Sal nod û yek e, ez ne şaş bim. Dîsa ez ne şaş bim hilbijartinek heye li Tirkiyê. Qelabalixek heye, kelecaniyek heye, xort û extiyar, jin û keçik, zarok û bapîr û dapîr li ser xaniyan, li ser dîwarên bexçeyan, li ser rêyan kom bûbûn. Bi aqlê xwe yê zarokatî jî meriv baş fem dikir ku atmosferek hem kêyfxweşiyê destnîşan dikir hem jî diltirsiyek bayê xwe diweşand li ser kolan û taxên navçeyê. Ji roja xwe çaxê meriv ev kelî û wext di hiş de derbas dike; hîsek tevlîhev û hema wê dî her tişt serûbin bibe. Ew hîs û kelî ji her tiştî re awis bû, lê tiştek hebû û li ser rûyên welatiyan dihat xwendin. Ew xwendin çi bû? bi rastî û meriv dirust weyne ser ziman, çi dibe bila bivê em ê xwedî her tişte xwe derkevin.
Dawî gelek caran mirin, talan, heps, îşkence be jî ev kelecanî û daxwaza ku li ser sing digeriya, em henin û em ê her hebin. Peyamek dihat şandin ji mêtingeran re, dagirkeran re… Wisa ne hêsane dem dema kontrayan bû, her roj li serê kuçeyek welatparezek, welatperestek dihat qetîlkirin. Kontra û xwediyên wan navçeye vegerandibûn gola xweyne. Her roj bi dehan kes li navçeyan dihatin binçavkirin û aqîbeta wan nedihat hinkirin. Roj rojên dijwar û bi her gave xwe xweyne bi xwe re dianî. Leyla û rêhevalên Leyla di wan kelî û wextan de bi hemû bawerî û hêza xwe qalekê xwe şikandin û bi serkeftî derketin. Îro bi mîlyonan li ser rêça Leylayan û rêhevalên wan dimeşin.
Dengek tê li derdore û dibên, Leyla ew ê were, waye tê, di rê daye, li serê kuçeyê ye, li xwarê ye, li taxa zazayan waye tê. Piştî qederek kin Leyla xuya dike, jinên taxa Benzînlixê li derdora Leyla kom dibin, bi hezkirin, bi tîlîliyan, bi hembêz kirin, bi maç kirin pêşwazî Leylaya Kurd dikirin.
Ji wê roje û wêdatir Leyla her tim bû lehenga zarokên nodî. Leyla jin a Kurd bû, çand bû, ziman bû, dayik bû, hem girtî bû hem jî li ber deriyê zindanan bû. Leyla ji malê bû û ji mala xwe re xerib nîn bû, çima min viya got, îro ew ên ku diçin Enqereyê an li koltixek rûdinên û dû re bi çavek xerîb û oryantalîst nêzî gel dibin, êşkereye. Mînakên me di her qadî henin lê mijara me ev nîne. Leyla ti car ji mala xwe dûr neket û rûye xwe venegerand, bo hezkirinê wê jî ev têr bes bû.
Piştî Leyla li Bakurê Kurdistanê hêza jinê her ku çû xurt bû û li her qadê xwe da destnîşan. Ji kû zanim, ji dayika xwe zanim piştî em neçar man me berê xwe da Amedê, dayika min li taxa Korxetê di xebatên azadiyê de bênavber xebitî. Tax bi tax kuçe bi kuçe jinên Kurd tevgera azadiyê neqîş dikirin. Ji kû zanim her hefte li malek jinên Kurd diciviyan û li ser azadiyê guftûgo dikirin. Li her civinê de têkoşîna jinên Kurd dihat li ser ziman û Leyla bo wan mînaka sereke bû.
Wek dayika min bi hezaran jin ala ku Leyla û Sakineyan rakiriye her û her domiya û hê jî bi hemû esaleta xwe didome. Leyla di destê dijmin de dîl girtî bû ala wê ti car ne serî tewand ne jî ji dest ket. Dest bi dest dil bi dil hêvî bi hêvî ar û agir bi çiyan bi deştan bi bajaran ket. Yên felaket û têkçûne dabûn ber me bi awaza jinên Kurd û dostên wan têkçûn. Leyla di civata Kurdan de ne yek e ne jî sed e bi hezaran Leylayên Kurdan henin. Ma bilasebeb gotine, “yan mirin yan azadî” ma wisa beredayî hatiye gotin, “jin jiyan azadî”.
Bi hemû dijwarî û zordariya xwe salek din jî me li pişt xwe hişt. Dawiya salê piştî çend rojan ew ê xwe temam dike. Gelek tişt me dî, seh kir, em jiyan û şahîdiya wê kir. Bo me salek dîrokî bû bi her hal û tevgirtina xwe, gelek tişt henin ku em biaxivin û ji vêga êşkereye ku ew ê xwe bide xeberdan. Encamên wan rojan ew ê peşeroja me diyar bike, li ser xetek tenik pevajo diçe û tê. Hêviya me û daxwaza me mêtinger hetahetayî ji war û welate me derkeve, ew ê ew roj be lê dur ê li ber me heye; ya bixweyn û talanê ew ê herin an bi lihevkirinê din av xweşî û aramiyê de ew ê bivin cîran. Her du alternatif jî rast û dirust in û rastiya her du alternatîfê jî wek çavê bijangê nêzî me ne.
Aliyê devlete bi her awayî teslîmiyetê daye ber Kurdan, Kurd jî ji do bêhtir ji xwe bawer aşîtiyek wekhev, adilane dixwazin. Çimkî ne do îroye ne jî kurd ê do ne. Dinya diguhêre, Kurdistan û derdora wê jî bi lez û bez diguhêre yanî alternatîfên Kurdan ji do bêhtir in. Li hemberî siyaseta dagirker tevgera azadiyê polîtîkayek sexlam dimeşîne, ev gavên ji xwe bawer devletê acîs dike û carcarna tehdîta “qutkirina pevajoyê” bi rêya endamên xwe yê tarî û kujer dide xuyakirin. Provokasyona dawî di şexsê Leyla Zana de li ser jina Kurd xwe da xuya kirin. Bo pêvajo têkbiçe, dewşîr me yên tirk çi ji destê wan tê dikin. Devlet û îktîdar jî li hemberî erîşên hov û nijadperest li ser guhê xwe radize. Vêga îktîdar di seyr û sefaye daye, zirarek were an ev çareserî di rê da têkbiçe ew ê xwe bide alî û li gor polîtîkaya xwe ya rojane tevbigere. Li hemberî tevgera azadiye, îktîdar leystika “köy kurnazî” dileyze.
Armanca min ne nivîsek klasîk yê dawiya salê be. Di şexsê Leyla Zana de silavek bo jinên Kurdan, rêzgirtinek bo şehîdên welatê me. Bejna xwe ditewînim li ber jinên Kurd ku hê jî li ber dijmin wek polek û peykerek heybet li ber xwe didin. Faşîst û dijminê me yê sondxwarî wek her gav li ser karên xwe ne. Li her derî di her qadî de di her platformî de dengê wanê genî tê guhê me, bi hişên xwe yê genî dibên qey em ê demoralîze bivin, motîvasyona xwe hinda bikin.
Leylayên Kurdan di nav bêdengiyê da dengê xwe gihaştine dinya alemê, înyada ku bo azadiyê û wekhêviyê meşandine wek rehjen/nebza jiyanê her tim lêdaye. Berxwedana Leylayan ne berxwedanek romantîk bû ne çîrokek bû ne jî efsaneyek pîroz bû. Leylayên vî welatî têkoşînek însanî dimeşandin, rast bû, bi êş bû, maf û heq bû. Leylayên vî welatî bi zimanê xwe berxwedana xwe neqîş kirin û mîrasek bêhempa ji me re hiştin. Ti qewet û hêz nikare Leylayan têkbive… Çimkî ew şûrên xwe bi ziman û çanda xwe kişandine û hejandine. Li ser ax û welatên xwe bi maf û heqê xwe gotin “em li vir in!” û berxwedan carna ne serkeftine, domandina têkoşînê ye. Û Leylayên vî welatî dev ji azadiya welatê xwe bernedan. Leyla Kurd e, zimane, rûmet e, taca serê Kurdên xwedî rûmet e…
Serê salê bîne sale xwedê develetek bide vî gelî… Sersala hemû Kurdan û dostên wan pîroz be!










