Ez ê zêde neçim paşva. Sal nod û neh serokê PKK ket deste devleta dagirker. Li her der bo brêz Ocalan Kurdan çalakiyan dan destpêkirin. Piştî dîlgirtina Ocalan rêveberên PKK ji Bakur vekişiyan Başûr. Çar sal PKK bêdeng ma, di nava xwe de gengeşiyên hebûn û nebûne birêva dibirin. PKK xwe feskir, agirbeste îlan kir, nav guherand û bi berdelên mezin xwe dîsa komkir, gelek mîlîtanên wan jî tevgere veqetiyan. Di esase xwe de firseda zelalî jî dabû ber wan.
Piştî Êmerîka ket Iraqê PKK xwe ji nû va dizayn kir û biryara têkoşîne da. Ev hadîse bo mînakên tevgerên Kurdan ku piştî şikestiyên mezin di kîjan merheleyan da derbasbûne çawa tevgirtine û şert û mercên giran de çawa rabûne ser xwe gelek encaman dide me. Têkoşînên Kurdan her tim li ber devê têkçûne de hatine û vegeriyane. Encama wê jî bênavber meşandina azadîye û hebûnê bûye. Em dikarin bêjin: me hê nû destpêkir û zengila dawiya bindestiye lêdixe.
Dîsa tevgerên Başûr û Rojhilat gelek îhanet dî. Çend car binketin û dîsa rabûn ser xwe? yek, dido, sise… belkî dehan caran rabûn ser xwe. Bakur çend car têkçûn? Yek, dido, sise… belkî dehan caran rabûn ser xwe. Çi sosret û wehşîtî hat serê heremên Kurdan? Em baş zanin çi hat serê wan. Bi ayek û nijadperestiyan fermanan belav kirin. Do Seddam îro Şara bi ayetên Kuranê qetîlkirina Kurdan ferzdike. Seddam çû Şara û dostên wan jî ew ê li ser axa me têkbiçin. Gelê me yî berxwedêr devji ne doza xwe berdan ne jî azadiya xwe piştguh kirin. Vaye sedsale bi sîstematîk em tên kuştine: çi zindan çi sirgun çi qetlîam, me hemû tişt jiya.
Tofana felekê her tim li ser serê me çû û hat, wek lenetek li ser sînga me rûnişt. Em bûn felaket û ketin nav canê dijmin, belê me ti car hizur û aramiyek ne dî li ser axa xwe lê dijmin jî ti car serî rihet nedanî ser lihefa xwe. Şervanek Rojavayê wisa digot: roj roja cengê ye, bila Kurd li dora me kom bivin ti hêz ew ê nikaribe me têkbive. Roj roja ceng û berxwedane ye, dem dema şerê rûmet û hebûne ye. Mesele ne meseleya siyasiye û ne jî tiştek din, mesele meseleya Kurd û Kurdistane û hebûna wê ye. Mesele meseleya çand û zimane me ye, maf û heqeyên me yî însanî ye, li ser rûye erdê rojek be jî bi rûmet û aramî jiyane, li bin ala welate nefes girtine, likeleka çemên xwe azad û serbest gerandine…
Çaxê meriv dîroka berxwedana Kurdan dide ber çavan; gelek di pevajoyên dijwar de derbas bûne lê her tim biryara têkoşîne dane û xweliya miraran li ser xwe hêjandine. Kurdên Rojavayê Kurdistane biryara têkoşîne dan û ew ê teqez li ser vê pergale jî serbikevin. Têkoşîn hebe serkeftin helal e. Çawa û bi çi awayî ew ê serbikevin? Li hemberî dijminên sondxwarî: bi yekîtî, bi yekdengî, bi yekleşkerî ew ê xwesteka dijmin di qîrîkê de bihêlin. Îro her tişt eyan beyan li meydaneye, gel daxwaza yekîtiyê dike, gel daxwaza piştgiriya Kurd bi Kurd dike. Li gor dem û serdeman îtîfak diguhêrin, dostên îro sibe li hemberî tê bi dijmin re dikarin şîriktiye bikin. Ne xemê, sedema bêhêviye nîne, astengiya têkoşîne nîne. Mesele li wir tu bi çi awayî li ser xwe dimîni û wek krîzên ku em vêga tê dijin çawa berteref dikî? Bi xweyn sarî, bi sebir û aqlê hevgirtî dibe ku ji ev krîza dijwar were derketin. Ji çiyayên me û hêza me ya navxweyî ti tiştek nikare me ji vê çale derxe. Xelasî bi hêza bingehîn tê ne bi hêzên demkî û serdemî. Rojên ku em tê da derbas dibin ev nêrîn û îdayan jî piştrast dikin. Êdî wexta navika xwe birandin hatiye û derbas jî dibe.
Bo dijmine me yî sondxwarî, min nivîsek bi ser navê “Winter is coming” yanî bo dijmine Kurdan “zivistan tê” weşandibû. Gelek şîrove û peyam hatin û bo nivîse jî xeyalkarî û bi tohmeta ji rastiya dinyaye dûr hat rexnekirin. Di peyamek de, ev zivistan sankî ji bo me tê, digot xwînerek. Vêga rewş û şertên welat ev peyama xwînêr piştrast dike. Vêga bo me zivistanek dijwar baye xwe diweşîne. Ez hê jî li ser fikra xwe me, bo dijmine Kurdan ku sedsale xweyna me dimijin bo wan dawiya rê tê xuyakirin. Çima? Piştî êrîşên ser Rojavayê, tiştek muazam xwe da xuyakirine, ev tişt bêguman: rihê netewbûne, hişê Kurd û Kurdistanî û welatek yekgirtî derxist meydane, yanî şerê cîhadîst û xwediyên wan devleta tirk Kurdan li ba hevûdin da komkirine. Hişê Kurdî bi Kurdî derket meydane, ev serkeftin bêhempaye. Ev hiş û rihê derketiye meydane dibê bêhtir were belavkirin û li ser vê pergale ji nû va her tişt were sazkirin.
Rojavaya Kurdistanê Kurdan anî ba hevûdin. Û ev rojên ku em tê de derbas dibin em dikarin wek rojên “namûs û xîret”ê jî bi nav bikin. Bangawaziya Rojavaya Kurdistanê bo Kurdên xwedî namûs û xîret bû, ne banga li ser ekranên dijminan propagandaya cîhadîstan û xwediyên wan re kar dikin.
Ev yekîtî bi hemû sazî û leşkerî çaxê bo “yekîtî” were xurt kirin kes nikare pişta Kurdan li erdê xwe. Vêga dema rexneyên çewt û êrîşan nîne. Vêga tevgirtina hestên kelegorî nîne. Dem dema dest bi dest têkoşîna Rojavaya Kurdistanê mezin kirine û destkeftiyên wan parastin û xwedî derketine. Êdî ne taqet heye ne jî sebir ku em dîsa sedsal dibin alayên dijminên xwe de bijîn. Bi deste devleta dagirker yên tirkan û şîrikên wan ên cîhadîst di pratîkê de dil û hişên Kurdan de “netewbûn”ê dirust û rast kirin. Êdî çare û serkeftin ji aliyê herkesî va ev rê û rêbaz hatiye qebûlkirin. Li hemberî ev hişmendiye kê û kî derkeve ew ê leneta Kurdan li ser rûye xwe baş hîs bike.
Her Kurd ên xwedî xîret li derdora Kurdên Rojavayê kombûn. Ne tenê li çar aliyên welate Kurdan li ser dinyaye çiqas Kurd hebin hatin ba hevûdin. Ev hîs û tevgirtin zivistana dijmine Kurda ye.
Wek welatiyek Kurd û Kurdistanî spas bo hemû rojnemagerên Kurd û çapemeniyên wan, di vê şerê hebûn û nebûne de bi hemû bêderfetiyên xwe karek pîroz derxist meydane û hê jî ev kar didome. Xulek bi xulek rewşa Kurdan ji kamuya Kurdan û dinyaye re belav dikin. Wek rihê şervanên ku li hemberî çeteyan şer dikin tevgeriyan, di deste wan de qelem û kemarayên wan her tiştî tomarkirin û weşandin. Spas bo gelê Başûr ku di roja ewil de netewperwerî welatpareziya xwe dan destnîşankirin. Spas bo hemû hêzên Kurdan ku li pişt birayên xwe yê Rojava rêzbûn. Ev hîs û serbilindî û hişmendî ew ê me bigîhijîne azadiye. Bi her çalakiyên Kurdan hêvî geş dibe, ciwanên Kurd ku li pişt sîper û çeperên welat de şer dikin, ji wan re wek nan û av e. Çêk tiştekê lê hêvî û piştgirî her tişt e. Ev rihê netewbûyî dibe ku em zêdetir geş bikin, bo dijmin ev e zivistan! Dijminên Kurdan naseknin, piştî êrîşan, yekgirtîbûna Kurdan dîtin û dixwazin viya bi destên kontrayên xwe pûçbikin. Dibên, Kurd cudaye tevgerên wan cuda ne. Dê haydê wir de ew ê bavê we nikaribe!
Ev leystika ku dileyzin ji me re nexerîbe. Tirsa ku di dilê wan de bilind bûye yekîtiya Kurda ye. Dîsa bila were bîra me, li TVyên wan temaşe nekin, wan guhdar nekin, postên wan nexweynin, agahiyên ku ew parvedikin bala xwe nedin ser wan, şerê pîskolojîk gelek xurt dileyzin û wek ordiyek dixebitin, derfetên wan gelek pir in. Bo şerên wane pîskolojîk, tek çare wan astengkirine, îro bi qasî çêkan hêvî û motîvasyon jî hewceye. Destpêke de di hiş û dilen xwe de asteng bikin.
Li ser kare xwe yên azadiye mijûlbûyîn ew ê êşerên wane pîskolojîk vala derxe. Agahiyên çapemeniyan Kurdan pê va ti tiştek bawer nekin. Ev tevgirtin derba ewile bo dijmin û aparatên wan. Biryara têkoşîne û berxwedane ew ê me derxe ser rêya azadiye, berdelên mezin li pêşiya me henin, belkî em ê gelek şehîd bidin lê dawiya rojê de azadî û serbestbûn ew ê, ê me be! Kurdno merdono li derdora hêzên xwe kom bivin û yek deqîqe ne dijmin ne jî aparatên wan rihet bihelin.











