Ronî Yıldırım: Jinên Kurd…

Kurdi

Mêrov dikarî pir tiştan li ser jinen Kurd bibê. Li civakekê wekî rojhilata navîn, di sed sala 18 û 19 da eva ji alî mîsyoner û dîplomatên Ewropî da ji hatîyê dîtin. We demê mêrov li rojhilata navîn mezê dikê; li gor gelen din, jinen Kurd ji her alîkî ve peş ketîyê. Di dîrokê da mînakê dawî Meyan Xatûne; Meyrem Xatûn, di sala 1913an, civaka Ezîdî da mêrê wê Elî beg te kuştin. Berîmirina Elî beg ji Meyan Xatûn di nav eşîret da rollekî giringdilîzê. Lê piştî mirina Elî begê, berpirsîyarekê bilind digrê ser mile xwe.

Ronî Yıldırım:

 Gelek nivîskaran li ser jinen Kurd lekolîn kirinê û nivîsandine. Wekî E.B.Soane, Fredrik Barth, Wadie Jwaideh û Martîn van Bruinessen. Li lekolînê herî mûhîm jinen Kurd azad û serbixwune, biryarên malbatê yên herî mûhîm jin didê. Alîkarîya aborî, dûzen û tertîba malê da rolê jine pir girîngê. Soane dibe; li şahî û cejna, jin û mer bi hevra dîlanê digrin û hev ra keyf û şahî dikin.

Li coxrafîya Rojhilata navîn û di navcivaken muhafazakar ew rewş nayê xûya kirin. Soanne, di berdewama nirxandinên xwe de usa dibejê; “Kurdne wekî gele rojhilata navînê, wekî gele başur a Ewrupa xuyadikê”. Di cihek  din da dibê, “Eger mêrê malê ne li mal bî, jin wekî mêre mala berpirsiyarî digirê”. Jin xwudî erk û quwet e, mînak; di nav Kurda da destdirêjî (fuhuş) tinê.

Peyvekî usa di zimanê Kurdî da tinê. Lê eger, kural û kaîdeyen ahlak ê xirab bibin. Li Kurdîstanê bi piranî cezayê hêrî giran mirin ê (kuştin) Jin, şahbanû ya mala xwe, di nav malê da xwudîyê hêz û quwetyê. Bi fikr û ramanê xwe rêzekê girîng digrê.Rastî ev gotin di cîhde ye, carna bi ked û erka xwe civakê dibin kontrola xwede dihewînin. Le herî mûhîm jî di navbera jin û mêr da kar parve kirin heye. Ew gotinen Soane, destpeka sed sala bistan in, mêr diçê berpez, terlê (çandiniyê), meyvê û tûtinê berhev dikê. Jin jîmêywê û tûtinê ziwa dikê, teşiyê dirêse, xalî çêdike an ji karêndin yê malê dike. Fredrîk Barth malbat, ji dê – bav û zarokan çe dibê. Aborîya malê ava kirin, wekî gundîyen Ewropayê hatiye rexistîn. Rol, di nav malbatê da hatiye parva kirin. Dema zilam bi piranî li terlê û reçberî ra mijûl dibê.

 

Li malê tenê hespê xwe re mijûl dibê. Lê dotina manga û pez jin dikê.Xwarin û xwudî kirina zarokan jin dikê. Le tahmîrenmala an jî îşen giran mêr dikê. Dema berhemê zavî û terlê mêrû jin tev bi hevre dikin. Jinen Kurd baş li hesp ê siwar û bitıfıngendazîyê gelek xortin. Pir caran eşîreta jin û mêr li hemberê dijminê xwe tev şer dikê. Le car carna jî, jin serêkatîya eşîrê dikê. Barth, li Kurdistanê seroketîya jinê, li gor rewş û mercenmalbateyê, malbat dewlemend an xizan bê ji, statûya jin ê nîşandidê. Ferq li gund û bajar ji xwe nîşan didê. Statû ne tenê li gor rewş û mercên jineyê, carna li gor hêz û kuweta jineyê. Ew rewş tenê ne li Kurdistan ê bendê. Li dewleten peş ketî ji xwuya dikê. Em dikarin çend nimûnê nîşan bidin; li Colemêrg (Hakkarî) yêsala 1845’da Helîmê Xanim, di şerê Bedîrxan da, li Elbak( Başkale)ê heya dawî bi Osmaniyan ra şer kirîyê û serokatiyaxwe berdewan kiriye.

Li sala 1909 jinekê bi navê Fatmê, piştîmirina mêrê xwe di 36 salîya xwe de li Ezdîxan ê dibê serokaeşîrê. Ji malbata Nehrê Meyrem Xatûn,di şerê Cihane yekemîn dedibê seroka beşeke herêma Botan ê. Berpirsyarê Rus a sîyasî Nîkîtîn,asl û astar, biaqilî û jîr bûna Meyrem Xatûn, gelekdipesinê. Herî girîng jî otorîte û li hev anînê de ji bispor bûyê. Jina serokê eşîra Caf Osman begê Adîle Xanim, bi salan karêeşîra Caf birêve biriye. Adîle Xanim him di xwaşîya mêrê xweda, hem ji pişta mirina wî, wazîfeyên herî bilind pêkaniye. Ji deşta Şehrêzor heta sînorê Tirk û Êranê, bûyê xwûdîyêarazîyekê mezin. Adîle Xanim, li Halepçê û der – dorên wê,aborî û bazirganî bilind kirîyê, qanun û nîzam ji çê kirîyê.

Dema serhildana Şêx Mehmûd Berzencî de, jina brayê ŞêxMehmûd Hefsa Xanim, di şerê Îngîlîstanê re ku gelek kesmirinê û birîndar ketinê. Hafsa Xanimê, tenê serhildêrên Kurd ra alîkarî ne kirîyê; birîndarên artêşa Brîtanîayê ji dermankirîyê. Îngîlîzan ji li hemberê jesta Hefsa Xanimê, cezaya leşkeran kem kirinê an ji azad kirinê.

Mêrov dikarî pir tiştan li ser jinen Kurd bibê. Li civakekê wekî rojhilata navîn, di sed sala 18 û 19 da eva ji alî mîsyoner û dîplomatên Ewropî da ji hatîyê dîtin. We demê mêrov li rojhilata navîn mezê dikê; li gor gelen din, jinen Kurd ji her alîkî ve peş ketîyê. Di dîrokê da mînakê dawî Meyan Xatûne; Meyrem Xatûn, di sala 1913an, civaka Ezîdî da mêrê wê Elî beg te kuştin. Berîmirina Elî beg ji Meyan Xatûn di nav eşîret da rollekî giringdilîzê. Lê piştî mirina Elî begê, berpirsîyarekê bilind digrê ser mile xwe.

Hem zaroken xwe mezin dike û hem jî civaka xwebirêve dibe. Heya dawiya emrê xwe jî di nav civakê da rêz û hurmet dibîne. Helbesta kurdî ya Lîrîk bi piranî ji hestên jinan tê îlhamkirin. Di esasê xwe de piraniya stran, lûle, evîn ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Jin bi orf û qededên xwe peşengîya civakê dikê. Di dîrok û civakê da jinen Kurd her avayî rollê pek anîyê. Carna ji derfetên coxrafyê û aborî ji rollê jinê derê holê dexwe . Herî dawîda ,di rojhilata navîn da, jinen Kurd heman demêda li hemberî kevnêşopî û li hemberî jîyana zehmêd da ji tekoşîn kirîye û berdewan dikê.

İlginizi Çekebilir

Hakkı Tekin: Rojava’da kritik eşik…
Bedîrxan Berzencî: Günahkar Bir Kelime; Kurdîstan

Öne Çıkanlar