Ê baş e, va vegeriyam ser maseya xwe. Wek heyveka şikestî rijiyam bi ser sendeliyî ve. Laşê min, hişê min, vekişe ji nav demê. Bila şeva Şamê ji Şamê re be.
Wa şibakeya li milê rastê, çavê li raserî hinarokan, bîra ruhî ya di dil de. Ji binê vê siya ji qendîla xewar, tu dibêjî qey hemû çûkên xeyalê hişyar bûne.
Gelo Şêx Evdirehman niha çi dike?
Bi salan e min nedixwest li ser xwe bifikirim. Kî me, min ji xwe re çi kir, çawa jiyam, bûm çi, çê me yan neçê? Şev û roj min bi navên cuda ji hev, navên ku jiyaneka xwe tunin û di jiyana kesî de şûna xwe tunin nivîsî û nivîsî û nivîsî û tîp li hev rast kirin; qalibê çapê, hubr, zelq, nex, pûlên posteyê, deftera aboneyan, heqê kirêyê, herfên ji Hindîstanê hatî, reşnivîsa çîroka dedektîfî, wergera “Le diable”ê, fîşeng, deynê masiyan, rendewuya ligel rojnamevana Fransizî, karê mehkemeyê, heqê îcareyê, dersa ez ê bidim Atatirkî, ew beta melûl a li ser çêlîkan, herdu keleh û wezîrê ji dest çûne…
Ez xwe meraq bikim an çawabûna xwe? Ruhê min ê li nav navên bêjiyan belavbûyî dê li kîjanê ji me vegere?
Ziman li ser zimanan siwar bûne, zarave û devok di hişê min de pingar didin. Lê min çiqas dixwest bibim kaniyek. Kaniyeka li zinêr paldayî. Kaniyeka bişrokî. Kaniyeka ku dengê xwe bi şev çêtir dibihîse. Hevalbenda berfê, pûngê, ‘esira şikestî, mexreba carina diçîze.
Gelo Doktor Nafiz Zaza niha çi dike?
Tifinga Qibrisî, rextê çêbûye ji hevaltiyê. Diyariya şevbuherkekê. Li wî çiyayê şermoke. Niha raketî ye li ser dîwêr. Çi bû, li geliyê Jeliyan. Li raserî Wanê. Ew sala bi xew û nivîsîn derbas bûbû li Dihokê. Şevên ‘işretê yên li baregehên ji bêhna mêran kelijî. Ew Almana min a bi du destê şimayî ez aş dikirim û digot, “şev hevala te ye Ceco, rakeve.”
Çi bînim bîrê ku ji bîrê çêbûme. Yek hebû, gava diaxift li erçena mirovî dinihêrî. Yek hebû, çawa li pêşiya xwe dizivirî qut dibû ji hebûnê. Yeka kinik hebû, ba li dorê diweşiya. Îskenderê Mezin bû, pirsa “tu çawa hespan kedî dikî” dibersivand û digot, “siyê didim pişt hespî, lewre her pêş de diçe” û heya Hindistanê nesekinî. Ew xortikê fîncana qehwê di dest de li ber lengergeha Kadikoyê li gulta giyayê terpilî. Ew xezala di wê mehfûra rengîn de, ew a li konê mezin ê koçerên Kolikê raxistî.
Risteyek, dubareyek ji stranekê, xulxulandina dengbêjî, holhola teşiyê, bernavkên kesan, peyvên dibin nav bo tiştan, şanikên di hinarokên rûyê rastê de, tajiyê bi lingê rastê yê paşiyê qirika xwe dixurîne, kevirekî mezin ê bitenê di nîva latekî de, kaşekî li ber tava Sibatê dixewreçûyî, hejîrên melixî, şîrê di guhanekî werimî de xwîdayî; çiqas tişt hene, çiqas tişt hene, çiqas tişt hene.
Gelo niha Osman Sebrî çi dike?
Wezna hilmê ya li gor kêf û derdan. Çav li jor in, an li jêr. Digere li xezalekê li “mexelî pezî nêr” û divê li vir yek bibêje: “Hey wayê!” Ha, îca dîtina dahatûyê ji min kêm bû!
“Malos”, ji bîr nekim, binivîsim: “Beraza mê.” Varyantek din hebû? Erê: “Mawî.” Mala minê, her peyva vî zimanî diçinge!
Wek kelekeka ji depên riziyayî di nav vê deryaya xwînî de. Celadetek kuştiyan dihejmêre, Celadetek ber daregulekê vedide.
De baş e, va vegeriyam ser maseya xwe. Beriya venegerînê jî min heman pirsê kiribû: “Çima siya êgir tune?”
Kewarek di nav serê min de pingar dide. Pirs gellek in, lê yek beramberî hemûyan e:
Gelo Cegerxwîn niha çi dike?








