Sûdanî bi Şandeya Leşkerî ya Amerîkayê re civiya

Kurdi

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi şandeyek leşkerî ya Amerîkayê re civiya.

Di civînê de xebatên komîteya hevbeş ya di navbera Bexda û Washingtonê, hevkarî û koordîneya ewlehiyê, geşedanên li Sûriyeyê bandorên wê yên li ser ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Eric Corella û şandeya pêre civiya.

Her wiha Sûdanî pêşwazî li şandeya ku ji Fermandarê nû yê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî Terorê li Iraq û Sûriyeyê Kevin Lambert û fermandarê berê yê hevpeymaniyê General Kevin Leahy kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her du aliyan têkiliyên hevkariyê yên di navbera Iraq û Koalîsyona Navdewletî gotobêj kirine.

/Jêder: Ronahi.TV/

İlginizi Çekebilir

İran ve Rusya’dan Hazar’da Ortak Tatbikat
Van Gölü’nün derinliklerindeki mikrobiyalitler görüntülendi

Öne Çıkanlar