Selîm Temo: Tîma Neteweyî; Amedspor

KurdiYazarlar

Payîza çûyî serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê İbrahim Ethem Hacıosmanoğlu çûbû Amedê. Rêveberiya Amedsporê wî mêvan kir û têr li çarşiya Amedê gerand. 

Jestên têkiliyê bi “wekheviyê” têşe digrin. Kelepora me ya civakî ji rojên tarî derbas kir û sermiyaneka baş çêbû. Êdî -piraniya caran- tevger ji nava xwe razî ne û jest ji serbilindiyê dizên. 

Ameda paytext Hacıosmanoğluyî mêvan kir. Êvara rojê ew, waliyê çav li qeyûmiyê û hevşaredarên Amedê li ser maseyekê rûniştin. Kêf û seyran. Dor hat veguhestina formayan. Hacıosmanoğluyê min û te formaya Tîma Tirkiyeyê ya Neteweyî diyarî hevşaredaran kir.

Foto 1: Hacıosmanoğlu, formayên wî û hevşaredarên Amedê.

Forma ne ya îroyîn bû. Wek “ciwantirîn” formaya Tirkiyeyê dihat lansekirin. Bandeka sor a heyvik û stêrk di nîvî de û li ser spiyê û li ser sîngê, li piştê jimareya plakeya Amedê: 21.  

Lê mazûbanî heya ciyekî ye û zimanê dîplomasiyê sivikbezî ye. Temsîlkarên Amedsporê jî formaya Amedsporê ya kesk û sor diyarî Hacıosmanoğluyî kirin ku navê wî li pişt formayê zer hatibû danîn û li ser jî ti jimare nebû!

Foto 2: Serokê Amedsporê Aziz Elaldı û formaya Hacıosmanoğluyî, navê nerast, formaya bêjimare!

Zimanê dîplomasiya Kurdan bûye zaraveyeka Kurdî! Ya xwe dibêje, gotina xwe li gotina serdestan siwar dike: Amedspor jî tîma me ya neteweyî ye; me 21ê dananiye ser formeyê; yanê te vir feth nekir, rûnê li ser dûva xwe!

Çîrokeka dirêj e, em kurt lêxin: Di 18ê Hezîrana 2014an de Diskisporê navê xwe veguhart û kir Amedspor. Salek şûn de, di 20ê Tîrmeha 2015an de 35 ciwan li Sirûcê hatin kuştin û şerekî giran dest pê kir. Amedspor jî bû armanca êrîşa li stadan.  Belgefîlma Yeşil Kırmızı (https://www.youtube.com/watch?v=m5p2jsu632E) behsa 2 salan dike, lê 8 sal bi ser belgefîlmê ketine. Têkoşîna girantir di van 8 salan de hat dayîn. Bi gurrbûna şerî û pêledana faşîzmê re Amedspor ji dojehekê derket û ket dojeheka din. Xwîn hat rijandin, stad bi sloganên faşîzan hejiyan, seyareya keptanê tîmê, Şehmus Özer, li ser rêya Elezîzê qelibî, bi saetan deng û his jê nehat! Lê Amedsporê serî netewand, paş de gav neavêt, ji ya xwe nehat xwarê û biserket!

Ev serkeftin ne serkeftina tîmekê bû, serkeftina ruhekî bû. Ev ruh li Bakur geriya û tîmên din li bin siya xwe civandin: Batman Petrolspor, Bingölspor, Mardinspor, Muşspor, Vanspor… 

Batman Petrolspor di sala 1960î de hatiye avakirin. Tesîsên xwe di nav “Sîte”yê de ne, jê re dibêjin “Beyaz Saray” (Koçka Spî). Ev sîte bi salan bo “xwemalî”yan girtî bû. Jiyana monden a kolonyalîstan di nav vê kampusa ‘esrî de domand. Bi salan e Petrolspor di bin baskên TPAO, Petrol Ofisi, walîtî, qeyûm, polês, AKP û leşkeran de ye. Koma alîgiran a îcazethilgir (72Yarasalar) çû ser gorra Atatirkî. Lê alîgiran Petrolsporê ew veguhartin, anîn ser rêya nasnameya netewî. 

Bingölsporê di serê sala demsala lîstikê de danasîna xwe bi Rênçber Ezîz belav kir. Ruhê Ezîz ê li Çewligê dijî, vejiya. Tîm, di dawiya demsalê de bû şampiyon û yek bi yek spasiya tîmên Bakurê Kurdistanê kir. Gava li Elezîzê êrîşê Vansporê kirin û qefleya tîmê da rê ku vegere Wanê, Çewligij çûn pêşiya wan û ew hemêzkirin. 

15 sal berê te digot qey stada Mêrdînê stada Yozgatê ye, Bursayê ye, Sêwasê e. Digotin “Şehitler ölmez vatan bölünmez” (Şehîd namirin, welat dabeş nabe). Ji şehîdan û welêt mebest leşker û dewleta Tirkan bûn. Ew jî hat bin siya Amedsporê. Rengîniya Mêrdînê li şûna sloganên reş î tarî rûnişt. 

Muşspor di sala 1984an de hat avakirin. Bi salan di lîga 3. û 2. de leyîst. Du car ket lîga amatoran û di sala 2006an de hat girtin. Rengê xwe zer û spî bû û di armayê de du gulên kesk û sor hebûn. Lê gava careka din hat avakirin (2015), armaya xwe veguhart. Êdî Alparslanê Selçûkî li ser hespekî bû û di alayê di destê wî de eyloyê Selçûkiyan ê duserî hebû. Wek tê zanîn, di 1072yan de Kurdekî du xwencerên xwe di sînga Alparslanî de sar kiribûn! Alîgiran jî gav bi gav tîmê veguhartin. Di vîdyoya danasînê ya îsal de silavên li sembolên fetha Selçûqiyan gellek in, lê deng “Keça Kurdan” e. 

Û Vanspor. Wek gellek klubên futbolê yên li Bakur rengê asîmîlasyonê dida. Bi salan di lîga super û yekem de jî leyîst û piranî di nav sîstema heyî de bû. Dûv re guherîn dest pê kir. Di vê guherînê de bandora Amedsporê û êrîşên faşîzan hene. Axir ruhê Wanê jî vejiya û futbola bo asîmîlasyonê bû kozikeka nasnameyê. Sala çûyî gava hatin maça Diyarbekirsporê, hastaga #LexêPaytextaRengîn belavkirin. 

Helbet hemû tişt ne bi dilê mirov in, lê guherîn berdewam e. Dîplomasî û guherîn ne ew tişt e ku tu bibêjî: “Guro were min bixwe!” Giran giran…

Em bên ser tîma neteweyî. Divê Amedspor mînakbûna xwe a ji bo tîmên Bakurî bidomîne û xurt bike. Rêya vê, “marka”bûn e. Ev marka divê Kurdayetiyê temsîl bike. Wek sazîbûn, stad, sloganên li stadê (bi Kurdî; Kurmancî-Zazakî), kareografî, hilberîn û firotina kelûpelên sportîf, rêvebirina medyaya civakî (divê hem Kurmancî hebe hem Zazakî û Kurmancî bi alfabeyên Latînî û Aramî bête belavkirin), yekîtiya grûpên alîgiran, civînên perîyodîk bi çapemeniyê re, dîzayna dîtbariyê, avakirina îmaja xurt û neteweyî… 

Helbet pirsgirêk gellek in, lê serkeftina herî mezin ji zû de çêbûye: Hilberîn û hilgirtina ruhî. Êdî em ne behsa avakirinê, lê behsa domandin û mayîndetiyê dikin. Dibe ku ji serkeftinê zehmettir be, lê em ê sebr bikin, ji ber ku mal mala me ye û tîm tîma me ya neteweyî ye!

 

(*) Spasiya Mizgîn Tabuyê dikim; fotoya duyem ku li ser medyaya civakî û înternetê peyde nabe dît û şand.

İlginizi Çekebilir

Amerika: Milyonlarca kişi “Krallara hayır” diyerek Trump yönetimini protesto etti
İngiltere, Orta Doğu’ya daha fazla savaş uçağı gönderecek

Öne Çıkanlar