Selîm Temo: Ji “jî” Heya “ji ber ku”; Çanda Siyasetê û Siyaseta Çandê

KurdiYazarlar

Naçe ji bîra min; di fuareka pirtûkan de, ber bi êvara dawî ve, şaredarê Amedê yê wê demê hat nav nivîskarên beşdar û (bi Tirkî) got: “Hûn bi xêr hatine Ameda me, Diyarbakıra me. Bila nivîskarên ji derve hatî kerem bikin, em biçin xwarinê.”  

Yanê got, bila nivîskarên “Kurd/î” neyên! 

Heya îro rojnamegerên ji twîtan nûçe çêdikin carekê jî guh nedane twîteka Kurdî ya hunermendên Kurd û nekirine nûçe. Di serdema êrîşa dewletê de rewşenbîrên Kurd kempanyaya îmzeyê li dar xistin, gellek îmze civandin lê çapemeniya azad a gidîgewr pute pê neda, nekir nûçe. 

Yanê di esasê xwe de serdestên me çawa nêzîkî Kurdan bibin, siyaseta me ya major jî wisa nêzîkî rewşenbîr û hunermendên Kurdan dibe! Em dikarin bi sedan mînak bidin û nivîsê tûjtir an sergirantir bikin, lê em bi qaydê dagirkeran û dij-kolonyalîstên xwe yên nûwaze nekin ku me bê-dîrok dihêlin; wek berê tiştek nehatibe gotin tevdigerin, metnên heyî tune dihesibînin. 

Di vê mijarê de çaviya sekna rikeber û entelektuel, nivîsa Îrfan Amîdayî ya bi navê “Parsa Rûmetê” ye. 16 sal berê, ne li derûdorê, di rojnameya Azadiya Welat bi xwe de weşiyabû (https://diyarname.com/news.php?Idx=2348 ). Navê xwe ecêb bû, rasterast û rûbirû digot. Digot: “Her ku festîvalek li dar dikeve û wekî her car nivîskarên kurd nayên dîtin dîsa şewtara dilê me gurr dibe, em ditengijin û dev siya xwe dikin. Lê ku diranê me di siya me re nare êdî em dest bi parsa qîmet û rûmeta xwe dikin. Xuyaye ji vê parsê jî em destvala vedigerin.”

Ev boçûn di dilqekî nû de îro jî li dar e. Acentayên wêje û entelektueliya Tirkî hene li nav saziyan û her serdestiya serdestan careka din ava dikin. Lê divê bête dîtin ku barbariya ji roja 20ê Tîrmeha 2015an ve dest pê kir, referansên heyî yên siyaseta çandê serobin kir. Maliyeta çanda siyasî û siyaseta çandî li ser civakê giran rûnişt. Yekdestiya siyasetê ji aliyê dewletê ve hat hilweşandin û Kurdî û “hunera bi Kurdî” ber bi xeritînê ve çû. 

Hunera bêpişt mayî xwe ji nû ve ava kir û ket milê kesên “nemaqûl”ên berê! Destdirêjiya qeyûman û “hevdiz”ên wan bi dest û sekna hunermendên “Kurdî” hat şikestin. Hunera Kurdî nebe xweser jî xweseriyê nas kir. Piştî çend sazî bi rêya hilbijartinê dîsa bi dest ketin, desteka komkarî dîsa dest pê kir; baş çêbû, lê nemaqûl dîsa li derve man! Siyasetê dîsa dest bi boçûna xwe ya berê kir ku êdî ebeden nayê pejirandin. 

Îrfan Amîda, 16 sal berê gotibû: “Bi rastî ne tenê nivîsandina li ser vê mijarê, axaftina li ser vê mijarê jî min aciz dike û naxwazim bifikirim jî. Lewra ez xwe wekî parsekan hîs dikim dema behsa van tiştan dikim.” Çi hesteka giran e ku îro jî li dar e! Boçûna siyaseta major kêm zêde eynî ye, lê piştî azmûna giran a di deh salên dawî de êdî kes ne meqamê rûmetdayînê ye. Gava em li praktîka deh salên dawî ya qeyûman binêrin, em ê bibînin ku CIMERên (*) şaredariyan bi îxbarnameyên hin maqûlan ve tije ne!  

Wek min çend car got û nivîsî, li ciyê dagirker lê ne, şerm e meriv êrîşî berxwedêran bike. Zordariya dewletê her car dike ku meriv destê xwe ji qelema tûj bikêşe, lê wext e em di warê rêvebirina siyaseta çandê de kapê xwe ji hev re bavêjin. Em divê girêbesteka nivîskî ya neîmzekirî di nav xwe û siyaseta “me” de çêbikin, heta jê re sînoran daynin. 

Dibe ku ev xalên li jêr bi giştî şaş bêne dîtin, dibe ku gellek xal jê bên birin, dibe ku gellek xal lê bên zêdekirin, dibe ku hemû bên paşgokirin. Lê va ne, li vir in:

  1. Divê derfetên şaredariyan (wek salon, alîkarî, piştgirî, danasîn ûyd) bêyî ferq û mêlî di xizmeta hemû hunermend û zanayên Kurdî de bin; bêyî şik û “lêpirsîn”. 
  2. Her hunermend, heke ne cehş be, heya dijberî û dijminatiya siyaseta major azad e; dûrbûn û nêzîkbûna wê/î ya bo siyaseta major ne pîverên maqûliyê ne.
  3. Mafê siyaseta Kurdî tune ku serdestiya duyem saz bike li ser hunera Kurdî.
  4. “Hunera partiyê” û “hunera hunerê” du cureyên cuda ne, çi dûr bin ji hev çi nêzîk. Di hemû civakan de herdu cure hene û têkiliya navbera wan asta demokratîkbûna hunerî û civakî ya welêt diyar dike.
  5. Divê butçeya heyî ya saziyan tenê ji bo “hunera bi Kurdî” were terxankirin. Wek mînak; qîma me nayê Haldun Dormen were bi pereyê şaredariyeka Kurdan şanoya bi Tirkî çêbike û berîkê tije bike. 
  6. Em “jî”ya saziyan napejirînin ku gava dibêjî “ka Kurdî”, dibêjin “Kurdî ‘jî’ heye.” 
  7. Em qedexekirina bi ti sedemê, yanê “ji ber ku”yê  napejirînin, bêhna dengê serdestan tê ji vê “ji ber ku”yê. 
  8. Sibê du siba heke dîsa qeyûm bên -hin ji wan nebixêran hatine- em ê dîsa di milê hev de bo zanîn û hunera Kurdî têbikoşin. Lê bo roja xweş divê bête zanîn ku zanîn û hunera Kurdî tenê ne malê hunermendên xwedî kadroya herdemî ne.
  9. Nabe ku deriyên salonan bo Hande Yener, Haluk Levent, Kibariye ûyd bên vekirin lê bo hunermendên Kurd bên girtin. 
  10. Nabe ku hin kes herin hin kulîsên hunermendên Kurd û xebera kin û dirêj bibêjin.
  11. Nabe ku kesên di pêvajoya deh salên dawî de bi qeyûm û dewletê re hevkarî kirine careka din bibin maqûl. 
  12. Qîma me nayê ku berpirsên çand û hunerê bêyî şêwrê biryar û mercan li ser me ferz bikin.

Me di deh salên dawî de dît ku “yekdestiya çandî” karesat e. Siyaseta major ji gramer heya mîmariyê, ji şano heya kursa zimanî xistibû dest û gava vekişiya, civak bi her awayî hilweşiya. Lê têkçûn mamosta ye, nîşan dide, hîn dike, rê vedike. Di serdema têkçûnê de civakê xwe sax kir û “raya giştî ya bê-partî” çêbû, civaka sivîl pêş de ket, sosyolojî guherî. Lewre heke siyaseta Kurdî xwe ne wek civak, lê wek partî bibîne dê bibe bar li ser civakê û xwe û wê felc bike. 

Ew tişta li zora Amîdayî û me hemûyan diçû/diçe, nikare bê dubarekirin. Divê saziyên siyaseta major û çapemeniya wê bi rêzdarî nêzîkî entelektuel û hunermendan bibin. Bila serî li ber me xwar nekin, lê rûmeta me nas bikin. An na, “Bila her kes li ber hêlîna xwe bireqise!”

İlginizi Çekebilir

Senatörler Suriye’ye yaptırımların kaldırılması için Trump’a mektup gönderdi
DEM Parti, yol haritasını belirleyecek: MYK 11 Nisan’da toplanıyor

Öne Çıkanlar