pirs û bersiva wê nîne, gelê me di bin êrişên cîhadîstan û destdirêjan de liberxwe didin! Rojeva me Rojavaye û pêşeroja wê ye!

Bo vê hevoke hişek muazam hewce nake, em li ser cenazeyên hemwelatiyên xwe ne û endamên kujeran jî tên dibên em lihevbên! Ka bisekne me hê diayên xwe dawî nekir! Dîsa mixabin bo delîla ku partiya Demê ev krîza ku birêva nebir mînakek ez ê bidim. Rêveberên Demê, banga organîzatorên Colanî dikin û dibêjin, gelê kurd dişken û veqatandina hestî çêdibe! Wey mala mine. Rêveberên Demê qey ji bîr kirine, kırılmayên û duygusal kopuşên me dibên qey bi Rojava destpêkiriye. Ev kırılma û kopuş vêga derneketiye meydane. Şêx Seîdê Kal, Agîrî, Zîlan, Helepçe, Mahabad, Enfal, Zindana Diyarbekir û yê dawî di şexse Kobane de Rojava. Me kırılmayan û kopuşan bi dehan caran hîs kir, heta serê mûye xwe em wiya jiyîn. Bêguman ew ê gel bersivek bide ev siyaseta pasîf. Hêviya me wekîlên ev siyasete berê xwe ji Enqereya dijmin vegerînin û li ser axa xwe bo menfeta dengdêr ên xwe bixebitin. Ger roja ewil wekîlên Kurdan bertekek tund û protestoyek “Sîney-î mîlet” bi cih bibûna îro ew rêya Kobane vebibû.        

Çend sal berê min di nivîsek xwe de bi aşkere dianî ser ziman mottoya “biratiyan gelan” êdî bo Kurdan wek çêr tê. Çimkî bersiva wê li aliye din nîne, tê wek bira nabînin destbirakek xulamî dihesibînin. Ji xeynî wî li hemberî te ji mîrovahiye, ji ehlaqe, ji aşîtiye, ji wekhêviye bêpar sîstemek heye. hemû tiştên xwe, hebûna xwe li ser vê sîsteme avakiriye. Ev sîstem û perwerdahiya wê li ser tinekirina Kurdan rabûye û heta roja me bi vê nijadperestiye jî xwe domandiye. Kesek ji wê perwerdahiya faşîzan derkeve ew ê encama wê çi be? Dijmintiye, hovîtiye, bêehlaqiye. Me ti feyde ji vê mottoya bêmane ne dî. Li ser dengdêr ên Kurdan aparatên devleta dagirker li ser siyaseta me Kurdan rûniştin û li ser keda Kurdan kirin fîkafîk. Vêga em ne azad in û ji bilî biratiya Kurdan jî xelasiya me nîne. Dixwazin me ji orte rakin, hêvî dikin ku em asîmîle bivin, dîrok û çanda xwe jibîr bikin. Wek dewşîrmeyên ku her xulek li ser Kurdan gefan dixwin dixwazin em jî wek wan bivin.

Xelasiya me: Kurd bi Kurdî re ye. Kurd di dîroka xwe de dijminatiya ti gelî nekiriye, axa wan dagir nekiriye, li ser axa xwe azad û wek xwe bijî têkoşîne domandiye. Ji Kurdan faşîst dernakeve lê ji dijmine xwe re jî dijmine û mihekek tola xwe jî sitandiye. Ne ji gelên din kêm ne jî zêde xwestiye, heq û mafe xwe daxwaz kiriye. Bo wî dibê ku em biratiya xwe bikin, dermane xwe bi xwe çêkin û derkevin mexeliyê. Biratiya Kurdan dikare qedera Kurdistane biguhêrîne, dikare sîstema xwe ava bike, dikare bi hewldanen xwe mînak bive ji gelên din re, wê çaxê biratiya gelan ew ê behtir bi mane û ferased be. Biratiya Kurdan encax dikare Colanî û xwediyên wî têkbive. Biratiya Kurdan bi her awayî dîwarek bêhempaye û ne Şam ne Enqere ne Tehran ne jî Bexda dikare ser bikeve…                           

İlginizi Çekebilir

Baki Karadeniz: Rojava’da Süreç Bitmedi…
14 farklı ülkeden Rojava için yola çıkan Halklar Karavanı Suruç’ta

Öne Çıkanlar