Di deh salên dawîn de dewleta Tirkan tevgera asîmîlasyonê bi hin rêbazên nû û “aferîner” dubare kir. Êdî ti Kurdeka/ê bi Tirkî nizane nemaye û gellek Kurd ji her roj û serdemê zêdetir xwe ayîdê Komara Tirkiyeyê dibînin. Êrîşa dewletê ya di 20ê Tîrmeha 2015an de dest pê kiribû bi “derbeye leşkerî” ya 15ê Tîrmeha 2016an xurttir bû û pêkutî û zordariya rejîmê heya şaneyên civakê belav bû. Alaya Tirkan, simbolên Osmaniyan wek tuxre û hîlal bûn perçeyekê jiyana hin Kurdan.
Hêsan e mirov hemû sûcî têxe stûyê siyaseta major a Kurdan a li Bakurê Kurdistanê. Wek min berê jî nivîsî, di boçûn û şêweya siyaseta çandê de gellek pirsgirêk hebûn û hene (*), lê dewletê amadekariyeka mezin kiribû û diyar e ku plansazî kûr hatibû kirin. Piştî terora giştî ya dewletê, tirs û hovîtî atmosfera Bakurê tije kirin. Di salên 90î de jî teror û tirs hebûn, lê gel têdikoşiya. Di deh salên dawîn de gel baweriya xwe ya bi şêwê û boçûna siyaseta major wenda kir. Komkarî (rêxistinî) belav bû, mirov tenê man, civak atomîze bû.
Dewletê dest danî ser her livê, kedê, zîlê, şitlê, hilmê… Civak wek nêçîrekê ketibû nav lepên vê hovîtiyê. Di vir de rêbaza asîmîlasyoneka nû derket holê: Qanîkirin. Asîmîlasyona berê bi darê zorê pêk dihat, lê ya nû bi qanîkirinê. Çi rê, rêbaz, sazî, weşan, avahî, pol, derdor û lehzeyên Kurdî û Kurdayetî divejandin hebûn, hatin qutkirin. Dest danîn ser saziyên çandî yên şoreşgeran, navê “bilgi evi” (mala agahiyê) li wan danîn û ciwanan kişandin bin banî. Tiştên berê bi îşkenceyê nedihatin qebûlkirin, niha tiştên ji rêzê ne. Di mîtîngên partiyên serdestan de qad bi rengê alaya Tirkan sor dikin. Texsîciyên berê ji balafirgehê heya çarşiyê perspektîfa siyasî didan mirovî niha eynikên xwe bi simbolên serdestan dixemlînin. Yazîxane bi ala û tuxreyên mezin tije ne. Navbera dikandar û polêsan xweş e, bi serê bavê hev sond dixwin û hwd.
Ev êrîşa xurt di warê çandî, civakî, psîkolojîk û îdeolojîk de Bakur serûbin kir. Amadekarî li aliyekî, fikarek jî tunebû. Lewre civaka etnîk û civaka polîtîk (**) wek botafa li ber bayê gêndir bûn û çûn! Dewletê jî di qada vala mayî de hespa xwe bezand, gav bi gav pêş de ket. Di vê deravê de hin xal balê dikşînin, dixwazim li ser wan hûr bibim:
- Vejandina Eşîrtiyê: Eşîrtî bi dehan salan yek ji armanca sereke ya xeta neteweyî ya Kurdan bû. Tevgera neteweyî wek tevgerên din ên cîhana sêyem dixwest her tişt di bin banê wê de be ku li teoriyê jî dihat. Lê eşîrtî beloqkirina cîgayetî / lokaliyê ye. Di pêvajoya deh salên dawîn de, bi qelsbûna siyaseta neteweyî re xwest biveje. Dewletê jî ew teşwîq kir da karibe wek amûreka fonksiyonel bi kar bîne. Eşîrtiya rê li netewebûna Kurdan girtibû da ser rêya “dij-civak”iyê û xwest bibe “jêr-nasname”. Di pêvajoya stratejiya dewletê ya vejandina eşîrtiyê de bi carekê komele, rûpelên medyaya civakî, malper û platformên navên eşîran li ser, zêde bûn. “Federasyon”ên eşîran hatin avakirin li gellek ciyan. Jeneral, walî, qeymeqam, gerînendeyên ewlehiyê, melle û şêxên maqûlê dewletê li otêlên têrstêrk xwestin dij-civakê ava bikin. Lê nebû, sosyolojiya Kurdan guherîbû. Rûpelên li ser navê eşîran vekirî li ser Facebookê mezin bûn, lê ber û bala ciwanên “bêçand û bêpergal” êdî li Tik-Tokê bû, xwe ne wek endamên eşîreka mirî lê wek endamên komikên zindî didîtin.
- Çîna Rantiyeyê: Piştî dewletê dest danî ser şaredariyan, derî li derdorên nehatine hilbijartin vekir. Endamên koalîsyona AKP, MHP û Hizbiyan çûn li şûna hilbijartiyan rûniştin. Lê dewletê her tişt neda wan; jinên polês û leşkerên li çiya û baniyan xwîn dirijandin wek karmend wergirtin, malzemeyên bo şaredariyan ji Tirkan kirrîn, butçeya salane a li gor nifûsê tête belavkirin şêlandin, xizmeta gund û navçeyên dûr ji Kurdistanê dan kirin… Helbet gava em behsa “altax”an (hevkar, patexwer) bikin, em nikarin peyva “rûmet”ê bi kar bînin. Lewre ye ji bo cara sêyem li ber deriyê serdestan teliyane. Di heman pêvajoyê de bi hezaran karker, karmend, şirket, rojname, rojnameger, hunermend, akademîsyen, parêzer, şêwirmend ûyd li ber dewlet û ranta wê çong dan. CIMERên (***) saziyên dewletê û şaredariyan bi îxbarnameyên hin welatparêzên ku demekê pif dikirin ewran tije ne. Lê ev jî neçû serî, êdî îxanet nikare bibe hêz, çimkî sosyolojî bûye xîret û xîret bûye sosyolojî.
- Avakirina Alternatîvê: Dewletê xwest Kurdayetiyeka din a li gor kodên wê tevdigere çêbike. Peyayên xwe di lîsteya xwe ya wekîltiyê de nîşan dan, îmajeka çêkirî li hevalbendên xwe anî. Hin kevnerewşenbîr û kevnewekîlên tevgera Kurdan a major a li Bakur kirin şêwirmendên serayê. Hin ji van ketiyan çûn tîmên taybet teftîş kirin, li ser kevnehevalên xwe îfade dan. Hin maqûlên dewletê yên li lojmanên dewletê diman, bi slogana “Bijî berxwedana lojmanan” doza Kurdistaneka şeş perçe kirin. Lê têrî alternatîva altaxiyê nekir, nebûn vebijêrk. Hem kodên wan nediguherîn û hem civak cuda bû êdî. Sosyolojiyê ew vereşandin!
Ev her sê rêbaz neçûn serî, lê rewşê gellek xera kirin. Em nikarin behsa serkeftineka mezin a dewletê bikin, lê em dikarin behsa têkçûneka mezin a Kurdan bikin.
Herçî welat e, ew hê jî perçe perçe ye. Gelo dê wext û fersenda avakirinê bê yan na?
(*) Bnr. https://nupel.tv/selim-temo-ji-ji-heya-ji-ber-ku-canda-siyasete-u-siyaseta-cande/
(**) Min di nivîsek xwe de Kurdan wek du beş şîrove kiribû: Kurdên etnîk û Kurdên polîtîk (https://nupel.tv/selim-temo-yeni-donem-ve-gorevlerimiz/ )
(***) CİMER: Navê xwe Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê ye, lê mirov dikare bibêje ku “pergala altaxiyê” ye.











