Sezgin Tanrıkulu: Bi cezayên li ser Amedsporê, hafize û wîjdana civakî tê cezakirin

Kurdi

Ji ber îdiaya “propagandaya îdeolojîk”, du hefte li pey hev cezayên giran li Amedsporê hatin birîn.

​Parlementerê CHP’ê yê Amedê Sezgin Tanrıkulu, di weşana İlke TV’yê de ku beşdar bibû, bi tundî rexne li van cezayan kir.

​Sezgin Tanrıkulu wiha got:

​“Cezayên ku ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve li Amedsporê û kaptanê tîmê Çekdar Orhan hatine birîn; nîşan dide ku hafize û wîjdana civakî jî tê xwestin ku were cezakirin.

​Tevgera ‘hûnandina por’, ne çalakiyeke rasthatinî an jî provokatîf e. Nirxandina vê tevgera sembolîk a ku lîstikvanekî piştî avêtina golê li qadê kiriye wekî ‘propagandaya îdeolojîk’; ji hiqûqîbûnê zêdetir, berhema reflekseke siyasî û cudaxwaz e. Nîjadperestî û gotinên nefretê yên li qadên futbolê û li tribunanan, gelekî xeternak in.

​Divê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê karên ku xizmeta aştiya Tirkiyeyê dikin bike û xwe ji sepanên ku polarîzasyonê zêde dikin û nîjadperestiyê teşwîq dikin dûr bixe. Serokê Federasyonê jî, lijneyên dîsîplînê jî divê di ferqa vê de bin. Divê empatiyê ava bikin.

​Heger Wezîrê Werzîşê derkeve gotinekê bêje, heger berdevkê AKP’ê daxuyaniyekê bide û bêje, ‘Hûn armanca çi dikin?’, wê çi bibe?

Ma heta niha gotinek bi tenê gotine? Na.

​Tişta ku em jê re dibêjin aştî, tenê bêdengbûna çekan nîn e. Derbasbûna ji aştiya negatîf ber bi aştiya pozîtîf ve, tenê bi bidofîbûna şer nabe. Helbet çek wê bêdeng bibin, kes li dijî vê dernakeve. Lê li gel vê, divê ji bo van hemû sepanan zemînek were amadekirin. Desthilata siyasî neçar e ku vê yekê bi gotin, helwest û pratîka xwe pêk bîne.”

İlginizi Çekebilir

Kayınbiraderi tutuklanan, koruması gözaltına alınan Ekrem İmamoğlu’dan sert tepki
Hogir Berbir: Çar Gav û Çar Xalên Girîng ên Yekîtiyê

Öne Çıkanlar