Robin Siya: Yekîtiya Kurdan parastina axê ye   

Kurdi

Yekîtiya Kurdan aramiya axa me ya qedîm e. Yekîtî hêz û hez kirine. Yekîtî azadî û kenên li ser rûyên dê û bavan in. Yekîtî pişt û mil e. Yekîtî ew ê ku deriye serkeftina xwişk û birayên me nin. Yekîtî li her qada jiyane de ew ê bive nîşana serkeftine û serbilindiye, yekîtî ew ê bi xwe re behnxweşiye, xweşgotine û baweriye bîne. Yekîtî hewaya pakij û ava zelal e. Yekîtî wek çiyayên welate, bereketa deştaye, zayîna axa dewlemend e. Yekîtî hişek hevpar e ku tezahura wê li ser ziman bi rih û cane, encam û qiymeta wê jî li ser welatiyên wek nezer e, li esmane Kurdan coşbûn û geşbûne. Yekîtî li ser axa xwe jiyanek bi rûmet hatin û çûyîne û ew jiyana ku bi yekîtî hatiye dorpêçandin bi hemû nirx û erka xwe li ser hebûnê, xwe ji nû va neqîş kirine dide ber me. Yekîtî rûyê ku vegeriyaye derva li xwe vegerandine. Yekîtî nîşaneya dostanî û cîranayê. Yekîtî derfeta ku bi dinya aleme re têkîliyek çaxê derdixe meydane, dibingeha xwe de bi adîlane û wekheviye jî bi xwe re tîne û li ber mîlete me jî îmkana xwedanasîne dide vekirine. Yekîtî tirsa dijmine, hêza dostaniye ye. 

Belê yekîtiyek çawa û di kîjan şert û mercan de xwedî wateye? Yekîtiya Kurdan bêguman li ser rêya wekhevî û demokrasiye de xwedî wate û ferasete ye. Gelê Kurd wek mîletên din di nava xwe de cur bi cur in, rengên wan cudaye. Oldar henin, kevnperest henin, demokrat henin, hevçerxên me henin, lîberalên me henin, anarşîstên me henin, soayalîst û komînistên me henin, belangez û îhanetçî henin, fesad û xêrnexwaz henin, zikreş û rûye heram henin, netewperwer û welatparêz ên me henin. Çavsor û hişgenî henin, kontra henin, şîrekên dijmin henin… Di nava mîletek de çi hebe li ba me jî heye. Kêm zedê be jî mîletên din azad in û serbest in, lê mîlete me ji viya mixabin bêpar e, bo wek mîletên din li ser rûye erdê bi hemû başî û nebaşiya xwe em serbest bijin têdikoşin. Herkes xwedî fikra xwe ye, herkes bi reng û denge xwe li ser axa xwe dixwaze bi rihetî bijî. Heqe herkesî û her fikriye. Bo welat û gelên din çawa ku em demokrasiye dixwazin bo gelê xwe jî em viya bixwazin û bi serkeftî jî em dikarin vê yekê bivin serî. Bo wî jî di destpêkê de dive di nav gel de demokrasiyek xurt were avakirin û li ser ev pergale ji nû va xwe ava û saz bike.

Yekîtî ew ê demokrasiye jî di navbera me de xurt bike, li ser esase wekheviye bingehek bêhempa were avêtin. Yekîtiyek ku di nava xwe de demokrasiyê pêk anîbe, ew yekîtî bêguman li ser avahiyek xurt bi hemû hêza xwe rabe ser lingan. Demokrasiyek di navbera Kurdan de encama wê, ew ê taca serê yekîtiye be û wek stêrkek xuya bike, ew ê bibiriqe. Yekîtiya Kurdan berterafkirina dijmin û têjikên wan ne. Yekîtî bi axa xwe û adelete xwe watedar e. Reng rengên Kurdistane û ew ê hemû nirxin di nav ewlehiye de ji xwe bawer bijî. Nefesa Kurd û Kurdistan di atmosfera yekîtiya Kurdan de veşartiye, kê û kî bi vê pîrozbahiyê va bikeve înyadê ew ê têkbiçe û gel wî efû nake! Leystik gelek in, dijmin îmkan û derfete bi dest bixe ew ê êrişên sosret û qetlîamî pêk bîne. Her Kurd bo yekîtiya welat çi ji dest bê dibe ku bîne cih. Hebûn û nebûn di dîroka me Kurdan de ew qas xwe nedabû xuya kirin.        

Welat ne tenê ji kevir, ax, av û çiyayan pêk tê. Ax û hêmaya wî, dibingeha xwe de hafizaye û bi wê re jî parastina nirxê civake diparêze. Dilê gel her tim axa ku li ser wê şîn bûye li wir dike gupegup. Ne ew ax ne jî ew hewa dev ji te ber dide, ti bi kû va herî ew behn bi te re tê, bi ew behnê jî hafıza her û her zindî dimîne. Di helbestên Kamiran Bedirxan de her tim deşt û çiyayên welat hatiye hêmakirine, lê Kamiran Bedirxan li Stenbolê ji dayik bûye. Çawa dibe ku kesek cihek nedibe û ew qas ji dil behsa wê bike, hesreta xwe bi rêya huner û nivîsandine anîbe ser dîke. Bêguman di vir de rola dê û bav bênîqaş e. Hafizaya bav an dê wek genetîkek derbasî zar û zêçan dibe. Dê û bav çaxê xwedî hafıza bin zarok jî xwediye ew hafizaye dibin. Îspata wê jî nifşên Berdirxaniyên ku li Stenbolê çêbûne. Di hemû berhem3en wan de welat û hesreta wê rolek sereke dileyze. Ev dîsîplîn û hezkirin bêşik pirsa, ez kî me û eslê min çi ye? Hatiye parastin. Wek parastina hebûn û axê. Nifşên ku dervayê welat çêbûne û mezin bûne, bi behs û qala welate xwe hafızaya dê û bavên xwe wergirtine û xwedî li wê hafızaya derketine, hafıza baş zane aîde kû ye. Ger axek hebe, zimanek hebe, çandek hebe, dîrokek hebe, berxwedêriye hebe ew nifş ew ê çawa dev ji vî welatî berdin?    

Îro welate me di destên hovên tirk, ereb û farisan de li ber xwe dide. Gel li ser axa xwe bi hemû zor û dijwariya dijminan jiyana xwe didomîne, lê ne azad e ne jî serbest e. Bo ev ax û gel azad be û li ser ev axa pîroz bi rihetî bijî bênavber sedsal zedêtire xort û keçên vî welatî bin gor dibin, li ser zinaran dimeşin û pişt didin welatiyên xwe. Devleta tirkan ji avabûna xwe heta vêga bi her şikl û şemal xwestiye ku Kurdistane vala bike. Bi mîlyonan Kurd li ser axa xwe koçber bûne, li seranserê dinyaye belav bûne. Îro li Rojavaya Kurdistane bi polîtîkayên devleta dagirker û tijêkên wan bi pergalî dixwazin were vala kirin, piştî şoreşa Rojava bi bombe û sabotajên xwe bi sed hezaran Kurd ji cihê xwe bûn. Do li Bakur û gundên wê bi sîstematîk vala kirin. Ji gundan berê me dan bajarokan li vir berê me dan bajaran ji wîr jî berê me dan metropolan piştre êriş û tacîzên dijmin dewam kirin û bi mîlyonan Kurd neçar man berê xwe dan kolanên Ewropaye û welatên din.

Welatên Kurdan bi êriş û rêyên cur bi cur; çi aborî çi neheqî, çi bi îşkence û qetlîaman be gelek welatiyan li ser axa xwe veqetandin. Cihên ku welatî terka wir kirin; erep, tirk û fars li wir bi cihbûn. Rejîma esed û rejîma kemalîstan viya heta radeyek bi serkeftî birêvabirin, îro erebên ku li Rojava bi cihbûne ji pergelan wan mane. Lê ax hafizaye, ti car ew hafıza qut nabe, hezar sal jî di ser de derbas bive em baş zanin ku ew der axa me ye û em ê rojek vegerin û li ser wê axê bijin. Yekîtiya Kurdan çiqas bi ziman vê girêdayî be ew qas bi axa xwe re yekvucid e. Ew ê welatiyên me rojek vegerin ser axa xwe. Kurdên ku vêga li ser cîhanê belav bûne di bin tava welatê xwe de bi hemû cudahiyên xwe bijin. Yekîtiya me di parastina axa me de derbas dibe. Ew parastin jî li ser axa xwe xwedî derketine. Îmkan û derfetên welat çiqas pêşbikevin ew qas ew ê Kurd li ser axa xwe bi cih bivin. Ev pêşbînî ne dûr e ne jî nêz e. Bo wê dibê ku rêveberên Kurdan welatên xwe bi her alîva derxin asta herî roj. Rêya wê jî di destpêkê de yekîtiya Kurdan ava kirine. Parastina axa xwe ye, xwedî derketina çem û darîstanên xwe ye. Kurdistane dixwazin vala bikin û Kurd belawela bijin. Bingeha yekîtiye parastin û yekgirtina axa welat e.  

Di her nivîse de me bi bîr xist, em ê dîsa weynin ser ziman çimkî ev wezifeya her kurdên xwedî şeref û xîret e. Li ser medyaya civakî êrişên ku li ser nirxên Kurdan tê kirin, di esase xwe de di navbera Kurdan de dijminatiye kûr kirine. Armanca ev êrişan jî em hemû baş zanin ku; bawerî û yekîtiya ku derketiye meydane bê qut kirin. Mixabin hin kes ku bi hestên xwe ye demkî an kelî tevlî ev şerên pîskolojîk dibin û êrişan digîhijinin armanca xwe. Êrişên li ser yekîtiya Kurdan tên kirin li navendek tê organîze kirin. Li ser maskeyên cuda viya pêktînin. Geh li ser rûyên wan maskeyên brêz Ocalan û Barzanî heye geh ala me ya netewî bikartînin, geh şehîdên vî welatî ji xwe re dikin maske. Bi hezaran trolên wan ên kirêj û bêhlaq henin, hin kes henin ku bi nav û paşnavên xwe aşkere êrişên nirxên yekîtiye dikin.

Li ser esasa dijbertiya brêz Ocalan û tevgera azadiye wek kor û lalan bi rihê kontratiye xwe dimeşînin; li aliyê din jî êrişên brêz Barzanî û tevgera wê dikin û li ser wêneyên wan Ocalan û sembolên tevgera azadiye em dibînin. Ji serî heta binî bi hişek qels û bi dev genîtiyên xwe tevdigerin. Ew kes ne welatparêz in ne jî netewperwer in, ger hîsek û hişek wan in wisa hebûya enerjiya xwe li ser êrişên nedimeşandin, ji bo yekîtiya Kurdan ew ê bixebitiyan. Do bav û kalên wan li pêşiya leşkerên dijmin, rê didan destnişankirine îro nevî û zaryên wan li ser medyaya civakî yekîtiya Kurdan dixwazin perçe bikin. Baş e ku rêveberên Kurdan li ser xwe ne û têkoşîna xwe didomînin. Em ê jî heta dawiye şiyar bin û bo yekîtî û azadiya gelê xwe li hemberî ev kontrayan û cehşan bixebitin û heta têkçûna wan bênavber liberxwe bidin. Rêzdare gelê xwe brêz Barzanî jî rêber Ocalan jî serok Talabanî jî taca serê gelê xwe ne û yên bin gor bûne jî her û her ew ê di dilê Kurdan de astek bilinda bijin û werin bîra gelê xwe…  

                            

 

İlginizi Çekebilir

Ahmet Türk: Bahçeli’nin sözleri önemli ama somut adım yok
İran’ın Dini lideri Hamaney: Düşmanı hayal kırıklığına uğratın

Öne Çıkanlar