Selîm Temo: Mêkirina Peyvan

KurdiYazarlar

Ziman, bi qewlê Melayê Cizîrî, “mecaz” e û helbest jî “ilmê mecazê” ye. Em rastiyê bi mecazê dibînin ku Mela dipirsî: “Kê dî’ heqîqet bêmecaz.” Bêyî ziman em nikarin heqîqetê bibînin, vebêjin. Zanista mecazê ku helbest e rê û pêşniyar e bo dîtina heqîqetê. 

Evreng (Siwadî pirr ji vê peyvê hez dike), belê evreng boçûn, dişibe perdeya di navbera Xwedê û pêxemberên wî de. Perdeya ku li Sîna û mîracan ranebûye li dîwana helbestê radibe; ew heqîqeta “delal” jî mirov lal û ebkem dike. 

Perdeya em behsê dikin duta ye di Kurdî de, du caran vedikişe ji navberê. Lewre dîtina heqîqetê, vehênana poetîk, avakirina risteyê bi Kurdî pêkantir e. Çawa?

Hebûna mêyîtî û nêrîtiyê di Kurmancî, Kirmanckî, Goranî û (li gor hin saloxan) hin devokên Soranî de Kurdî dike zimanekî du-bask. Ev derfet dike ku mirov heqîqetê bi du serî û çar çavan bibîne. Geşta di navbera xew û hişyarî, xewn û rastî, rast û çepê de bi vî zimanê mucîzewî… 

Tişta ku zimanzan bi mîtro û tereziyan dipîvin û diritilînin ne qiyasa hûrbûn û kûrbûna helbestê ye. Lewre helbest terkeselat e, xatirxwastina ji gramerê ye. Bihuşta zimanzanan dojeha helbestkaran e. Helbest mirovî ji rêya pîroz a ji aliyê zimanzanên şûrdidest ve tê parastin derdixe. 

Nêrîtî û mêyîtî ku derfet e bo dîtina heqîqet û avakirina “kelama mewzon” wek “bablîsokek ji agir” doş dibe li dor xwe. Baş e, bi gotina Mehmet Emîn Bozarslan, “pîver”ên nêrîtî û mêyîtî çi ne di Kurdî de?

Mirov dikare peyvên nêr bi bêberî, hişkbûn û sîmetrîkiyê rave bike. Herçî peyvên mê ne, ew jî biber, nerm û glover in. Lê Kurdistan “sengîstan” e û bi mijê hatiye şûştin. Lewre gellek peyv di Kurdî de hene ku zayenda xwe (em bêjin “du-zayend”) li hin deverên cuda, cuda ne: Por (pora min / porê min), tişt (tiştê kevn / tişta xweş), fîlm (fîlmê karton / fîlma kurt)… 

Di demên nêzîk de di zimanên duzayend de tevgerek dest pê kiriye ku dixwaze peyvên nêr ku mêyan jî pênase dikin bên mêkirin. Di Fransizî de jê re dibêjin “féminisation.” Ev yek girîng e û bi bilindbûna tevgera jinan re zêdetir tê rojevê. Balê dikşîne ku, wek mînak, navên kolan û kuçeyên Parîsê 80-90 ji 100î nêr in. Mêkirina navan li dar e û gellek navên duzayend bi ya mê vediguhêzin. Şaredariyên Fransayê navên jinên di warê xwe de pêşeng an jî peyvên mê li kolan û kuçeyên nû datînin. Éliane Viennot ku yek ji pêşengên féminisationê ye, tîne bîrê ku ji bo jinan divê li şûna poète (helbestkar), philosophe (fîlozof), médecin (doktor) û professeurên nêr êdî poétesse, philosophesse, médicine û professeuseên mê bên gotin. Jin naxwazin “navên xwe” bi “navên nêr” bibihîzin! Hin rehend û taybetmendiyên din jî hene, lê dirêj nekim.

Mêkirin dikare Kurdî şayîktir bike. Divê peyvên duzayend bên ser zayenda mê. Ez wek helbestkar ji peyvên duzayend ên mê hildibijêrim û bi kar tînim. Dikarim mînaka “ba”yê bidim ku di navê pirtûkeka min de derbas dibe û helbet mê hatiye tewandin: Keştiya Bayê. Jixwe di metnên kevn ên Kurdî de jî wisa hatiye. 

Keştiya Bayê, wek hest û nav ji Dîwana Melayê Cizîrî tê. Wek tê zanîn, Cizîr “girav” e, ji bo parastina bajêr çemê Dîcleyê lê pêçane. Ev ava li dorpêçê wisa boş û gurr e ku tê de keştiyên bayê dinoqin. Di Mem û Zîna li nav û dora giravê diqewime de jî keştiyek heye. Memê dêwane ye li hemberî Cizîrê, bi Dîcleyê re diaxive. Jê re dibêje, heke evîna te Cizîr be va ye gihîştiyî miradê xwe, lê çima diçelqilî? Paşî li xwe vedigere û dibêje: “Dîwane me, min perî bi der da / Ez Dîcle me, zenberî me berda.” Navê lezgîntirîn keştiya bayê ya li ser Dîcleyê “zenberî” ye.

Em ji keştiyan vegerin bayê.  Mela “ba”yê mê tewandiye di Dîwanê de.

  1. “Çewkanê bayê lamekan fulka felek qaîm sukan / Teşbîhê goy da ber şeqan her bêqirar û sekne da” 
  2. Qulzemê ‘işqê ji bayê xwo muxalif demekê / Ne humaya te ‘ecacê me li ser destê xurab”, 
  3. “‘Alemê wêran diken zulfên ji rengê ‘enberê / Çerx û perwazê diden carek li bayê rast û çep”, 
  4. “Di vê [Şevê] zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê / Şikestî keştiya bayê ‘ecaca wê şefeq dayê.”

Xanî jî bayê mê aniye. Beşa 29. a Mem û Zînê bi vê risteyê dest pê dike: “Geh behis dikir digel şebayê / Şerha xemê dil digote bayê.” 

Ba ye, wa ji Mela û Xanî digobile, mê ye. 

Navê pirtûka min a nû jî, dê “Şevba” be. Xanî gotiye “Şeba” û mê tewandiye.

Rojen Barnas xwe helbestek heye bi navê “Keştiya Bayê.” Tu dibêjî qey Mem e, hatiye perava Dîcleyê da pê re biaxive, lê ji bîr kiriye ka bo çi hatiye: “Ez li benda çi me li vê peravê / Keştiya bayê ji mêj ve ye ku / Ber bi asoyê hêviyê bi rê ket û çû.” Ev “asoyê” li vir û li hin deran nêr û li hin deran mê di helbesta “Keştiya Bayê” de mê ye: “û asoya li pişt kolanan veşartî.” 

Biwêjek jî heye, Aynur Dogan di strana xwe ya “Rewend” de bi kar aniye: “Ez kerenga ber bayê me.” Xweş stran e. Tu dibêjî qey bi sedsalan berê hatiye çêkirin. Klasîkek e, di serdema hevdem de zîl daye. Lê helbet nabe ku peyvên ti car nayên mêkirin bên mêkirin. Mînakek ecêb ji Aynurxanê; di strana “Rabe Edlayê” de dibêje “qîza bega Kurda ye!”

Ziman e, sî û sîwana li ser serê me ye. Ji bo şayîkkirin û féminisationa wê em ê peyvên duzayend mê bikin. Reqbûna zimanî bi peyvên sivikrewan û nerm wek şimayê tê nermkirin. 

İlginizi Çekebilir

Almanya: İç istihbarat teşkilatı başkanlığına Türk kökenli Sinan Selen getirildi
ABD, Venezuela ile artan gerilim ortasında Porto Riko’ya F-35 savaş uçakları gönderdi

Öne Çıkanlar