Robîn Siya: Tu her hebî HSD 

Kurdi

Her tişt ketine nav hevûdin. Şopê însanan û rêçên ku di bin qirase însanan de tevdigerin li hev ketiye. Di esase xwe de her tişt wek rojê diyare, mêtinger bi hemû hêza xwe hiş tevlîhev dike. Belê serê kî û kê tê tevlîhevkirine? Bersiva ev pirsê bi min gelek watedar e. Di destpêkê de ew ên ku ne li sehayê ne, li dûr in û bi eşqa welat dilê wan dike gupegup hedefa ewil in. Her roj bi agahiyek çawalehato hişê wan serûbin dibe. Ev teknîka ku dijmin bikartîne hatiye astek wisa êdî çi raste an feykê derxistina wî jî gelek zehmet e. Belê hemû welatiyên li dervane û ji welat dûr in bêguman di nav şikê dane û bi teredudên xwe jî mafdar in.

Çimkî ji aliyan agahiyên ne zelal û sergirtî tên. Peyamên kin û sergirtî jî li ber şîrovên berfireh rê vedike. Bo trolan û aparatên şerên pîskolojîk meydanek bêhempa tê vekirin. Ev tevgirtinên sergirtî jî pirs/an bi xwe re tîne û gel dikeve pey bersivan. Kî û kê bersivan datîne orta raste? Ji çend kesen dilsozê welat pê va hemû aparat û trol tiştên en tişt derdixin pêşberî gel. Her kes li cihek di bin xwe de kahintiye dike. Ji xeynî çend malperên kurdan û rojnameger û şîrovekarên li ser youtube diaxivin ti agahiyên rast û dirust em nabînin. Qada medyaya civakî di bin kontrola devlete daye. Mîlyon dolar belav dikin ku hişê gel bi taybetî ê Kurdan tevlîhev bivê xerc dikin. Ciwan bi ar û agirin bi rêya ev trol û leşkerên perelî dikevin bêhêvîbûne û pişta xwe vedigerînin ji civak û gelê xwe re.

Li derdora welêt û di nava welat de xêrnexwazên çavnebar gelek in, ew ên ku ev pêvajoyê dimeşînin jî darê xwe dikin qula moz, bo hiş û dil tevlîhev bive çi bi zanayî çi bi nezanî ar har dikin. Aliyê Kurdan pêvajoyê ji endamen devlete bêhtir di nav xweynsariyê de dimeşînin jî ew jî bi nêzîkatî û tevgirtinên xwe car carna motîvasyonê dixînin. Li vir navan yeko yeko nivîsandin ne çareseriye her kes jixwe dibîne û li cihek tê tomarkirin. Wezîfeya me ne aloziye zelalbûn û agahiyên rast belavkirine. Dîsa jî li gor yên di xizmeta pergalê dane ji wan gelek pak û zelal in. 

Kurd ne îro her tim li pey aramiyê û aşîtiyê bûn. Wiya ne carek belkî hezar car anîne ser ziman. Lê aliyên dagirker û xwinxwarên can û axa me, her tim rêya kuştine, xweyne, zindane dan ber me û çi ji destên wan hat xwe kêm jî nehiştin. Di nav ev aloziyê de şowmenên polîtîk, fenomenên medyaya civakî bêhtir dixebitin. Qadek heta dev bi mij û moran tijeye, roj roja wan e. Bersivek zelal nay dayîn ji hêla devleta tirkan û her ku diçe mesele û çareseriya wî bi zanayî tê dirêj kirin, tê şolî kirin. Ne xemê alternatîfên Kurdan henin, ne “Îsraîl” ne jî devletên biyanî. Alternatîf tu bixweyî, hêz tu bixweyî lê destek bo alîkariyê xwe dirêj bike dibe ew dest li hewaye nemîne, di çanda Kurdan de destên hatibe dirêj kirin bi dostanî be tê girtin. Sînorên ku bi deste devletên rojavayan hatiye çêkirin, îro dîsa bi dest û piştgiriya wan û bi hêz û feraseta Kurdan ji orte radibe. Dereng an zû sînorên sunî têkçûna wan nêz e. Kes nikare êdî li hemberî wiya bisekne, tenê dibe ku wext were dirêj kirin, hinek din jî xweyn were rijandin, hinek din jî welat bê talankirin û werankirine, dawî ronkahiye.

Vêga ev pratîkan û gef xwarinan em li Rojavayê Kurdistane bêhtir dibînin. Çavsor û xwinmij berê xwe bêhtir dane war û wargehên şehîdan. Bayê aloziyê vêga li vir tê weşandin lê di destpêkê de me gotibû dijmine gelê Kurd, Kurdan nas nake ger nas bikirina ew ê bi wan re dijmintiye nekirina bi wan re bibûna dost û cîran. Lê kuklayên ku li Şamê ne çav berdane welat û daxwaza dagirkeriye dikin. Bi şêwirdariya devleta tirkan car carna êrîşan pêk tînin, bersivên ku hêzên Kurdan xurt in, ji xwe bawerin û cîhadîst neçar dimînin vedigerin pîna xwe. Çend ro berê li Helebê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi piştgiriya devleta dagirker êrîş hatin kirin, bi çar alî taxa Kurdan û yên dostên wan hatin girtin, provokasyonek dihat meşandin. Şer destpêkir û heta berdestê şeveqe dawî bû. Bersivek weka her gavî hat dayîn. Lê naseknin her roj tacîz û provokasyonên xwe li cihên cur bi cur pêk tînin. Bi êrîşên hovane û ji ehlaqê dûr dixwazin destên Kurdan qels bikin, maf û heqên ku bi xweyne hatiye destxistin li ser masayê têkçûna wî hêvî dikin, mirîşka birçî her tim xiyala embara garisan dike.

Her ku diçin dikevin nav tengasiye. Derba ewil ji Duziyan xwar kuklayên Şamê neçar man vekişiyan, têkçûna ewil ew bû. Şervanên kurd bersivek bi hêz û di cîda cîhadîstan gêjkir, destdanîn wesaît ên zirhî yê ku devleta tirkan ji wan rê kiribû. Heta destê şeveqe ev şer û pevçûn domiya. Gelek kes birîndar bûn, kuştin çêbûn. Hêzên girêdayî Şamê derb li ser derban xwarin. Ev çend hefteye tansiyon li Rojavayê Kurdistane bilind bibû, her deqîqe bi deve genî û bi hişê dijminayî gef dihatin xwarin. Devleta tirkan û nûnerên wan di her civine de tiliyên xwe ye êşedê ji Kurdan re dihêjandin, li aliyê din bi wan re li pişt perdeyan teslîmbûne ferz dikirin. Ne tenê nûner û endamên devlete heta rojnamegerên wan, rewşenbîrên wan ên nijadperest, çep û rastgirên wan li pey hevûdin rêzbûn di dijminatiya Kurdan de, di şevek de hemû bûn alîgire îşîd e. Li hemberî kes ên wisa henin ku ji serî heta binî xweyna me kurdan bimijin jî, dîsa ew ê têr nebin.

Dilê wan rihet nabe, mîsal sî sal di zindanên wan de Kurd ên dîlgirtî çaxê tên berdan dûman ji serê wan hildikişe. Kê û kî li hemberî Kurdan neyartiye bike hema te dî li wê cepheyê de rêzbûn. Ji mislimanên wan bigrin heta modernên wan li ser xetek rêz dibin, ti rêgez û prensibên wan namîne. Kurd û têkoşîna wî ji wan re bûye derd û qul. Hêviya me bi wê derd û qulê têkbçin. Bi rastî ne hêviye rastiya wana dawiye. Dewşîrmeyên di nav sîsteme dane û nane xwe ji vir derdixin bi yek devî êrîşan li ser Kurdan pêktînin. Kin û kurtasî li hemberî me ne azadxwaz û wekheviyê dixwazin bi cihbûne, teslîmbûne dixwazin. Tiştek wisa mimkine gelo? Rastiya Kurdan û pratîkên wan wiya betal dike. Ji vê û pê va ew zanin her tişt amadeye hem ji şer re hem jî ji aşîtiye re. Kurd mineta bavê ti kesî qebûl nake û hilnagire. ew wext derbas bû, biwêjek me heye: Hasil di Mûsilê re derbas bû. Şervanên kurd û dostên wan qadên ku dibin kontrola HSD dane gelek bi moral û bi motîvasyon in çimkî hay ji hêza xwe henin, wêrekiya wan û mafdariya wan ti kes nikare li ser maseyan bide niqaşkirine. Tiştê ku were niqaşkirin devleta dagirker ji axa wan derketine û kuklayên ku li Şamê hatine adeptekirin ji wan re rêzgirtine. Endamên HSDyê gelek operasyonan pêk anîn û hê jî bênavber tînin, yanî li ser xwe ne, cîhadîstên rûreş û ji avriya îşîdê mane bersivên mayende û xurt didin wan, seata wan xweş. Ev pratîk jî xwediyên wan hêrs dike, bi her hêrsbûne jî das li çîma xwe dixin. 

Li aliyek devleta dagirker li aliyê din jî devleta Îsraîlê. Her du devlet jî li ser dîke, geh li pişt deriyan geh li orta raste ji hev re peyam dişînin. Gef û gur li hev dixwin, devleta tirk li derdora Şamê bi wesayitên leşkerî û îstîhbarî bi cih dibû, Îsraîl di nav çend şevan de hemûyan îmha kir. Ji devleta tirk yek agahiyek, daxuyaniyek nehat pervakirin. Dibên, ez qurbane tirsê bim. Hal û wextê devleta dagirker ev e, Qeweta wî ji gelê bêdevlet re xurt e. Her roj li bajarên Sûrî gelek zahiyatan didin. Çeteyên ku bi devlete re girêdayîne êrîşên tacîzkar didomînin. Heta çend meh berê devleta Îsraîlê bi dengek bilind, bêhtir bi şerê pîskolojîk, piştgirtina behsa gelê kurd dikir û qala devletek serbixwe dikir. Ev ne bo çavê me yî reşbû, Îsraîl peyamek dişîne, êdî li Rojhilata Navîn kelêşer/dîk ez im. Lê ev ji piştgiriyê bêhtir şerê pîskolojîk dida bibîrxistine. Ev gef xwarinên li hemberî tirkiyeyê, çareseriya ku li Bakurê Kurdistanê vêga tê meşandin, bi tirsa Îsraîlê germ bû û hat rojeve.

Devlet êdî baş femkir ku Kurd ne bêçarene, her ku diçe hêza wan xurt dibe û gelek devletên ku piştgiriyê didin wan roj bi roj bêhtir dibe. Devleta tirkan ti car ne dost ne jî cîran Kurdan bûn. Pergalek hebûna xwe li ser tinekirina gelê Kurd avakiribe çawa ew ê çareseriyek pêk bîne. Ger çareseriyek bixwaze an hêvî bike bo xatirê çawa me yî reş nîne helbet. Demek li her qadî hemû krediyên xwe xelaskirine, bo wan ev çûndin ne çûndinek xêrêye, dawiya wî jî feleket e. Em xwe nexapînin li hemberî PKKê li ser mase ne di çareseriye Kurd de ne cîdîne, dibê ku tevger xwe betal kiribe lê ew ê ti car ne çêk deyne ne jî li gor daxwaza devleta xwînmij tevbigere. PKK wan baş nas dike, bi dehan caran bi wan re li ser maseye rûnişt lê encam her tim wek yên din bû, ew jî şer û pevçûn. Her du alî jî bi min ji wext re dileyzin. Eger çareseriyek pêk were û bi rêveberiya qanûn û yasayan her maf û heqê kurdan were dayîn ew ê li ser lîngên sexlam rûne û çaxê heq û maf hat dayîn jixwe maneya li hemberî devleta tirkan jî çêk şixulandin bêwate dibe. Lê wext tê dirêjkirin û gavên sembolîk jî nay avêtin. Kurd aşiqê çêk û şer nîn lê bi qasî wî jî şervan in. Em ji çiyan û nobedare dara gûzan bawer in lê baweriya me ji cîhadîstan û ji patronên wan tineye, pratîkên wan li her der hatiye dîtin û hatiye tomarkirine. Bo wî ew ê Fermandariya Kurdan û siyaseta wan li hemberî deq û dolaban xwe biparêzin û bi serkevin. Bi gelê xwe ye fedekar re ew ê têkoşîna xwe bi taca zêrîn deynin ser dîke. Çimkî bedelên mezin û giran hatin dayîn, ne wisa hesane pencî hezar şehîd. Bi qasî nifûsa devletên li Balkanan xwedî heq û maf in, keç û xortên vî welatî ku hatine bin gorkirin ji wan zêdetir e.  

Qemçika devletên ku dijî kurdan tevdigerin û dijminaya sondxwarî dimeşînin asê bûne, rastiyek şilftazî ye. Em ji ku femdikin bi her hal û hereketên wan tê derxistin. Derî nema ku lêxin, geh bi ewliyan re hat bahevûdin geh bi şeytan re li ser sifreyek xwarin û vexwarin. Dawiya dawî jî neçar man çûn ber lingên brêz Ocalan. Ocalan bênavber pencî sal e di nav şerek dijwar daye û hem Kurdistane hem jî dinyayê baş dixweyne û analîzên pêşerojê datîne meydane. Viya bi dehan car jî da îspat kirine. Bi leystik û deq û dolaban çûn ber lingê brêz Ocalan û Ocalan jî bi feraseta xwe, wan asê kir, ne dikarin vegerin ne jî dikarin pêşva biçin, li gor şert û mercên demkî tevdigerin, siyasetek şantajî dimeşînin. Êdî kamuya dinyaye bi tohmeta kurd û taybetî PKK û rêberî wî şer dixwaze nikarin tevbigerin, bombeyek li meydane heye ger biteqe ew ê dawiya serdestan were. Bo wî wext dirêj dikin, parastina xwe xurt dikin, bi her alîva dileyzin. Aliyê Kurdan samîmiyeta xwe û nêzîkatiya xwe destnîşankir. Lê alî din em dibînin ku ne samîmî ne, ne jî çareseriyek mayende dixwazin. Teslîma kurdan û tevgerên wan dixwazin. Kurd serketine êdî viya dibe em baş zanibin, dibe ku şerên dijwar dîsa were ber deriye me. Lê êdî rêya ku hatiye meşandin û li ser wê rêya pîroz tovên ku bi hişê azadiye hatiye reşandin, tovên ku zîldaye û di bin tava rojê de dibiriqe kî û kê dikare vir rake an bifetisîne. 

Devlet bi çar alî dixebite bo têkçûna Kurdan, aparatên xwe yê di nav welat bicîhkirine hin wextan wan dadixînin meydana, ew aparat jî kontrayên berê ne û vêga dibin partiyek siyasî de xizmeta xwe didomînin. Çaxê şerek bi devlete re destpêbike ewil ev kontrayên ku “Soylu” behsdikir ew ê êrîşe Kurdan bikin, jixwe ji pratîkên wan ên berê em baş zanin. Bi xwediyên xwe re girêdayîne, her roj bo fîlîstiniyan dikevin qada û ji wan re devlete dixwazin. Devlet haziriya xwe ya her tiştî kiriye, çareseriyek li gor dilê wan be ew ê bikin an ew ê bi wext re wiya ji orte rakin. Bi her alîva ew ê Kurd bi serbikevin. Ew ê dîrok wiya dirust bike û heqîqete bide ber me.

Mirin, kuştin, îşkence, bêaramî kes naxwaze, lê bo ev tiştên sosret ji meydane rabin berdelek mezin jî dibe were dayîn. Senaryoyên ku têkçûne hêma dikin û didin ber me ew jî baş zanin ku ev senaryo pûç û valane. Li ber Rojavaye Kurdistan gelek rê henin, di nav tengasiye de nîn. Îşîd vêga dibin girase HTŞ de xwe dide veşartine û cîhadîstên din. Haya dinya aleme ji vê yekê heye. Bo wî ew ê ti car dev ji Kurdan û hevgirtiyên wan bernedin. Em dîsa dubare û raya gîştî bi ber baye pîskolojîk nekevin, waye roj hildaye, her tişt wek roj xuya ye. Pirs ew ê tu amadeyî an temaşevan î!  

Ez ê nivîsa xwe bi risteyên Kamiran Alî Bedirxan bi dawî bikim. Helbestek bi navê “Şêx Seîd” e. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd ev riste tên nîvîsandin û destnîşan dike ku Kurd ne ji doza xwe vedigerin û berdidin ne jî serî ditewînin. Piştî Şêx Seîd çend car serî hat bilindkirin?

Şûrê Şêxê rehmetî

Xwîna wî de vemirî

Lê Kurdistan hê sax e

Û Kurdistan ne mirî  

 

İlginizi Çekebilir

Hakan Tahmaz: Yeni çözüm sürecinde bazı işaretler
Pirtuk: Ken Parker – Apaçî; berhema 3yan derket…

Öne Çıkanlar