Talebanî ji Balyozê Tirkiyê re: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin

Kurdi

Cîgirê  Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê Anıl Bora Înan kir û di hevdîtinê de têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ku roja sêşemê (03.09.2024) li Hewlêrê û bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şadala û Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Arman Topçu ,birêz Qubad Talebanî ji ber destbikarbûna Balyozê nû yê Tirkiyê pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.

Di civînê de peywendiyên Tirkiyê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiya bihêzkirina peywendiyan bi awayekî saxlem di warên cuda de heye û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan  kir, ji wan jî vekirina qada asmanî ya Tirkiyê bo Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bi rêya diyalog û jihevtêgihiştinê.

/Jêder:PUK Media/

İlginizi Çekebilir

Süleymaniye: Baba ve iki oğlu SİHA saldırısında katledildi
BM Güvenlik Konseyi İsrail’in talebi üzerine acil olarak toplanıyor

Öne Çıkanlar