33 sal berê di Wargeha Ataturkê (Enqere) de qeçax dimam. Min fotrafê xwe danîbû ser karteka kevn û gava dipirsîn nîşan dida. Êdî di kîjan jûra hevalên Kurd tê de ciyek vala heba, diçûm li wir dimam. Ev yek wek şeş mehan dewam kir. Min teze 20 saliya xwe temam kiribû û wêjekarî xewna min bû. Gava diçûm pirtûkgehekê yan pêrgî dezgeyeka pirtûkan dihatim, her li bergên xwe tê de dibînim digeriyam. Yek ji wan, Ezilenlerin Pedagojisi ya (Pedagojiya Bindestan) Paulo Freireyî bû. Gava min dît, min nedizanî li ser çi ye, lê peyva bindest, devê çiriyayî û çavên nediyar ên li ser bergê bala min di wê kêliyê de kişandin. Ev tundî û “bêçavkirin” ji min re digotin ku behs behsa te ye.
Ez bibêjim min bi hêsanî xwend, ne rast e. Xwendina pirtûka 200 rûpelî bi rojan domand. Têdigihîştim ku li deverên din ên cîhanê mirovên dişibin me Kurdan hene û nivîskar bo perwerdekirina wan a bo jiyan û ramanê rêbazek cuda pêşkêş dike. Pirtûkê ez ji nû ve welidandim, tiştên aqilê min têr dikir li min zêde bûn. Nabe hemûyan rêz bikim, lê du ji wan baş di bîra min de ne: 1. Xwendekara/ê ku hîn dike, mamostaya/ê ku hîn dibe û 2. Heke pedagojiyek lêhatî nebe bindest bi xwe dikarin bibin serdestên taşeron!
Ya yekem diyalog û têkiliya min a ligel xwendekarên min dîzayn kir. Mamostatî di destê min de nebû alava otorîteyê. Herçî ya duyem e, jixwe ew çîroka me ya neteweyî ya dirêj e; ji cehşan heya qoriciyan, ji xwefiroşan heya îtirafkeran, ji berdevkên dijminên xwe heya heyranên dijminên xwe. Ji yên biçûk heya yên mezin, serdestiyê li ser xwe dîsa avakirin û bûn taşeronên wê. Biçûk gellek in, lê mînakek ji “mezin”an li vir tê: Cemal Gurselê Kurd ku bûbû serokkomarê Tirkiyeyê digot: “Kî ji we re bêje ‘Kurd’ tifî nav çavê wê/î bikin!”
Gava mirov li ser aydiyolojiya xayîntiyê ya li Kurdistanê hûr bibe, divê mirov simsar li taşeron zêde bike. Simsar firoşkar û kirox/mişterî tîne cem hev û para xwe ji rantê hildide, taşeron li ser navê patron karekî dike û para xwe ji rantê digre. Kurdên hevkar mal û keda neteweya xwe erzan dikin û radestî dagirkeran dikin, Kurdên taşeron li ser navê dagirkeran neteweya xwe diperçiqînin û piştî demekê dibin otomat.
Gellek tevgerên Kurdan ji bo şikênandina pergala dagirkeriyê xwe dirêjî çekê kirin û xwestin ku hukmê dagirkeran tevî simsar û taşeronan ji holê rakin û bibin hêza duyem. Qels an xurt, hêza duyem dibû tirsek bo simsar û taşeronên heyî û potansiyela wan sînordar dikir. Gava em ber bi roja me ve tên, tê dîtin ku di deh salên dawîn de hêza duyem her çû qels bû, wek aktorê desthilatdar ji nav civakê vekişiya. Encam ev in: 1. Tirsa xayîntiyê nema û 2. Kurd ketin qirika hev.
Em li ser ya duyem hûr bibin. Sal: 2013. Şerê di navbera KT (Komara Tirkiyeyê) û PKKê de sist bûye, agirbest heye, gerîlla ji Gulanê ve vedikişe ber bi baregehên xwe yên navendî ve. Tirsa ji hêza duyem radibe ji ser gelî. Ew pergala dadmendiyê ya hêza duyem tevî hêza xwe ya darizandin û hukmdayînê ji nav diçe. Çawa radibe, meydan ji bo Kurdên ku bi salan sondika xwîna hev dixwarin vedibe. Nûçeya pêşîn ji gundên Başko û Girhebes ên li ser Bismilê tê. Mêrên malbatekê heşt mêrên malbatekê dikujin. Kezeba wan bi kuştinê hênik nabe, diçin ser birîndaran û wan jî dikujin. Derket holê ku beriya qetilxwînê mezinê malbata kujer bi fermandarê qereqola Qamişloya Bismilê re axiftiye!
Ev qetilxwîn bû best/îlham bo kesên doza heyf û xwînrijandinê -ji tirsa PKKyê- texîr kirine: Li Mûşê 5 kuştî 8 birîndar; li navçeya Çotelî ya Erzeromê 5 kuştî 4 birîndar, li Kopa Mûşê 7 kuştî 9 birîndar, li Qarsuya Qersê 6 kuştî 8 birîndar, li Gîla Amedê 4 kuştî 7 birîndar, li Erxeniya Amedê 4 kuştî 2 birîndar, dîsa li Mûşê 5 kuştî 8 birîndar, dîsa li Rihayê 6 kuştî 5 birîndar, dîsa li Bismilê 9 kuştî 2 birîndar…
Her diçe hejmara kuştiyan zêdetir, a birîndaran kêmtir dibe!
Sedema sereke ya rê li ber hevkuştinê vedike nakokiyên erd û milkan in ku dîsa bi siyaseta KTyê ve girêdayî ye. Gava avakarên KTyê di sala 1926an de sîstema “malê mîrî” (milk ayîdê dewletê ye) rakirin, milkê heyî di navbera xwe de parkirin. Kadroyên CHPyê (Partiya Gelî ya Cumhuriyetê) di nav salên 1926-1949an de nêzîkî 19 milyon hektar milk li ser xwe tapo kirin. Hin kesan tapoyên qirase ku eyaletek vedigirt ji xwe re çêkirin. Tapoyek ji wan wiha bû: “Şarkta Bahçe kasabasından Garpta Berdan çayına, Şimalde Toroslardan cenupta Bahr-ı Sefîd’e kadar” (Li rojhilatê ji bajarokê Bahçeyê ve heya çemê Berdanê yê li Rojavayê, li Şîmalê ji Torosan ve heya Deryaya Spî ya li Başûr). Bi salan gotin axatî heye, feodalîzm heye li Kurdistanê, lewre paşdemayî ye, lê axayên herî mezin li nav Tirkiyeyê bûn. Serokwezîr Adnan Menderes yek ji wan bû, nivîskar Yakup Kadi Karaosmanoğlu yek ji wan bû, malbata Sazakan nîvê Eskîşehîrê li ser xwe tapo kiribûn ûyd. Milkê Ermenan jî di nav de avakarên Komarê dest danîbûn ser her tiştî. Kurdên simsar û taşeron jî têra xwe malê mîrî, erdê xezîneyê û milkê Ermenan li ser xwe tapo kirin. Lê dîsa jî pergala li welêt ji Tirkiyeyê cuda bû, cuda dixebitî. Li Kurdistanê milkê xezîneyê ku ayîdê dewletê ye gellek e. Kurd bi salan e kirê didin dewletê da çandinî bikin -wek malê mîrî. Dêmanîbûna eşîran, têkiliya wan a bi pergala dagirkeriyê ya modern ve problematîk e. Her diçe ji ber tundiya dewletê atomîze dibin û têkiliyên navxweyî li roja îro nayên. Dagirkerî nahêle werar (evolution) di rê û xwezaya xwe de pêk bê. Lewre nakokî li Bakur her zindî ye û deriyê karesatê vekirî ye.
Gava em vedigerin roja îro, tê dîtin ku pergala dadmendî ya nerîtî (traditional) ji holê rabûye. Ew seyîd, melle, pîr, şêx, rastgo û pêşengên civakê ku pirsgirêkên civakî bêyî bikeve destê dagirkeran çareser dikirin çûne. PKKyê sîstema xwe danîbû şûna wê, lê gava ji nav civakê vekişiya, Kurd xwe bi xwe man. Nakokî vejiyan, rika paşgokirî zîl da, zordestî bû çanda nû. Gerîlla yan jî serok, hevserok û fîgurên siyasî ku dikaribûn layenên dijber li hev bînin an di zindanan de bûn, an bêhukm bûn, an jî bi destê dewletê hatibûn kuştin. Roj roja şiyarbûna keleşên ûrmezinên malbatan bûn!
Balê dikêşe ku êdî “çanda dijminatiyê” jî hatiye jibîrkirin. “Etîka kujerî û kuştinê” nemaye li Kurdistanê! Zarok û jinan jî dikujin, mal û malbatan ji mêran xalî dikin. Em dikarin bibêjin çilvirî, dejenerebûyîn, bêesilbûn û filan û bêvan, lê na, “pîçbûn” çêtir lê tê. Pîç ew ta/şitl e ku ne di nav zevî de, lê li kêleka zevî, xetik û mişarê heşîn dibe. Yan ber nade, an jî berê xwe tehl e, hişk e, nayê xwarin, jehrîn e. Wek mînak; zebeşê şêrîn heye û “zebeşê ebûcehl” ê jehrîn heye ku di Mem û Zînê de jî derbas dibe. Dîsa, gava darên mîweyan neyên kesixandin ew jî sal bi sal pîç dibin û berê ku didin tehl e, ziwa ye. Em ku bi vê şibandinê vegerin civaka îroyîn, em dikarin bibêjin ku ev kes ne li zeviya Kurdayetiyê, ne li baxçeyê etîka Kurdî heşîn dibin; li derveyî civakê ne, xwe bîr û etîk tunin, pîç in!
Min di nivîsek xwe de behsa “dîs-eşîrbûn”ê (https://nupel.tv/selim-temo-mafyaya-bindestan/ ) kiribû, li vir jî dibêjim “dîs-malbatbûn”. Digel ku mîrateyeka siyasî û çandî heye, digel ku ciwan xwende û bîrewer in, digel ku takekesîbûn bi pêş ketiye, digel ku jiyana nûjen û bajarî belav dibe, dîs-malbatbûn xwe dîsa ava dike û rê li ber kesayetiyê digre. Êdî herkes endamên malbatê yên otomat in. Eşîriya berê ji holê rabûye ku etîkek xwe hebû û digotin “Eşîr bavê eşîrê ye.” Lê malbatên nûrabûyî bêesl in. Bi tevger û çanda xwe ve dişibin mafyayê. Têkiliyên xwe bi dewletê re hene, simsarî û taşeroniya xwe baş dikin. Zarokên xwe dikin polês, subay, tîmên taybet û çekên wan xwedî “risxet” in!
Ev fenomena “nû” derdixe holê ku me pedagojiyek nemaye û ev yek dike ku civak pîç bibe, pûç bibe, bi qewlê Edûlê “bêçand û bêpergal” bibe, dest bibe zengelokê hevûdu û bi rikeka ji ya dagirkeran dijwartir xwîn birijîne. Hemû dawer/işaret nîşan didin ku Kurd dikin bibin serdestên taşeron an jî taşeronên serdestan. Divê em bi havênekî nû vî şîrî bimeyînin, bi hevîrtirşekî nû vî hevîrî bimeyînin, bi ruhekî nû yê gelperest li ser pirsgirêkên xwe hûr bibin da ku em rê li ber vekuştin û xwekuştinê bigrin.
Bala xwe dîsa bidinê ku her diçe hejmara kuştiyan zêdetir, a birîndaran kêmtir dibe!









