🔴Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyand ku ew dê di hilbijartinên pêşiya me de xwe careke din ji bo serokwezîriyê bike namzed.
Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî beşdarî forumê bû û ragihand, ew dê di hilbijartinên ku dê Çiriya Paşîn a îsal bên lidarxistin de dîsa bibe namzed.
Şiya Sûdanî got, “Silêmanî îro di rewşa bipêşketina mezin de ye û ber bi aramî û geşbûnê ve diçe.”
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku “Binesazî li hemû bajarên Îraqê bi pêş ketiye û projeyên nîvcomayî yên kevnar ku berê bi hezaran bûn niha daketine kêmtirî 850 projeyî.”
Sûdanî hişyarî da, “Nayê qebûlkirin ku pêşbirka siyasî bibe sedema bikaranîna derbirînên reşkirinê û veşartina rastiyên kar û barên hikûmetê.”
Wî her wiha teqez kir ku “Pêşkêşkirina xizmetguzariyan û dabînkirina jiyaneke hêja ya ji bo hemû Îraqiyan dê nebe mijareke siyasî an jî ya hilbijartinê.”
Serokwezîr Sûdanî tekez kir ku “Îraq hewceyî çaksaziyên (reform) wêrek û berfireh e” û li pey çû:
“Îraqê bi ewledarî di mijarên çandiniyê û garantîkirina ewlehiya xwarinê û bidestxistina xwebesînê de gav avêtine.
Îraq amade ye ku bibe hevkarekî pêbawer û beşdar û çalak di aramiya herêmî de. Dewleta bihêz dewleta sazgehan e, Îraqê li pêşiyê datîne û rêzê ji destûrê digire.”
Wî Ehmed Şer vexwend Bexdayê
Sûdanî li ser Lûtkeya Ereban a pêşiya me wekî “bûyereke girîng ku hêjayî Bexdayê ye” bi nav kir û eşkere kir ku wî vexwendnameyek şandiye ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re da ku beşdarî vê lûtkeya li Bexdayê bibe.
Serokwezîrê Îraqê derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê got ku ev pêwendî “veguherîne dan û standina teknîkî û yasayî û ev cara yekê ye” ku ev tişt dibe.
Sûdanî diyar kir ku “Heşdî Şebî beşeke sereke ye ji sîstema ewlehiyê” û anî zimên:
“Îraq ji aliyê ewlehiyê ve di halê aramiyê de ye û hemû operasyonên ewlehiyê li Îraqê ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve tên meşandin.
Îraqa îro ne wekî ya sala 2014an e û Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) li Îraqê di çarçoveya şêwirmendiyê de heye.”
Serokwezîrê Îraqê, pêwendiyên bi Washingtonê re bi rengê “stratejîk” bi nav kirin û got ku “Îraq ji bo bipêşxistina van pêwendiyan dixebite.”
/rd/