Ev bû salek ku li Nûpelê quncik dinivîsînim. Di nav vê salê de min li Zanîngeha Teknîk a Dortmundê dest bi kar kir; mehê carekê li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê semînerekê pêşkêş dikim; li ser dengbêjên Ermen dixebitim; teza xwe ya doçentiyê (“Cîranên Dûr: Helbesta Kurdî–Helbesta Tirkî”) wek edîsyona nû amade dikim; pirtûka min a çîrokan (“Û Mij û Rê”) dike here serî; du lîstik dinivîsînim (“Metê” -ku tragedya ye- û “Nizanim Çi”), pirtûka min a nû ya helbestê (“Şevba”) digobile… Wextê azad kêm e, lê min nexwest periyoda nivîsan (serê du hefteyan nivîsek) xera bikim. Va îro salek temam bû, êdî dikarim xatir bixwazim.
Dixwazim di nivîsa dawîn a periyodîk de li ser çend xalên cuda rawestim -mijarên nivîsan in, lê bûn têbinî:
- Dema zimanê romanê
Di gellek wêjeyan û di mentalitiya romanê de zimanê romanê -bi piranî- bi dema borî tê dirustkirin. Lê di romana Kurdî de dema fireh serdest e: Dinêre, difikire, dibêje, dibîne, dibihîze… Gelo ev teknîk ji vegotina/vegêrana dengbêjiyê tê? Çimkî dengbêj jî li vir -wek vebêj- dema fireh bi kar tîne.
Dengbêj ne lehengeka/ê rûdanê ye, lê li cîyê bûyerê ye. Ew vebêjek sê-alî ye: Hem ez-vebêj (first-person) e, hem tu-vebêj (second-person) e û hem ew-vebêj (third-person) e. Ez-vebêj e, çimkî bi devê lehengan diaxive. Tu-vebêj e, çimkî xîtabî lehengan dike. Ew-vebêj e, çimkî ya di dil û hişê lehengan de dibore dizane/dibêje.
Bikaranîna dema fireh dike ku bûyer dîsa bê vejandin û jiyandin. Ev yek ji heyîn û bûyîna dengbêjiyê tê ku performatîv e. Lê romannûs xwe vedişêre, rastiyek din ava dike û navberek dixe navbera xwe û rastiyê û xwîner. Dema herduyan cuda ye: Dengbêj bûyereka ku diqewime vedibêje, nivîskar bûyereka ku qewimiye vediguhêze.
- Çend dijminên helbestê,
A.Cotepeyv: Helbestê dike berhemeka ducare…
B. Folkor: Bikaranîna zêde helbestê ber bi anonîmiyê ve dibe.
C. Argo: Helbestê ji esliyeta wê dûr dike.
Ç. Eletewşî: Helbestê ji atmosfera poetîk derdixe.
D. Pornografî: Marcuse, di salên 1960î de digot, “pornografî li dijî desthilatdariyê ye”, lê êdî ne wisa ye. Pornografî tundî ye, erotîzm dilovanî.
E. Dubare: Divê her riste nû be û berê nehatibe gotin.
F. Çîrok: Narrationa (tehkiye) di helbestê de di serdema epîkê de ma.
G. Îdeolojî: Helbest ne hunereka pîroz e, lê zimanekî cuda ye. Octavio Paz digot, “Neruda û Aragon bi salan stranên Lenînîst stiran; Lenînîzm mir û çû lê helbestên wan mane. Ji ber ku helbestên wan ‘wek helbest’ xurt in.” Divê helbesta îdeolojîk, şoreşger, partîzan, mêrane, jînane… pêşî ji aliyê poetîk ve xurt be.
H.Cacophonie: Ev ne helbest in, teqereq in!
I.Xwedakirin: Biresera/ê evînê “mirov” e, ne li ber perrê esmanan, lê li ser rûyê erdê dijî. Derasayîkirina bireserê ya bi peyv û risteyên pirole rê li ber nivîsandin û xwendina helbestê digre. Dîtin û boçûna helbest ne dînî, lê antropomorfîk e; lewre Platonî dijminatiya wê dikir.
Î. Zêdegoyî: Divê di navbera “objective correlation” (hevberiya tişteyî) û vehênanê de têkiliyeka “maqûl” hebe. Yan na, zêdegoyî helbestê terayî kortalê dike. Wek mînak; Jan Dost dibêje, “Lêvên wê du fincanê ji qehweya bi şîr in / Qeymax û penîr in.” Ev poetîkaya gastronomîk e; lêv “latte macchiato” ne, hilberînên şîrî ne. Tu dibêjî qey “serpme qehwaltiya Amedê” ye! Rênas Jiyan dibêje, “çavên te yên zeytûnî jî nîn in / ku ji navikên wan ji xwe re tizbiyan çêkim.” Nabe mirov ji çavên evîndarê/î zikirmatîk çêbike!
J.Kevnperestî: Kelepor ne ji bo dubarekirinê, lê ji bo kêrhatinê ye. Hin helbestên ku diviya sed sal berê hatiban nivîsandin li îro nayên. Her serdem “anima mundi”yek (“ruhê cîhanê”) xwe heye.
Ev hemû dijmin in, lê derfet in jî -heke tu helbestê bi destê wan ve bernedî.
- Şanoya biyanî di Kurdî de
Hin wergêr û derhênerên Kurd, hin metnên ji şanoya cîhanê zêde bi ser Kurdî ve dibin. Adaptasyona zêde nahêle tu bi çavên kes, ziman û çandên din jî li cîhanê binêrî. Naçe ji bîra min, 10-12 sal berê min Daweta Xwînî ya Federico Garcia Lorcayî bi Kurdî temaşe kir. Hin ji temaşevanan fahm nekirin ku lîstik dram e. Lewre gava lîstikvanan navên rolên lîstikê (wek Leonardo, wek La Novia) hildidan, dibû hîqehîqa wan. Digotin qey qerf e. Ji ber ku zêde hatibû adaptekirin. Îca di ser de lîstikvanan govend digerandin! Di “Hamlet”a Kurdî de govend, di “Don Quixote”ya Kurdî de govend, di “Romeo û Juliet”a Kurdî de govend…
Adaptasyona zêde li çand û zimên zêde nake, lê ji wan dixwe. Divê em qebûl bikin ku Lorca ji Qulpê nîne, Shakespeare ne ji Tetwanê ye, Cervantes ne Torî ye!
- Çend xal
A. Di strana “Fermana Serê Kurda’” de -ya ji devê Hesenê Şêx Xalid (1933-2002), vebêj jin e û dibêje: “Herê dayê; sibe ye, dilê mi’ marûma Xwedê ji her çar peyayê’ mala bavê mi’ marûma Xwedê ra pireka ser heft newala’.” Mala min bişewite, çi êş e, çi huner e…
B. Hin çîrokên pêçokeyî (spirale) hene di Kurdî de, dikin ku aqilê meriv bisekine. “Çîrokên ku naqedin”, xwe dubare dikin li dora “thème”ekê. Em dikarin bêjin “fug” (fugue)? Dişibin “mu’emma”yan jî. Ecêb in, di serê meriv de digerin. Bo serêşê û ramana kûr “birincî” ne! Yek ji wan, çîroka “Ehmedê Zeydan û Mîrê Botan Zavayê Cinan” e. Yek rabe li serê bixebite, divê zanibe; beriya û piştî xebatê mimkin e ku aqil bavêje û serî pê ve nemîne!
C. Di stranên Kurdî de peyva “bêser” heye. Li şûna “başıbozuk”a Tirkî jî hatiye. Ew bersûc, kujer û xerab in. Dewlet wan ji zindanan derdixin, dikin çekdar û didin pêşiya artêşê -wek îro. Bêser bi barbarî û talanê pêşiya artêşê “paqij” dikin. Em dikarin peyva “bêser” bo WAGNER, SADAT, ÖZEL TİM, Artêşa Azad a Sûrî ûyd bi kar bînin.
Ç. Hin “epithet” ji stranên Kurdî:
Şêx Evdirehîm: “Teyrê xwînê”
Silhedîn (kurê Seyîdxanê Kerr): “Bi şîrê teyr û tilêran xwedî kirî”
Şêx Seîd: “Teyrê Îspîrê”
Ji bo hin endamên Mala Eliyê Ûnis: “Hirçê Kezebşewitî”
D.Salihê Beynatî digot: “Destê tenê, meriv şêrê Elî be jî, deng jê nayê.” Û di kilameka ku bavê min (Evdilhekîmê Gulîstanê) distirê de ev gotin heye: “Rûyê çepê bi tahm e, bi lezet e, tev gezo ye.” Dengbêj helbestkarên gewre ne.
E. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bi dehan peyvên muhteşem çêkirine. Wek mînak; ji bo “anniversaire”ê gotiye “dorsal” ku îro peyva “salveger” li dar e. Dîsa ji bo “wekîl” (deputy) gotiye “lebat.” Sernavê nivîsekê: “Xebatek li ser Peyvsaziya Mîr Celadet Alî Bedir-Xanî.”
F. Li nav me ji aksiyomê zêdetir aksiyon li pêş e. Her roj û dem bo me krîtîk e, jiyandar e, xeter e. Lê tişta em wek “dîrok” dixwînin îroroja me bi xwe ye, em bi giştî di nav dîrokê bi xwe de ne. Çi tiştên me di dîrokê de wek lehengî, îhmal, nezanîn, xayîntî, xapîn, çelengî, hevkarî xwendiye û pênase kiriye, niha li ber me ne, em di nav wan de ne. Lewre divê xwediyên gotinê -bi peyiva Xanî “sahibê me’na”- berpirs bin, kesan li kesan sor nekin, barê hevparî û hevkariyê hilbigrin. Ne wek alîgirên çavsor, lê wek navbêçiyên rastgo tevbigerin. Tiştên em di dîrokê de wek kêmasî dibînin, dibe ku taybetmendiyên me yên îroyîn bin.
G.Di dersa Qur’anê de gava dibû warewara me, feqiyan digotin, “dilopan nekin.” Niha mamosteyên Kurdî dibêjin, “bêdeng bin.” Me “tîtik” dixistin nav rûpelên em lê mane ku serê xwe dişibiya nikulê tîtîyê. Ruhê Kurdî di peyv û gotinên “semantîk” de ye.
H. Çek û alavên çekan di stranên Kurdî de: Bêşatêş, gawirsîstem, modalî, şeşxane, aleman, qeptên xenceran, çapelî, mîtralyoz, martîn, rima duwanzdeh movik, şûrê misrî, filînta, qalûnê şûran, rima serî, eynelî, bêrdeng, secex, darrim… Sernavê pirtûkekê: “Çek û Alavên Şerî di Stranên Kurdî de.”
I. Hespên behrî, hespên kulê, hespên bayî, hespên sirrî, hespên agirî, hespên êqil, hespên şevê, hespên şerî, hespên ziyayî, hespên bêsiwar, hespên yêxir, hespên sêwak…
Mijar çiqas zaf in, jiyan çiqas kurt e…
*
/ Ji bo alîkari em spasiya nivîskarê me yên hêja birêz Temo dikin. Hezek mezin da Nûpel’e û mala wi hezar car ava./











