Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo qursên ziman ên serdema nû di navbera 7–16’ê Sibatê de serlêdanan qebûl dike.
Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, di çarçoveya xebatên perwerdehiyê yên ku piştgiriya pirzimanî û pirçandî dikin de, qursên ziman ên serdema nû dide destpêkirin.
Qursên ku dê bi awayekî bêpere werin dayîn, ji bo mezinên 16 salî û jortir in.
Di serdema nû de ev qurs dê werin vekirin:
- Kurdî: Zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî.
- Ermenîkî
- Suryanîkî
Asta qursan:
- Kurmancî: Ji bilî asta destpêkê, perwerde dê di astên A1, A2 û B1 de werin dayîn.
- Zazakî: Di astên A1, A2 û B1 de tê plankirin.
- Ermenîkî: Astên A1 û A2.
- Suryanîkî: Asta A1.
- Atolyeya Soranî: Asta A1.
Her wiha di vê serdemê de ji bo welatiyan “Atolyeya Xwendin û Nivîsandina Kurmancî” jî dê were organîzekirin.
Meriv çawa dikare serî lê bide?
Serlêdanên qursan ku hemû bêpere ne, di navbera 7–16’ê Sibatê de bi ser navnîşana dismek.diyarbakir.bel.tr dikarin werin kirin.










