Endamê PDK-Bakur û Siyasetmedar Sertaç Bucak got, “Em banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan baş dibînin.”
Endamê PDK-Bakur û Siyasetmedar Sertaç Bucak bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dildar Herkî bersivandin.
Rejîma wê demê ya Îraqê 16ê Adara 1988an, bi çekên kîmyawî êrişî Helebceyê kir.
Ji ber wê êrişa hovane bi kêmanî 5 hezar Kurd şehîd ketin, gelek kes jî ji ber bandora çekên kîmyawî ya li ser wan, rastî nexweşiyên curbicur hatin û heta niha jî şopa nexweşiyan li ser wan maye.
Sertaç Bucak di derbarê komkujiya Helebceyê de got ku ji bo Kurdan rojeke reş e û divê Kurd ji vê bûyerê dersekê bistînin.
Pêvajo
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojeve germ “pêvajoya aştiyê” ye û piştî ku Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne çav li gavên PKK û dewletê ne.
Sertaç Bucak eşkere kir ku ti kesî ew ji “pêvajoya aştiyê” agahdar nekirine lê ew pêvajoyê erênî dibînin û got, “Çekdanîn ne têkçûn e, li ber siyasetê rê vedike.”
“Dibe ku ew bixwazin dîsa provakasyonan çêkin”
Bucak ragihand ku li Bakurê Kurdistanê nermbûneke siyasî çêbûye lê bal kişand ser îhtimala provakasyonan û anî zimên:
“Hinek cîranên Kurdan naxwazin pêvajo bi ser bikeve, dibe ku ew bixwazin dîsa provakasyonan çêkin.”
“Divê hikûmet jî gelekî cidî be”
Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku divê dewlet jî bi rola xwe rabe û biland, “Divê hikûmet jî gelekî cidî be û daxwaz û planeke baş hebe û parlamento di nav vê xebatê de cih bigire.”
Sertaç Bucak amaje pê kir ku ew banga Abdullah Ocalan baş dibînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan girîngiya vê bangê heye.
/rd/