Li derve şevek reş, vizeviza bayekî kur dihat. Li hundur lobîna Hemşana dengbêj bilind dibû. Dûrika Edûla bêmirad, bi dengê wê yê rengxem re li derdorê belav dibû. Dil bûbû hibr, ziman jî bûbû qelem. Deng reh, reh jî ruh dida gotinê. Gotinên ji bo çîroka bi êş û elem hevin bi hevin hevdu dihûnan. Û ji zarê wê zîz dibûn û dipekiyan ser dîwarê kevirî. Kevirê kerr û lal ji dîroka bi êş û elem re bûbûn rûpelên qedîm. Êşdestana gelekî xêz bi xêz li ser kevirên sar dihat niqirandin.
Em zarokên li pêşberî yeksûga dayika min civiyabûn di navbera kêlî û dîrokê de asê mabûn. Xeyalek xeybanî xwe li derdorê pêçabû. Gotin bûbû peyamber, rasteqîn û nerasteqîn li ser bextê gotinê mabû. Gotin, ne hew bûbû buhur di navbera îro û doh de, herweha bûbû xaçerêkek bi xem ji bo guhdaran. Guh ketibûn riyeke efsûnî, li xêmê binê beriyê li şop û doza donzdeh siwaran digeryan.
Di vê şevreşkê de guhdar bi çavên dil li ser dîwarê kilsî, li siya lehengên nemir temaşe dikirin. Deng bû bû neynik, dem diqurufand. Mist bi mist di himêza xwe de dewranên buhurî me komî ser hev dikirin. Herkesî li gor mista xwe dida hev…
Piştî strana, “Delalê min wayê Delal” dayika min dest bi axaftinê kir. “Girê Edşanê li jêra Wêranşahrê dikeve. Bi rêwîtiya hespê riya rojekê ye. Derdora wî hetanî çahv çahva dibîne guherek bê kevir, dûz û dirêj e. Erdekî bi xêr û bêr e. Tûkek deh tûka dide. Mirov tufî axê bike, mirov wê bizir bide û biseride. Girê Edşanê jî li navbera vê berriya bi xêr û bêr wek kelekek li ser deryakê ye.”
Min bi balek mezin li dayika xwe ya çîrokbêj guhdarî dikir. Ne hew lêvên wê diaxifî herweha çavên wê jî hatbibûn ziman. Hêsrên tariyê xwe jê re kiribû perde dibin şewqa çire de diçirûsîn. Bi dengekî westiyayî û xemgîn min pirskir, “Dayê ti cara tu çûye Girê Edşanê, ser gora Dewrêş û hevalê wî?”
Dayika min ewilî hinekî sekinî û pê re got, “Na, hewar. Ma kî kane here ser Girê Edşanê?” Min hîn xwe komî ser hev dikir ku bi pirsim û bibêjim çima? Lê dayika min bersuva pirsa ya min hîn nepirsîbû da û got, “Na keça min. Sed heyf û mixabin ew Dewrêşê ji bo axa dê û bava biparêze û li ser vê şopê canê xwe da, îro gora wî dîl hatiye girtin. Xelqê dora Girê Edşanê tev gund û eşîrê Ereban e. Nahêlin kesek here ziyaretiya gora Dewrêş û hevalên wî.”
Ji wê êvarê û şûnve hetanî dawiya emrê xwe ez bûm dile Edûlê, bi hisreta wî Dewrêşê ji bo axa mir û îro gora wî lê dîl hatiye girtin, naliyam. Êdî gorek dîl girtî me… Cengawerek dibe mîvanê xewn û xeyalên min. Cengawerekî mertal radike û şûr libadike…
Ev êşeşq bûye rîş û pizika ser ziman û zahrê min. Bê çax û wext diêşe, diazir e. Ji berbanga sibê hetanî berbanga êvarê pê dinalim. Carna dibim gurekî har, li serê rêyan û dirban dizûrim. Carcarna jî dibim kewekî gozelî gerden gogerçîn, li ser zinar ûlatan dixwînim û dikim qepeqep. Lê herî zêde dibim kundekî kor, ji xerabeyekî difirim xerabeyekî din. Li ser war wêraniya qewmê xwe, li ser bê pergaliya qewmê xwe dikim pûkepûk û lorelor. Lê sewta min nagihê kesî… Gelo ez lal dilorînim an kes û derdor guhker in?







