Rojava: Rêvebirîya Xweser dibêje genimê îsal têra 16 Mehan dike

Kurdi

Berpirsekî çandinîyê yê Rêvebirîya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku genimê ku îsal ji cotkaran hatiye wergirtin wê tenê têra 16 mehan bike.

Ahmed Yûnis, cîgirê hevseroktîya Desteya Çandinî û Avdanê ji Dengê Amerîka re da zanîn ku nêzî 800 hezar ton berhema genim îsal ji cotkaran hatiye kirîn û ev hema xwetêrkirinê dike.

Cîhê bîrxistinê ye ku heta berî çinîna mewsimê pêşbînî hebû ku berhema îsal nêzî 1.5 mîlyon ton be, lê çima miqdar kêmtir bû? Yûnis sedeman wiha şîrove dike.

“Bilindbûna pileya germê di dema çêbûna sinbilan de bandoreke neyînî li ser berhemê kir, bi qasî ji sedî 20 kêm bû. Beşek ji berhemê jî bi qaçaxî derbazî herêmên bin destê rejîmê bû, bi taybetî li Qamişlo û Dêrazorê, ew bi qasî 400 hezar ton bû. Herwiha gelek cotkar genimê xwe li malê dihêlin jibo tov û arvan, ew jî nêzî 100 hezar ton e”.

Rêvebirîya Xweser îsal nirxê kirîna genim jibo her kîloyekê bi 31 sentan dest nîşan kiribû, ew jî bûbû cîhê nerazîbûna pir cotkaran.

Tê zanîn ku sala par her kîloyek genim bi 43 sentan hatibû kirîn û tibaba berhema genim ya Rêvebirîya Xwser ji cotkaran wergirtibû 1.2 mîlyon ton bû.

Derbarê karanîna berhema genim ku hatiye wergirtin Yûnis agahî parve kirin.

“Tibaba genim ku îsal hatiye kirîn têra 16 mehan dike tevî yedeka ku ji sala par hatiye hilanîn, genimê em werdigirin beşek jê bi qasî 100 hezar ton jibo tov tê veqetandin. Herwiha bi qasî 550 hezar ton jî diçe jibo xwetêrkirina herêmê ji arvanê nan ku li ser nanpêjgehan tê belav kirin”.

Yûnis di dawîya axaftina xwe de dîyar kir ku Rêvebirîya Xweser li ser hin planan jibo pêşxistina kerta çandinîyê li herêmê kar dike, bi taybetî projeyên avdanê û çandinîya avî.

Wî got ku “Laboratorek jibo pişkinîna tov, semad û dermanên çandinîyê ku derbaz herêmê dibin hatiye vekirin, navendên zanistî yên girêdayî desteya wan li ser pirkirina cureyên tov yên guncaw bi keşûhewaya herêmê re dixebitin”.

/Jêder:Voa-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Katliam mağduru Uzuntaş: Muğlalı kahraman değil, katildir
İsrail-Hizbullah gerilimini tırmandıran Dürzi köyü saldırısı

Öne Çıkanlar