SOHR: Tirkiyê û grûpên çekdar herêma Minbicê topbaran dikin

Kurdi

Îro danê sibê çavkaniyên SOHR ragihandin ku gundên El-Tuxar, El-Cat, El-Derac û Ewn El-Dadat yên gundewarê Minbicê li rojhilatê Helebê ku li jêr kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ne bo armanca topxana Tikriyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê, derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Ev yek hat piştî çend demjimêran ku şervanên “Meclisa Leşkerî ya El-Babê” du firokên keşfê yên artêşa Tirk li gundê Tel Torin, li gundewarê Minbicê yê rojhilatê Helebê xistin xwarê.

Di vê çarçovê de, hêzên Tirk û grûpên çekdar, deh gundên herêmên di bin kontrola xwe de li “Mertala Firatê” topbaran kirin, di nav wan de Seyadê, El-Dendaniye, Um Celûd, Ereb Hesen, El-Toxar, El-Cat, Ewn El-Ew. Dadat û El-Kewkli çekên giran û topên hawanê bi kar anîn.

Ev yek hevdem bû bi armanckirina gundên El-Hoşariye û Ewn El-Dadat bi çekên Dûşka li gundewarê Minbicê li bakur-rojhilatê Helebê.

/ Jêder: Voa-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Almanya’da mültecilere yönelik saldırılar endişe yaratıyor
İSİG: Gıda iş kolunda son 11 yılda 407 işçi çalışırken hayatını kaybetti

Öne Çıkanlar