Serokê Arjantînê Milei Soza Piştgirîyeke Xurt Dide Îsraîlê

Kurdi

Serokê Arjantînê Javier Milei îro Înê jibo Îsraîlê soza piştgirîyeke xurt da û got ku ewê di rojên pêş de serdana wî welatî bike.

Milei li Buenos Airesê di çalakîyeke bîranîna Holokostê de dîyar kir ku Arjantîn wê li hember ‘’terora Hamasê bêdeng nemîne.’’

‘’Di rojên pêş de jibo biratîya her du neteweyan, jibo vekirina rûpeleke nû ezê serdana Axên Pîroz bikim.’’

Wî da zanîn ku di destê Hamasê de 11 sîvîlên dîlên Arjantînî hene.

Li Buenos Airesê komeke mezin ya Cihûyan heye û Milei berî dest bi seroktîyê bike got ku ew plan dike ku bibe Cihû.

Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) îro Înê bi biryarekê ji Îsraîlê xwest ku rê li ber kiryarên komkujîyê yên dijî Filîstînîyan bigire.

Jêderên saxlemîyê yên li Gaza dibêjin ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha pirtir ji 26,000 Filîstînî hatine kuştin.

 

/Jêder: AP- Voa/

İlginizi Çekebilir

Amerika: Gazze’de soykırım belirtisi görmüyoruz
BM: ABD ile Irak arasındaki görüşmeler bizim misyonumuzla ilgili değil

Öne Çıkanlar